Li Wanê 35 koçberên Efxanî hatin destserkirin

03-07-2022
RÛDAW
Nîşan Wan Koçberên Efxan Desteserkirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Westanê ser bi parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê di barhilgirekê de 35 koçberên Efxanî hatin destserkirin.

Li gor daxuyaniya ku ji aliyê Parêzgariya Wanê ve hatiye belavkirin, tîmên cendermeyan 1ê Temûzê li navçeya Westanê li ser gumanê barhilgirek rawestandine û dest bi pişkinînê kirine. Di encam de 35 koçberên Efxanî ku xwe di qaseya barhilgirê de veşartibûn, hatin destserkirin.

Herwiha şofêrê barhilgirê jî bi gumana qeçaxçîtiya bi koçberan hat destserkirin û piştî karûbarên yasayî ji aliyê dadgehê ve hat girtin. Hat ragihandin koçberên desteserkirî piştî karûbarên yasayî bo aliyên peywendîdar hatine radestkirin.

Tevî ku Tirkiyê sînorên xwe bi çêkirina dîwarên bi betonê tûnd kirine, lê derbasbûna koçberên Efxanî ji Rojhilatê Kurdistanê ve berdewam e û rojane bi dehan koçber piştî derbasbûnê li ser sînor û navçeyên sînorî yên parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê tên destserkirin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst