WAN - Kameramanê Rûdawê bi fîşeka gazê birîndar bû

03-04-2024
RÛDAW
Nîşan Rûdaw Wan Kameraman
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Kameramanê Rûdawê Muhammed Şakir Uygar dema weşana xwepêşandanên Wanê dikir bi fîşeka gazê ya polîsan birîndar bû.

Piştî ku li Wanê mafê Abdullah Zeydan ê şaredarbûnê hat betalkirin û mazbata bi berbijêrê AKPyê yê Şaredariya Wanê hat dayîn li bajarê Wanê û li seranserê Bakurê Kurdistanê gelek çalakî û xwepêşandan hatin kirin.

Herwiha Lijneya Rêveber a Navendî ya DEM Partiyê û parlamenterên wê li Wanê civîneke awarte li dar xist.

Berpirs û parlamenterên DEM Partiyê piştî civînê ligel xelkê Wanê ber bi Parka Feqiyê Teyran ve meşiyan.

Di dema çalakiyê de alozî di navbera polîsan û alîgirên DEM Partiyê de derket û polîsan bi ava şid û fîşekên gazê midaxeleyî xelkê kir.

Di dema weşana çalakiyê de fîşekeke gazê ya polîsan li çîpa kameramanê Rûdawê Muhammed Şakir Uygar ket û ew birîndar bû.

Çi bûbû?

31ê Adarê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hilbijartinên xwecihî hatin kirin.

Namzedê DEM Partiyê Abdullah Zeydan bi rêjeya ji sedî 55,48an bû serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê û DEM Partiyê her 14 şaredariyên Wanê standin.

Abdullah Zeydan dema ku parlamenterê HDPyê bû, sala 2016an hatibû girtin û bi Selahattîn Demîrtaş re zêdetirî 6 salan di Girtîgeha Edîrneyê de mabû.

Zeydan sala 2022yan hatibû berdanû  piştî ku ji girtîgehê derketibû bi biryara dadgehê qedexeya li ser mafên xwe rakiribû û li ber namzedbûna wî ti asteng nemabûn.

Derket holê ku Wezareta Dadê ya Tirkiyeyê beriya hilbijartinan bi du rojan (29ê Adarê) îtirazî dadgehê kiriye û heman dadgehê jî ev biryara xwe betal kiriye.

Namzedê AK Partiyê Abdulahat Arvas jî li Wanê bi rêjeya ji sedî 27,15an bûbû duyem.

Lê Lijneya Hilbijartinan a Bajêr mazbataya şaredarbûnê da namzedê AK Partiyê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst