MÛŞ – Kêla gora siyasetmedarekî Kurd ji ber nivîsa bi Kurdî hat rûxandin

02-11-2019
RÛDAW
Nîşan Aydin Kaya BDP Lîs Mûş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Lîsê ya Mûşê kêla gora serokê BDPê yê berê li wê navçeyê ku li zîndanê canê xwe ji dabû, ji ber nivîsa bi Kurdî hat rûxandin.

Li gor zanyariyan li navçeya Lîsê ya Mûşê li Bakurê Kurdistanê kêla gora Serokê Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) yê berê li wê navçeyê, Aydin Kaya ku li zîndanê canê xwe ji dest dabû, ji ber ku li ser, ‘Em te ji bîr nakin’ hatibû nivîsandin bi fermana Serdozgeriya Komarî ya Mûşê ji aliyê hêzên Tirkiyê ve hat rûxandin.

Partiya Demokratîk  a Gelan (HDP) jî li ser hesaba xwe ya Twîtterê bertek nîşanî vê bûyerê da û got, “ Ew ên ku dibêjin, ‘pirsgirêka me li gel Kurdn tune ye’, bi fermana dozger, kêla gora şaredarê Lîsê ji ber nivîsa bi Kurdî rûxandin.”

Herwiha di daxuyaniyê de hatiye gotin, “Aydin Kaya em van kiryaran ji bîr nakin û nadin jibîrkirin.”

Herwiha Parlamenterê HDPê yê Mûşê Mensûr Işik jî ev mesele veguhastiye bo rojeva parlamentoya Tirkiyê û daxwaz ji wezîrê navxwe yê wî welatî kiriye ku derbarê bûyerê de zanyariyan belav bike ku çima kêlek ji ber ku nivîsa bi Kurdî li ser heye dibe armanca êrişê û tê rûxandin.

Serokê BDPê yê bajarokê Lîsê Aydin Kaya ku kêla gora wî ji ber nivîsa bi Kurdî rastî êrişê hatiye, 6ê Hezîrana 2012an li zîndanê canê xwe ji dest dabû.

Bajarokê Lîsê ser bi navçeya Kopê ve ye li wê parêzgeha Bakurê Kurdistanê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst