MSD: Divê civaka navdewletî piştîvaniya dadgehkirina endamên DAIŞê bike

03-07-2023
Loloxan
Nîşan MSD Rojavayê Kurdistanê DAIŞ
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Encûmena Sûriyeya Demokratîk (MSD) bi daxuyaniyekê daxwaz ji civaka navdewletî kir ku piştîvaniya destpêşxeriya Rêveberiya Xweser a derbarê dadgehkirina çekdar û endamên DAIŞê yên girtî de bikin.

Roja Duşemê, Encûmena Sûriyeya Demokratîk (MSD) bang li civaka navdewletî kir ku piştgiriyê bide înîsiyatîfa Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo darizandina çekdarênDAIŞê ku dikarin di eşkerekirina rastiyan û di nav wan de çarenivîsa windayan de beşdar bibin.

MSDê di daxuyaniyekê de pêşwazî li biryara Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya avakirina saziyeke serbixwe kir ku ji bo eşkerekirina çarenivîsa kesên li Sûriyê hatine windakirin an jî bi zorê hatine windakirin.

Di 29ê Hezîranê de, Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî pêşnûme biryarek pejirand ji bo damezrandina saziyek yekem a ku dê kar bike ji bo eşkerekirina çarenivîsa nêzîkî 100,000 kesên ku li Sûriyê winda bûne yan bi zorê hatine windakirin.

Li gorî daxuyaniya MSDê ev biryar hevdem e ligel pêngava Ereban ji bo çareserkirina krîza Sûriyê.

Daxuyaniyê biryara ku di encama hewldanên dijwar ên saziyên mafên mirovan û mirovî yên ku di salên kirîza Sûriyê de kar kiribûn ji bo eşkerekirina çarenivîsa bêtirî 100,000 kesên winda li gorî rêxistinên sivîl, bilind nirxand.

Nîsana borî Rêveberiya Xweser ragihandibû ku "Amadekariyan bo dadgehkirina nêzîka 2 hezar çekdar û endamên DAIŞê yên li ba wan girtî dikin."

11ê Hezîrana borî jî, Hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve ser bi Rêveberiya Xweser Bedran Çiya Kurd ragihandibû ku heta niha ti piştîvaniyeke ji derve derbarê dadgehkirina "Terorîstên DAIŞê" de wernegirtine û dê Rêveberiya Xweser dadgehan ava bike.

MSDê di daxuyaniya xwe de pêşwazî li biryara Komeleya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî ya derbarê sazkirina saziyeke serbixwe bo zanîna çarenivîsa girtî û wendayên şerê navxwe yê Sûriyê de kir ku roja Pêncşemê 29ê Hezîrana 2023an deng li ser hatibû dayîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst