Li Kerkûkê 17 hezar karmendên bi girêbest dibin kadroyên fermî; 10 hezar ji wan Ereb in

03-04-2023
RÛDAW
Nîşan Kerkûk Ereb Kurd
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di rêveberiya perwerdehiyê ya Kerkûk a Başûrê Kurdistanê de 17 hezar karmend û mamostayên bi girêbest dê bibin kadroyên fermî ku 10 hezar ji wan Ereb in û tenê 5 hezar jê Kurd in.

Parlamenterekî Kerkûkê yê li Parlamentoya Iraqê ragihand, di proseyê de “nehevsengî” heye û daxwaz ji serokwezîr û wezîrên Kurd ên Hikûmeta Iraqê kir ku giringiyê bidine vê mijarê.

Li gor nameyeke Wezareta Perwerdehiyê ya Iraqê ku roja Yekşemê 2ê Nîsana 2023an ji aliyê Îbrahîm Namis Cibûrî ve hatiye îmzekirin, biryar hat dayîn ku li gor biryara Encûmena Wezîran a bi hejmara 396 a sala 2022an 17 hezar û 367 karmendên bê girêbest dê kadro werbigirin.

Di nameyê de tê gotin ku ew kesên bi girêbest dê ji 1ê Çileya 2023an ve wekî karmend bêne hesibandin û ji 31ê Kanûna 2022an ve girêbestên wan hilweşandî werine hesibandin.

Parlamenterê Kerkûkê yê li Parlamentoya Iraqê Dîlan Xefûr ji Rûdawê re got, “Di hejmarê de nehevsengiyek heye û pişka Kurdan kêm e, divê Serokwezîrê Iraqê û wezîrên Kurd li ser mijarên Kerkûkê hûr bibin da ku hevsengiyeke nêzîktir bikin, ji ber ku rewşa Kerkûkê ji parêzgehên din cudatir e.”

Dîlan Xefûr anî ziman, “Lîstên heyî berê gendeliyeke zêde tê de hatine kirin û piraniya wan lîstan ji bo Ereban bûne, lewma em dixwazin di derbarê mijarên girêdayî Kerkûkê de bên kontrolkirin û yekser neyên pejirandin.”

Li gorî agahiyên Rûdawê, ji 17 hezar karmendên bi girêbest ên li Kerkûkê 10 hezar kes Ereb in. Kurd û Tirkmen bi hev re 7 hezar in, her çend di hilbijartinên Cotmeha 2021an de Kurdan nîvê 12 kursiyên parlamentoyê bi dest xistibin jî.

Dengê netewe û civatên Kerkûkê di hilbijartinên borî de:

Nifûs: 1 milyon û 508 hezar û 900 kes

Kurd, Ereb, Tirkmen, Kirîstiyan

Hilbijartinên 2021an: 13 kursî

Kurd: 6

Ereb: 4

Tirkmen: 2

Kirîstiyan (kota): 1

Dengên Kurdan: 123 hezar û 178 deng

Dengên Ereban: 63 hezar û 400 deng

Dengên Tirkmenan: 30 hezar û 791 deng

Dengên Kirîstiyanan: 5 hezar û 287 deng

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst