Li Wanê lehî: 32 xanî herifîn, 900 serî pez jinav çûn

02-08-2021
RÛDAW
Nîşan Wan Çaldêran Elbak Qerqelî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Wanê ji hefteya borî ve baraneke zêde dibare û ev jî li çend navçeyên wê parêzgehê bû sedema lehiyê û di encamê de bi giştî 900 serî pez jinav çûn û 32 xanî herifîn.

Li navçeyên Qerqelî û Çaldêran ên Wana Bakurê Kurdistanê di encama lehiya duh de hejmareke xaniyan herifîn û 150 serî pez jinav çûn.

Li gundê Yukari Balçikli yê ser bi navçeya Qerqeliyê ve duh ji ber barana zêde 20 xanî di bin lehiyêde man û axurek rûxiya. Xebatên ji bo asayîkirina jiyanê li wî gundî berdewam dikin.

Muxtarê gund amaje bi wê kir ku jibilî ziyana li xanî û axuran, 50 serî pez jî telef bûne.

Li gundên Osmanli û Çubuklu û mezraya Çorakli yên ser bi Çaldêranê ve, ji ber lehiyê bi giştî 6 xanî, 2 wesayît û kargehekê zirar dît û 55 serî pez jinav çûn.

Qaymeqamê Çaldêranê Yusuf Duranî ragihand ku wan hemû şiyanên xwe seferber kirine ku welatî mexdûr nebin û jiyan bê asayîkirin.

Cîgirê Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Muhterem Înce duh serdana Wanê kir û çû wan deverên ku lehiyê ziyan gihandiyê.

Muhterem Înce çû gundê Xaşkanê û mezra Onikidere yên ser bi navçeya Elbakê ve û derbarê xebatên li herêmê birêve diçin zanyarî wergirtin û di kongreyeke rojnamevaniyê de amaje bi wê kir ku karesateke mezin rû daye.

Cîgirê Wezîrê Navxwe got, “Malên 11 hemwelatiyên me li gundê Esenyamaç û malek jî li mezra Onikidere êdî ji kar ketine. Pêwîstî bi ava vexwarinê heye û ev dê bê dabînkirin. Heta niha 900 serî pez telef bûne. Ev mexdûrî jî dê ji aliyê dewletê ve bê jinavbirin. Jêrxane xerab bûye û xebatên pêwîst dê bên kirin. Li Esenyamaçê pirsgirêka elektrîkê hebû û li vir jî xebatên pêwîst hatin kirin û elektrîk hat dabînkirin.”

Li aliyê din keça bi navê Kader Yurtseven ku duh di bin lehiyê de mabû û ji aliyê kesên derdorê ve hatibû rizgarkirin, behsa wan kêliyan kir.

Wê keça 23 salî diyar kir, dema ku ew li birayê xwe digeriya, bi ber lehiyê ket û got, “piştî demekê jinekê ez ji rizgar kirin. Li wir ez ji ser hişên xwe çûm. Piştî wê tiştek nayê bîra min. Hizra min li ser xwişk û birayên min bû. Lehiyê mala me wêran kir, ajelên me mirin. Tiştekî me nema. Bavê min di zindanê de ye. Em daxwaza alîkariyê dikin, ez kêfxweş im ku rizgar bûm, lê hê jî ew tirs li ser min maye.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst