FLAŞ – Tehranê destwerdan kir: Şanda îranî gihîşt Silêmaniyê

02-09-2016
RÛDAW
Nîşan Îran Tehran YNK Silêmanî Navenda Biryardana YNKê Gorran Newşîrwan Mistefa
A+ A-

Silêmanî (Rûdaw) – Şandeke Îranê gihîşt bajarê Silêmaniyê û hat zanîn, armanca hatina wê şanda îranî hewldan bo navbeynkariya di navbera baskên Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê de û civîna bi Newşîrwan Mistea re ye.

 

Peyamnêrê Rûdawê li Silêmaniyê Erkan Eî ragihand, îro înê 2ê Îlon a 2016 şandeke Komara îslamiya Îranê bo çareserkriina arîşeyên navxweyî yên Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê (YNK) gihîşt bajarê Silêmaniyê.

 

Peyamnêrê me got, li gorî zanyariyan şanda Îranî dê hewla nabeynkariyê di navbera her du baskên YNKê de bide.

 

Li gorî agahiyan, mebesta hatina vê şanda îranî bo Silêmaniyê, çareserkirina pirsgirêkên navxweyî yên YNKê û ji hev nêzîkkirina baskên nav YNKê ye.

 

Peyamnêrê Rûdawê da xuyakirin, ku şanda Îranê dê sibe li gel her du aliyên Navenda Biryardana YNKê û Pirraniya Polîtboruya YNKê bicive.

 

Erkan Elî ew yek jî da zanîn, ku zanyarî hene ku şanda Îranê dê li gel Serokê Giştî yê Tevgera Gorranê Newşîrwan Mistefa jî bicive.

 

Herwiha hat ragihandin, berî ku şanda Îranê bi her du baskên YNKê re rûne, dê her du bask dê cuda ji hev bicivin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst