Efrîn: Grûpên opozîsyonê ava heyî jî ji bo zeviyên ku dest daniye ser bi kar tînin

02-08-2023
Hisên Omer
Efrîn: Grûpên opozîsyonê ava heyî jî ji bo zeviyên ku dest danîne ser bi kar tînin
Efrîn: Grûpên opozîsyonê ava heyî jî ji bo zeviyên ku dest danîne ser bi kar tînin
Nîşan Efrîn Kêmbûna Avê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ava ku ji Bendava Meydankê tê berdan û li Gola gundê Birc Evdalo ya herêma Efrînê tê civandin têra zeviyên çandiniyê û darên cotkarên herêmê nake.

Li Efrînê zevî bûne axa ziwa û tî, dar û ber û çandinî zerhimî ne û nêzîkî hişkbûnê bûne.

Bi sedema kêmbûna asta ava Bendava Meydankê, ji bo avdanê aveke kêm tê berdan.

Di nava 15 rojan de tenê 3ê rojan av ji bendavê dihat berdan lê niha, ji bo zêdekirina berdana avê bernameyek hatiye danîn.

“Piştî ku xelkê nerazîbûna xwe anî ziman bernameyek hate danîn”

Cuma Hesenê ku cotkarekî ji gundê Basûtê yê navçeyê ye ji Tora Medyayî ya Rûdawê re behsa sedema kêmbûna avê kir:

“Îsal li Efrînê pirsgirêka kêmbûna avê çêbû. Helbet kêmbûna avê bandor li çandiniyê, daran û erdan kir.

Ji ber ku îsal baran kêm hat, av di Bendava Meydankê de kêm bû. Piştî ku xelkê nerazîbûna xwe anî ziman niha bernameyek hate danîn ku dê av di nava hefteyekê de 4 rojan were berdan.”

Kêmbûna avê bandor li ser berhemên cotkaran kiriye

Niha li herêma Efrînê demsala çinîn û berhevkirina fêkiyên havînê ye.

Kêmbûna avê bandoreke mezin li ser berhemên cotkaran kiriye. Herwiha şênkatiyên havînî jî rastî zerer û ziyaneke mezin hatine.

Çavkaniyên ku li herêmê ji Rûdawê re axivîne, dibêjin ku fermandar û çekdarên grûpên opozîsyona Sûriyeyê ava heyî jî ji bo zeviyên ku wan dest danîye ser yan jî kirê kirine bi kar tînin û cotkarên herêmê ji pişka avê bê par dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst