Parlamenterê DEM Partiyê: Nikarin bi me re micadeleyê bikin derbeya hiqûqî dikin

03-04-2024
Abdulselam Akinci
Biryara derbarê şaredariya Wanê li gelek bajaran bû cihê nerazîbûnan
Biryara derbarê şaredariya Wanê li gelek bajaran bû cihê nerazîbûnan
Nîşan Amed Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Abdullah Zeydan
A+ A-

Amed (Rûdaw) - Biryara derbarê şaredariya Wanê li gelek bajaran bû cihê nerazîbûnan.

31ê Adarê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hilbijartinên xwecihî hatin kirin.

Namzedê DEM Partiyê Abdullah Zeydan bi rêjeya ji sedî 55,48an li Wanê bû yekem.

Namzedê AK Partiyê Abdulahat Arvas jî li Wanê bi rêjeya ji sedî 27,15an bû duyem.

Li ser îtîraza AK Partiyê û bi piraniya dengên endamên Lijneya Hilbijartinan a Wanê, namzediya Abdullah Zeydan hat betalkirin.

Li ser vê yekê Lijneya Hilbijartinan a Wanê biryar da ku mazbataya şaredarbûnê bide Namzedê AK Partiyê Abdulahat Arvas.

Li bajarên wekî Wan, Colemêrg, Amed, Sêrt, Êlih û Bidlîsê xwepêşandan hatin kirin û polîsan midaxaleyî komên ku xwest bimeşin kir.

Rêxistina Dem Partiyê ya Amedê jî li ber avahiya Lijneya Hilbijartinan a Bajêr xwepêşandan li dar xist û daxûyanî da.

“Bi rêya siyasetê nikarin bi me re micadeleyê bikin”

Parlementerê DEM Partiyê yê Amedê Serhat Eren ji Rûdawê re got:

“Yên ku bi rêya siyasetê nikarin bi me re micadeleyê bikin, dadweriya ku bi telîmatê kar dike dixin berjewendiyên xwe û li hemberî vî gelî derbeya siyasî û hiqûqî pêk tînin.”

Piştî daxuyaniyê di navbera polîs û xwepêşanderan de alozî derket.

Di aloziyan de polîsan gaza rondikrêj li hemberî xwenpêşanderan bikar anî û çend çalakvan jî hatin desteserkirin.

Li Parka Rojava ya Amedê, pêkhateyên Platforma Ked û Demokrasiyê ya Bajêr careke din civiyan û daxuyanî da.

Wan xwest ku mafê şaredarbûna Abdullah Zeydan lê vegerînin.

Namzeda serketî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucakê jî got:

“Hevşaredarên Wanê Abdullah Zeydan û Neslîhan Şedal in û hevalên me bi îradeya gele Wanê hatin hilbijartin.

Hatina serokê ku di rêza duyem de ye nîne, ev rezalet e, kepazetî ye.

Sîstemeke wiha tune ye, em vê yekê qebûl nakin.”

“Em vê carê bi ti awayî bajarên xwe radestî qeyûman nakin”

Serokbajrê DEM Partiyê yê Amedê Abas Şahîn jî got:

“Hemû gelê Kurdistanê niha li se pêyan e. Em vê carê bi ti awayî bajarên xwe radestî qeyûman nakin. Bi her awayî em dê li qadan bin.”

Biryara Lijneya Hilbijartinan a Wanê  ya derbarê şaredariya Wanê ji aliyê CHPyê ve jî rastî nerazîbûnên tund hat.

Gelek sazî û kesayetên civakî û nûnerên partiyên sîyasî û rêxistinên civaka sivîl jî  biryara dadgehê û ya Lijneya Hilbijartinan a Wanê wekî biryareke siyasî û bêhiqûqî  bi nav kir û bertek nîşanî desthilatê da.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst