Midibusek ket Gola Wanê: 11 kes birîndar in

02-07-2023
Zînê Cahîde Akgul
Nîşan Gola Wanê Qeza
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Westanê ya ser bi parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê ve midibusek ji rê derket û ket nav Gola Wanê, di encamê de yek ji wan bi giranî 11 kes birîndar bûn.

Îro Yekşemê 2ê Temûza 2023an li navçeya Westanê ya ser bi parêzgeha Wanê ve midibusek nêzîkî tesîsên civakî yên Karûbarên Avê yên Dewletê ji rê derket û ket nav Gola Wanê.

Li ser agahdarkirinê tîmên tendirûstiyê, cenderme û agirvemirandinê çûn cihê bûyerê û 11 kes bi awayekî birîndar hatin rizgarkirin û ji bo nexweşxaneyê hatine veguhestin.

Li gor zanyariyan rewşa birîndarekî di metirsiyê de ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst