Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê 14 sendîkayên perwerdehiyê bo rojekê kar boykot kirin

02-11-2022
Maşallah Dekak
Maşallah Dekak
Wêne: Rûdaw
Wêne: Rûdaw
Nîşan Bakurê Kurdistanê Tirkiye Greva Mamosteyan Egitim-Sen
A+ A-

Amed (Rûdaw) - Li çar aliyê Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê îro bi piştgiriya 14 sendîkayên bi ser KESK'ê ve mamoste neçûn ser kar û rojek dest ji kar kişandin. Mamoste dixwazin mûçeya wan bê zêdekirin û azmûna pisporiyê ji holê bê rakirin. Di çalakiyê de mafê perwerdehiya ziman jî derkete pêş.

Beşek ji endamên Sendîkaya Kedkarên Perwerdehiyê Egîtîm Sen ku sendîkaya mamosteyan e, li bajarên kurdan û tevahiya Tirkiyeyê ji bo rojek dest ji kar kişandin. Daxwaza sereke ya mamosteyan zêdekirina mûçeya wan û rakirina qanûna mamostetiya pispor e.

Navnîşana çalakiya mamosteyan li Qada Şêx Seîd a Amedê bû.

Rêveberê Egîtîm-Senê Fesîh Zîrek dibêje “Niha îro mamoste şert û mercên wan ên aboriyê, yên derûniyê û yên xebatê bi rastî bi pirsgirêk e. Îro mamosteyek tenê ku dixebite nikare debara zarokên xwe bike. Em dibêjin ku ger zagonek derkeve divê ji bo erêniya mamosteyan be û bi şêwira me û sendîkayên mamosteyan bê kirin.”

Li Tirkiyeyê mûçeya herî kêm a mamosteyek 8 hezar lîre û yê herî zêde jî 12 hezar lîreyê tirk e. Ev yek jî beramberî 650 dolaran dike. Li gorî daneyên Turk Îşê li Tirkiyeyê rêjeya hejariyê ya malbatek 4 kesî herî kêm 1200 dolar e. Mamoste jî wê mûçeyê dixwazin.

Mamoste Kadriye Kaya got “Îro ji bo parastina mafên xwe û ji bo parastina mafên xwendekarên xwe em îro neçûn ser karên xwe.”

Mamoste Fatma Budak Guler diyar kir “Îro me ji bo mafên xwe yên kedkaran dev ji kar berda û em neçûn ser karê xwe. Me dest bi grevê kir. Hemû sendîka, 14 sendîkayên perwerdehiyê bi hev re me dev ji kar berda.”

Mamoste Zulkuf Guneş ragihand “Greva me yek rojek tenê ye. Heta êvarê kes naçe ser karê xwe.”

Mamoste Yilmaz Guneş anî ziman “Teqez gerek desthilatdariya AKP'ê guh bide me. Ger guh nede me û daxwazên me bi cih neyne, ev grevên me dê berdewam bikin.”

Di vê greva neçûna ser kar de armanca Egîtîm Senê ew e ku 300 hezar mamoste bi yek carî neçin dibistanan. Lê hêj amareke fermî nehatiye eşkerekirin ka çend mamoste neçûne ser kar. Wezîrê Perwerdehiya Tirkiyeyê Mehmûd Ozer rojek berê diyar kiribû ku ew ê derbarê mamosteyên ku bikevin grevê de lêpirsînê bidin destpêkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst