Polîsan avêtin ser avahiya şaxa ÎHD ya Amedê

03-02-2022
RÛDAW
Nîşan Amed ÎHD
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Îro polîsan avêtin ser avahiya Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a li Amedê û di nava avahiyê de dest bi lêgerînê kirine.

Peyamnêrê Rûdawê li Amedê ragihand, îro Pêncşembê 3ê Sibata 2022an saet di 06:30an de hejmareke zêde ya polîsên Tirkiyê avêtin ser avahiya Şaxa ÎHDê ya Amedê ku li navçeya Yenîşehîrê ye û di avahiyê de dest bi lêgerînê kirin.

Li gor agahiyan, serdegirtina îro ya şaxa ÎHDê ya Amedê di encama lêpirsînekê de ye ku ji aliyê Fermandariya Cendirmeyan a Parêzgeha Semsûrê û Şaxa Îstîxbaratê ve bi kordînasyona Serdozgeriya Komarê ya Semsûrê hatiye destpêkirin.

Hat ragihandin, bi awayekî hevdem li gel serdegirtina ofîsa şaxa ÎHD ya Amedê, polîsan avêtiye ser mala Sekreterê Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Ferhat Berkpinar jî û li mala wî jî lêgerîn hatiye kirin.



 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst