Li Wanê 33 koçber hatin desteserkirin

03-04-2023
RÛDAW
Nîşan Wan Koçber
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê di operasyoneke cendermeyan de 33 koçber hatin desteserkirin û 2 kes jî bi tawanê “qeçaxçîtiya koçberan” hatin girtin.

Li gor daxuyaniya Parêzgariya Wanê 31ê Adara 2023an tîmên girêdayî Fermandariya Cendermeyan a Wanê piştrast kirine ku 2 gumanbaran hejmareke zêde ya koçberan li malekê veşartine û li ser vê yekê operasyonek hatiye kirin.

Herwiha di operasyonê de li beşa malê ya ku wek tenûr tê bikaranîn 33 koçberên ji Afxanistanê hatine dîtin û desteserkirin û girêdayî bûyerê her 2 gumanbar hatine girtin û bo Saziya Ceza ya Tipa M ya girtî hatine şandin.

Li gor daxuyaniya Rêveberiya Emnî a Wanê îro 3ê Nîsana 2023an jî, ji 5 kesên ku hefteya borî hatibûn desteserkirin 4 kes ji wan bi tawanê “qaçaxçîtiya koçberan û bazirganiya mirovan” hatine girtin û yek ji wan jî bi şertê kontrola edlî hatiye berdan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst