Rûdaw çû gundê Mihemed Şîmşek û bi malbata wî re axivî

04-06-2023
Maşallah Dekak
Maşallah Dekak
Rûdawê serdana malbata Aborînas Mihemed Şîmşek kir
Rûdawê serdana malbata Aborînas Mihemed Şîmşek kir
Nîşan Mehmet Şîmşek Wezîrê Gencîne û Darayî Êlih
A+ A-

Êlih (Rûdaw) -  Îro kabîneya wezîran a hikûmeta Tirkiyeyê diyar bû. Mihemed Şîmşek bû Wezîrê Gencîne û Darayî.

Mihemed Şîmşek ku di qada fînansê ya navneteweyî de ji aliyê hemû aborînasan ve tê naskirin ji Kercewsa Êlihê ye. Berpirsê Ofîsa Rûdawê ya Amedê Maşallah Dekak çû gundê Mihemed Şîmşek û bi bira û hevalên wî yên zarokatiyê re axivî.

Kekê wî Ehmed Şîmşek dibêje birayê wî Mihemed Şîmşek diçû ber çêlekê û di dema gavantiya xwe de li çiyê jî li ser keviran nivîs dinivîsand. Hêj ji wê rojê de diyar bû ku Mihemed Şîmşek dê bibe kesekî zane û navdar. Kekê wî Ehmed dibêje ji ber ku li Brîtanyayê û derve pir maye kurmanciya wî qels bûye lê piştî vegeriyaye careke din kurmanciya xwe baş bi pêş xistiye.

Gundê Kefrê gundê Mihemed Şîmşek e ku 6 salan li ser hev li Tirkiyeyê wezîrtiya gencîne û darayî kiriye. Gundê Kferê bi tirkî jî Arica ye û li ser navçeya Kercewsêya Êlihê ye.

Mihemed Şîmşek di 1ê Çileya 1967an de li Kefrê ji dayik dibe. Ji 8 xwîşk û birayan ê herî biçûk e. Hêj di 4 saliya wî de dayika wî Mehdiye jiyana xwe ji dest dide. Ji ber vê yekê kekê wî Ehmed Şîmşek ew dide xwendin.

Birayê Mihemed Şîmşek ê bi navê Ehmed Şîmşek dibêje: “Hêj biçûk bû diya min rihmet kir. Ew û bavê min di vî xaniyî de bûn. Zarok çar pênç salî bû. Ez jî hêj nû bibûm mamoste. Gundê ku ez lê mamoste bûm, ser Qubînê bû. Gundê Memikan. Mihemed pola yekemîn, duyemîn û sêyemîn li wir xwend. Di pola çaran de em hatin Batmanê.”

Bi gotina kekê wî Ehmed ew gelek hejar bûne. Lê digel vê yekê jî hemû birayan xwendine. Ji ber vê hejariyê Mihemed Şîmşek neçar maye li Qubînê, Kercewsê û Êlihê bixwîne. Yanî her carek li gorî rewşa malbatê dibistana xwe guhertiye.

Ehmed Şîmşek herwiha got: “Çû ba birayê min ê mezin. Çar û pênç li ba wî xwend. Paşê careke din hate ba min û dibistana navîn li ba min xwend. Pola navîn a yek, du û sisêyan xwend.Paşê li Îmam Hatîpê xwend. Paşê kêfa wî hat got ez ê biçim li Kercewsê bixwînim. Ji ber ku nêzî malê ye. Belkî ez carna havînan alîkariya bavê xwe bikim.Ewdem çêlek hebûn çêlek. Diçû ber çêlekê. Te hez kir? Pez nemabû, çêlek hebûn. Diçû çiyê. Wextê diçû çiyê jî li keviran nivîs dinivîsand. Li ser keviran dinivîsand. Welhasil xwend.”

Faîk Dogmuş hevalê dibistana amadeyî ya Mihemed Şîmşek e. Wî piştî dibistan qedandiye bûye dikandar lê Mihemed Şîmşek xwendina xwe her berdewam dike. Ew dibêje ji bo ku Mihemed Şîmşek bixwîne bi kîlometreyan ji gund bi peyatî dihate dibistanê.

Hevalê Mihemed Şîmşek ê dibistanê Faîk Dogmuş jî got: “Xwendekarekî qenç bû, jîr bû. Em bi peyatî diçûn dibistanê. Bi qasî 8 kîlometre em bi peyatî diçûn dibistanê. Ew jî wisa. Em hemû hejar bûn. Heta me lîse qedand jî pêlava me ya reş bû.”

Hevalên wî yên zarokatiyê jî bi serkeftina Mihemed Şîmşek serbilind in. Lewre ew kesê ku bi wan re şivantî û gavantî kiriye niha li cîhanê yek ji kesên herî navdar e.

Gundiyê Mihemed Şîmşek, Mihemed Şerîf Ekîncî jî got: “Mihemed Şîmşek yek û du li vê dibistanê xwend. Paşê hemû li derve xwend. Li Kercewsê xwend, li Batmanê xwend. Heta hêj mezintir bû, çû li Enqereyê xwend. Vî camêrî xwend.”

Mihemed Şîmşek piştî ku bi zehmetiyeke mezin dibistana amadeyî diqedîne, pêşî Beşa Aboriyê ya Zanîngeha Gaziyê li Enqerê qezenç dike. Piştre qîma xwe bi vê beşê nayne û derbasî Beşa Siyasetê dibe. Ji wê derê jî bi burseke ku ji Etîbankê werdigre li Londona Brîtanyayê di beşa aborî û fînansê de lîsansa bilind dike.

Bi xwendina li Brîtanyayê re gav bi gav kariyera wî ya aboriya navneteweyî dest pê dike. Di sala 2007an de dema li bankayeke navneteweyî kar dike, kurê serokomarê wê demê Evdila Gul li ber destê wî dixebite. Ew ji bavê xwe re pesnê Şîmşek dide. Bi vê yekê re riya wê ya siyasetê vedibe. Dema dibe wezîrê darayî dolarek lîreyek û 65 qirûş e. Heta dev ji wezîrtiyê berdide ango heta 2015'an jî dolarek amerîkî 2 lîre û 91 qirûş e. Niha dolar nêzî 21 lîre ye.

Ehmed Şîmşek got jî: “Evdila Gul hebû. Ew serokomar bû. Kurê Evdila Gul li ba wî dixebitî. Navê wî Ehmed Gul bû. Tê ji bavê xwe re dibêje bavo yekek tirk li ba me heye pir jîr e, pir zane ye, pir biaqil e. Efendî û ehlê karê xwe ye. Xweşik e. Alî Babacan diçe pê re hevdîtin dike û paşê jî reîs diçe pê re diaxive. Teyîb bey diçe pê re hevdîtin dike. Welhasil nesîb çêdibe tê. Hat û wesiyeta bavê xwe pêk anî, hat li memleket şixulî.”

Malbata Mihemed Şîmşek weke neviyên Tajdînê Kefrê têne naskirin. Ew ji gundê Porê ya ser Bedlîsê ne. Paşê derbasî Nisêbînê û ji wir jî derbasî Kercewsê dibin. Malbata wan di destpêka avakirina komara Tirkiyeyê de ji hev belav dibe.

Du apên Mihemed Şîmşek derbasî Qamişloya binxetê ango Rojava dibin. Hê jî têkiliya wan weke pismamtî bi hev re berdewam dike. Malbata Şîmşek malbateke Kurd e û zimanê Kurdî her di nava malê de hatiye axaftin.

Di berdewamiya axaftina xwe de Ehmed Şîmşek got: “Çar salan bi kurmancî axiviye. Piştî çar salan bi tirkî axiviye. Heta bûye wezîr. Bi kurmancî jî neaxiviye, bi tirkî jî neaxiviye. Çû wê derê bi ingilizî jî axiviye. Lê vê paşiyê hêdî hêdî, hêdî hêdî elimî ji xwe re. Yanî kurmancî jî em diaxivin, bi tirkî jî diaxivin.”

Gundiyê Mihemed Şîmşek, Mihemed Şerîf Ekîncî jî got: “Wextê ku em digihijin hev em bi Kurmancî diaxivin.Pir xweş kurmancî dizane. Kurmanciyeke wilo fesîh heye. Em hel û hewalê hev bi Kurmancî dipirsin.”

Piştî Mihemed Şîmşek dibe wezîr, xizmeteke baş ji gundê xwe Kefrê re dike. Rê û dirbên wê çêdike. Hem mizgefta gund û hem jî dêra gund nûjen dike. Ji ber ku li gundê wî kurd û sûryan ango misilman û krîstiyan di nava hev de dijîn.

Keşeyê Dêra Sûryanan Danîel jî got: “Ne tenê ji sûryanan re, ji hemû milet re baş e. Mirovekî ji pir dibe alîkar. Gelek alîkarî ji me re kir. Em jê memnûn in, dûa jê re dikin.”

Derbarê Şîmşek de Rojnamevan Îbrahîm Torlak wiha axivî: “Xizmetên gelek xweşik kirin. Ji aboriya navê bajêr re be, ji miletê wê re be, bi qasî ku derfetên wî hebû xizmet kir. Dibistan çêkirin, rê çêkirin, wargeh çêkirin. Mizgeft nûjen kirin, dêr nûjen kirin.”

Mixtarê gundê Kefrê Evdilkerîm Turan jî got: “Ji Kercewsê heta Kerboranê rê çêkirin. Xizmeteke pir xweşik kir.”

Ji ber ku Mihemed Şîmşek bi kariyera xwe re navê xwe belav kiriye, di serî de li Êlihê û li hin bajarên din gelek dibistan bi navê wî hatine lêkirin. Ew di nava xwendekaran de êdî weke mînak tê nîşandin.

Rojnamevan Îbrahîm Torlak jî dibêje: “Li Kercewsê, li gundên dora wê, mamoste ji xwendekarên xwe re dibêjin kesekî weke Mihemed Şîmşek ji vir derketiye û li Ewropayê û dinyayê deng daye. Bûye wezîrê darayî. Hûn bixwînin hûn ê jî wisa bin. Ji bo xwendekaran wî weke mînak nîşan didin.”

Hem beriya hilbijartina parlamentoya Tirkiyeyê û hem jî piştî wê navê Mihemed Şîmşek her weke berbijêrê herî sereke yê wezîrtiya gencîne û darayî derbas bû. Ji ber ku di dema wezîrtiya wî de enfalsyona Tirkiyeyê ji sedî 6.1 bû. Lê niha li gorî amarên fermî rêjeya enflasyona Tirkiyeyê gihiştiye ji sedî 73'an. Ji ber vê yekê gelek welatî bi çavê Supermenê aboriyê li Mihemed Şîmşek dinêrin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst