Li Amedê di rojekê de 2 karkeran canê xwe ji dest da

03-01-2024
RÛDAW
Nîşan Amed Karker
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê, du karkeran di dema karkirinê de canê xwe ji dest da.

Li Taxa Korhatê ya navçeya Rezanê, duh hostayê karkeran ê bi navê Burak Soydaşê 39 salî ji banê avahiya Dibistana Seretayî ya Alî Pinarê ket xwarê û bi giranî birîndar bû.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê Burak Soydaş veguhast Nexweşxaneya Dewletê ya Selahattîn Eyyubiyê lê tevî midaxeleya li nexweşxaneyê canê xwe ji dest da.

Bûyera duyem jî li avahiyên Îdareya Xaniyan a Bikom (TOKÎ) çêbû.

Li gundê Korkoyê yê navçeya Rezanê, di çêkirina avahiyên ji bo mexdûrên erdhejê yên TOKÎyê de karkerê bi navê Hasan Savurê 42 salî di bin barhilgirê de ma û canê xwe ji dest da.

Tîmên tenduristiyê termê Hasan Savur ji bo karên otopsiyê bir nexweşxaneyê.

Şofêrê barhilgirê jî hat desteserkirin.

Derbarê her du bûyeran de lêpirsîn hat destpêkirin.

Li gorî amarên Meclîsa Ewlehiyê û Tenduristiya Karkeran (ISIG), li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 11 mehên destpêkê yên sala 2023yan de hezar û 772 karkeran canê xwe ji dest daye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst