LÊKOLÎN – Pirsgirêka Kurdan bandoreke neyînî li aboriya Tirkiyeyê dike

02-12-2024
Nîşan Navenda Lêkolînê ya Sosyo Polîtîkê Pisgirêka Kurdan Aborî Tirkiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî rapirsiya Navenda Lêkolînê ya Sosyo Polîtîkê, li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê Doza Kurdan bandoreke neyînî li rewşa aborî dike û piştî pirsgirêka aborî pirsa herî girîng pirsgirêka Kurdan e.

Kordînatora Navenda Lêkolînê ya Sosyo Polîtîkê Yuksel Genç encamên rapirsiya derbarê “Bandora Pirsgirêka Kurdan a Li Ser Rewşa Aboriyê” eşkere kir.

Rapirsî di navbera 27ê Çiriya Pêşîn û 15ê Çiriya Paşîn a îsal de li 19 parêzgehan, li gel hezar û 358 kesan hatiye kirin.

Di rapirsiyê de gelek pirs derbarê bandora şer û tûndûtûjiyê li ser krîza aborî û bêkariyê hatine kirin.

Her wiha bandora Doza Kurdan a li ser krîza aborî û bêkariyê ji beşdaran hatiye pirsîn û rêjeyeke berçav di wê baweriyê de ne ku hebûna pirsgirêkan Kurdan bandoreke zêde li aborî û bêkariyê dike.

Encama rapirsiyê bi vî rengî ye:

Gelo şer, tundî û operasyonên derveyî sînor bandorê li krîza aborî dikin?

Belê: Ji sedî 37,3

Nexêr: Ji sedî 22,1

Hinek: Ji sedî 22

Nizanim: Ji sedî 18,4

Pirsgirêka Kurdan çiqasî bandorê li krîza aborî û bêkariyê dike

Zêde dike: Ji sedî 13

Hinekî dike: Ji sedî 34

Nizanim: Ji sedî 15,3

Nake: Ji sedî 20.8

Qet nake: Ji sedî 9

Pirsgirêka herî girîng a Tirkiyeyê çi ye?

Krîza aborî û bêkarî: Ji sedî 38,90

Pirsgirêka Kurdan: Ji sedî 9,50

Dadwerî: Ji sedî 9,10

Nebûna Demokrasiyê: Ji sedî 9,10

Şer û Tundî: Ji sedî 8,80

Sîstema Serokkomariyê: Ji sedî 6,80

Sîstema Perwerdeyê: Ji sedî 6,30

Nebûna Opozîsyonê:Ji sedî 5,20

Polîtîkaya Derve: Ji sedî 3,10

Koçber: Ji sedî 3

Ti Pirsgirêk Nîne: Ji sedî 8

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst