Artêşa Tirkiyê Xakurkê bombebaran dike

02-09-2019
RÛDAW
Nîşan Tirkiye PKK Xakûrk Bombebaran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Balafirên şer ên artêşa Tirkiyê, devera Xakûrkê li nav sînorê Başûrê Kurdistanê bombebaran kirin.

 

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê bi daxuyaniyekê aşkere kir, ku balafirên şer ên artêşa wî welatî îro Duşemî 2ê Îlonê, “devera Xakurkê” ku dikeve nav sînorê Başûrê Kurdistanê û li ser sînorê bi Bakurê Kurdistanê re ye, bombebaran kirine.

Li gor daxuyaniya Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê, “bi hevkarî û hevahengiya navbera artêşa Tirkiyê û Saziya Îstixbarata Niştimaniya Tirkiyê (MIT)ê, li devera Xakurkê li dijî gerîlayên PKKê operasyoneke esmanî hatiye encamdan.”

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê daye xuyakirin, ku di encama vê êrîşa esmanî de “5 gerîlayên PKKê” jiyana xwe ji dest dane.

Lê belê di derbarê vê êrîşê de heta niha PKKê ti daxuyaniyek belav nekiriye û kuştina ew 5 gerîlayên xwe red an jî piştrast nekiriye.

Artêşa Tirkiyê ji meha Gulana îsal ve dest bi operasyoneke berfireh bi navê “Pence” kiriye û heta niha sê qonaxên wê bi navê “Pence 1”, “Pence 2” û “Pence 3” birêve birine.

Hêj ew operasyonên artêşa Tirkiyê li dijî PKKê berdewam in.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst