Malbatek li kampa Berdereş: Cîranên me alîkariya me dikin

02-07-2020
Eyûb Nisrî
Eyûb Nisrî
Li kampa Berdereş nêzikî 5000 penaberên Rojavayê Kurdistanê dijîn
Li kampa Berdereş nêzikî 5000 penaberên Rojavayê Kurdistanê dijîn
Nîşan Kampa Berdereş Rojavayê Kurdistanê Penaberên Rojava Başûrê Kurdistanê
A+ A-

Duhok (Rûdaw) - Penaberên li kampa Berdereş giliyê dikin ji nebûna xizmetguzariyan û malbatek jî dibêje, "Pereyê mehane didin me têrî me nake, cîran alîkariya me dikin."

Li kampa Berdereş nêzikî 5000 penaberên Rojavayê Kurdistanê dijîn, beşek ji wan giliyê dikin ku xizmetguzarî kêm in û elektirîka wan danê sibehê nîne. Beşek din a penaberan jî dibêjin, ew pareyê ku mehane didin wan têrî pêdiviyên wan nake û daxwaza zêdekirina wî pereyî dikin.

Penaberên kampa Berdereş li bin siya çadiran dimînin, ji ber ku li gor xiştê belavkirina elektirîkê demjimêr 06.30 ta 12.00 û ji demjimêr 16.00 ta 19.30 elektirîka wan nîne.

Penaber Ebdulqadir Yûsif dibêje, “Kareba me ji 12.00 ta saet 16.00 kêm e, germ e, ji demjimêr 11.00 ta 17.00 baştir bû, ji ber pîran, nexweş û zarokan.”

Li kampa Berdereş 4,822 penaber dijîn, mehane bo her yek ji wan 22 hezar dînarên Iraqî tên mezaxtin. Beşek ji wan ew pere têrî nake, nemaze ew malbatên ku nexweşên wan hene, pêdiviyên wan zêdetir in.

Penabera bi navê Fatma Mela Ehmed dibêje, “Rewşa me nîne, rewşa madî çi nîne, em hatin vê derê me got ‘em dê derkevin, zarokên em dê kar bikin’, lê em dernexistin ji vir, her mehê 22 hezar dînar têrî 10 rojan dike, dema perê me xilas bû cîran alîkariya me dikin. Em ji dukanê bi deyn tînin, heta yê vê mehê tê em didin deyn û dîsa deyn dikin.”

Beşek ji girîftên girêdayî saziyên navxwe di hewldanê de çareser bikin, beşên din ku perê xwarinê ye, saziya WFP standardek daniye û di şiyanê de nîne bê guhertin.

Menal Mihemed, Rêvebera Bersivdana Qeyranan li Duhokê, diyar dike, “Me hewl daye ku em li gel Rêveberiya Karebayê ku xiştê wan ê karebayê bê guhertin ê dana demjimêrên karebayê, ya xwarinê rêxistina WFP hinek krîter danîne hemûyan li xwe nagire, lêbelê kampa Berdereş dane hemûyan ji ber penaberên nû ne.”

Li gor amarên Komîsyona Bilind a Penaberan 244 hezar û 207 penaberên Rojavayê Kurdistanê li 10 kampên li Başûrê Kurdistanê dijîn.

Kampa Berdereş sala 2014an hatibû çê kirin ji bo koçberên deşta Neynowa û sala 2019 dûbare hat bikaranîn ji bo penaberên Rojavayê Kurdistanê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst