Hikûmeta Tirkiyê qeyûm danî ser Şaredariya Payîzava

03-02-2017
RÛDAW
Nîşan Bakurê Kurdistanê Wan Şaredariya Payîzava Qeyûm
A+ A-

Navenda Nûçeyan – Qeymeqamê Payîzava Osman Dogramaci weke qeyûm danîn ser Şaredariya Payîzava.

 

Qeymeqamê bi navê Osman Dogramaci bû qeyûmê navçeya Payîzava (Gurpinar) a parêzgeha Wanê.

 

Li gor agahiyan, îro danê nîvroyê ekîbên polîsan çûne Şaredariya Payîzavayê. Ji ber ku Serokê Şaredariyê Zeki Yildiz derketiye îznê, ekîbên polîsan biryar pêşkêşî Endamê Encumena Partiya Herêmên Demokratîk Tahirhan Oskay û Hevseroka Şaredariyê Yildiz Çetin kirine.

 

Herwiha hat ragihandin ku tîmên polîsan derdora avahiya şaredariyê dorpêç kirine, di têketin û derketinan de nasname kontrol dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst