Deriyê di navbera Minbic û Cerablûsê de hat vekirin

03-04-2023
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Deriyê On Dadat yê di navbera navçeyên Rêveberiya Xweser û Opozisyonê de  hat vekirin û roj rê bi 300 kesan tê dayîn di wî dergehî re çûn û hatinê bikin.

Piştî 20 rojan ji girtinê, careke din deriyê On Dadat yê di navbera Minbic û Cerablûsê de hat vekirin.

Hikûmeta Demkî ya Sûriyê ragihand, dê rê bi wan kesan bê dayîn ku bi seredan çûna navçeyên Rêveberiya Xweser ku vegerin navçeyên wan.

Hikûmeta Demkî ya Sûriyê herwiha diyar kir ku her roj dê 300 kes di wî dergehî re derbas bibin.

Roja 16ê Adarê ew derî bêyî eşkerekirina sedman, di rûyê welatiyan de hatibû girtin, bi dehan kes li wî dergehî asê mabûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst