Li Amedê di 2 bûyerên trafîkê de 16 kes birîndar bûn

03-08-2023
RÛDAW
Nîşan Amed Qeza Birîndar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê di du bûyerên trafîkê de 16 kes birîndar bûn, birînên sê birîndaran giran in.

Li ser rêya serekî ya Amed-Xarpêtê doh bi şev sê otomobîl li hev qelibîn, di bûyerê de 5 kes birîndar bûn.

Tîmên tenduristiyê birîndar rakirin nexweşxaneyên derdorê.

Li gor zanyariyan rewşa tenduristî ya birîndaran baş e û li nexweşxaneyê çareseriyê werdigrin.

Bûyera duyem heman şevê li ser Rêya Amed-Rihayê çêbû.

Minîbûs wergeriya

Minîbûsek ku rêwî vediguhestin wergeriya û di encam de 11 kes birîndar bûn.

Tîmên tenduristî, Parastina Şaristanî, polîs û cendirme çûn cihê bûyerê û birîndar rakirin nexweşxaneyê.

Rewşa 3 birîndaran dijwar e

Li gor agahiyan birînên 3 birîndaran giran in û derbarê bûyerê de lêkolîn hatiye destpêkirin.

Li gor amarên fermî ku Hezîrana 2023an hatine belavkirin, ji destpêka sala 2023an ve li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê 257 hezar û 373 bûyerên trafîkê çêbûne.

Di wan bûyeran de hezar û 345 kesan canê xwe ji dest daye û 159 hezar û 235 kes jî birîndar bûne.

Li gor amarên fermî sala derbasbûyî jî li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê 485 hezar û 48 bûyerên trafîkê çêbûne.

Di wan bûyeran de 2 hezar û 282 kesan canê xwe ji dest daye û 291 hezar û 151 kes jî birîndar bûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst