Pira Qereqozak a li Kobanî hat nûjenkirin

02-10-2021
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî 7 salan ji teqandina pira Qereqozak li başûrê Kobanî ji aliyê DAIŞê ve, Rêveberiya Xweser ew pir ji nû ve çak kir û niha ew wek berê û bê pirsgirêk di kar de ye.

Sala 2014an pira Qereqozak li başûrê Kobanî ketibû bin kontrola DAIŞê û di dema şikestina DAIŞê di sala 2015an de li Kobanî, çekdarên DAIŞê ji bo parastina xwe ji şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG), ew pir li pey xwe bi çend cihan teqandibû.

Şêwirmendê Desteya Rêveberiya Xwecihî li Herêma Kobanî Endezyar Hesen Reşîd dibêje, di encama êriş û teqandina DAIŞê de, 4 lingên pirê ji nav çûbûn.

Endazyar Hesen Reşîd dibêje, di “4 ling jinav çûbûn, me rê kir du perçe, me niha beşe xilas kiriye û em hatin aliyê din bo ku ava bikin.”

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst