Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê qirêjtirîn hewa li Gumgumê ye

02-12-2019
RÛDAW
Nîşan Mereş Santralên Termîk Qirêjiya Hewa
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li gor encamên dawîn lêkolîna li parêzgehên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê, qirêjtirîn hewa li Gumgumê hatiye tomarkirin ku li pey wê parêgehê, Manîsa tê û hewaya wî bajarî jî di asteke bilind de qirêj e.

Platforma Mafê Hewayê Paqij lêkolîneke bi navê, ‘Raporta Reş’ belav kir ku analîzên tê de li gor asta qirêjiya hewa û rêjaya mirinê hatine pêkanîn.

Weqfa Parastina Jiyana Sirûştî (WWF -Tirkiye) raporta derbarê qirêjiya hewayê li parêzgahên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê belav kir.

Li gor wê lêkolînê li nava bajarên Bakurê Kurdistanê xeraptirîn û qirêjtirîn hewa li bajarê Gumgumê (Mereş) hatiye tomarkirin ku 2 santralên termîk li navçeyên Avşîn-Elbîstanê yên ser bi wî bajarî ve hene û herwiha plansaziyên avakirina santralên termîk ên nû jî tê kirin. Herwiha di nav parêzgehên Tirkiyê de jî qirêjtirîn hewa li Manîsayê heye ku li wê parêzgehê jî santralên termîk hene.

Di raportê de weke sedema herî mezin a bo qirêjbûna hewayê santralên termîk tê nîşandan ku tê gotin hewayê qirêj 7 caran zêdetir ji bûyerên trafîkê, bûye sedema mirinê li Tirkiyê.

Di raportê de hatiye gotin, “Jibilî 3 santralan di 15 santralên termîk ên li Tirkiyê ji sala 2013an ve pişkinînên pêwîst nehatine kirin û ew santral bandoreke gelek xerap li ser jiyana xelkê dikin û metirsiyeke mezin ava dikin. Li wan bajarên ku santralên termîk lê hene taybet jî li Gumgum û Manîsayê, mirinên ji ber sedema pençeşêrê gelek zêde bûye.” Hatiye tekezkirin ku hewayê qirêj ne tene dibe pençeşêrê dibe sedema sendroma mirina pitikan bi awayekî çavêrênekirî, otîzm, diyabet, bronşît û gelek nexweşiyên din.

Herwiha hatiye tekezkirin hejmara santralên termîk ji pêdiviyê zêdetir e û tê xwestin ku di wan santralên termîk pişkinînên pêwîst bên kirin û hinek ji wan bên rawestandin û amaje bi wê yekê tê kirin ku projeyên derbarê pişkinîn û kontrolên wan santralan de 4 caran hatine paşxisin û rexne li vê yekê tê girtin.

Li gor wê lêkolîna bi navê, ‘Raporta Reş’, “Eger sala 2017an rêjeya qirêjiya hewayê li Tirkiyê hatiba daxistin li gor pêşniyazên ku Rêxistina Tenduristiya Cîhanî (WHO) ji sedî 13ê mirinan pêk nedihat. Divê bergiriyên pêwîst bo rê libergirtina hewayê qirêj bên wergirtin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst