Ciwan Haco ji bo Wanê peyamek belav kir

03-04-2024
RÛDAW
Nîşan Ciwan Haco Wan Abdullah Zeydan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hunermendê Kurd Ciwan Haco li ser hilbijartinên Wanê got, “Li hemberî neheqiyê bêdeng nemînin.”

Piştî ku li Wanê mafê Abdullah Zeydan ê şaredarbûnê hat betalkirin, gelek kes, hunermend û aliyên siyasî bertekan nîşan didin.

Hunermendê Kurd ê navdar Ciwan Haco derbarê nedana mazbataya Abdullah Zeydan li ser hesabê xwe yê Xê bi nexşeya parêzgeha Wanê peyamek belav kir.

Ciwan Haco di peyama xwe de got, “Li hemberî neheqiyê bêdeng nemînin.

Bijî Kurdistan, bijî Wan!”

Çi bûbû?

31ê Adarê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hilbijartinên xwecihî hatin kirin.

Namzedê DEM Partiyê Abdullah Zeydan bi rêjeya ji sedî 55,48an bû serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê û DEM Partiyê her 14 şaredariyên Wanê standin.

Abdullah Zeydan dema ku parlamenterê HDPyê bû, sala 2016an hatibû girtin û bi Selahattîn Demîrtaş re zêdetirî 6 salan di Girtîgeha Edîrneyê de mabû.

Zeydan sala 2022yan hatibû berdanû  piştî ku ji girtîgehê derketibû bi biryara dadgehê qedexeya li ser mafên xwe rakiribû û li ber namzedbûna wî ti asteng nemabûn.

Derket holê ku Wezareta Dadê ya Tirkiyeyê beriya hilbijartinan bi du rojan (29ê Adarê) îtirazî dadgehê kiriye û heman dadgehê jî ev biryara xwe betal kiriye.

Namzedê AK Partiyê Abdulahat Arvas jî li Wanê bi rêjeya ji sedî 27,15an bûbû duyem.

Lê Lijneya Hilbijartinan a Bajêr mazbataya şaredarbûnê da namzedê AK Partiyê.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst