Li Zanîngeha Kobaniyê merasîma derçûnê hat lidarxistin

02-06-2024
Nîşan Zanîngeha Kobaniyê Derçûn Rêûresm
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li Zanîngena Kobaniyê ya Rojavayê Kurdistanê rêûresma sêyemîn a derçûnê pêk hat.

Zanîngena Kobaniyê wêneyên rêûresmê li ser hesabê xwe yê Facebookê belav kirin.

Zanîngena Kobaniyê di daxuyaniyê de bal kişand ser êriş û zextên Tirkiyeyê jî û wiha got:

“Îro, rêûresma sêyemîn derçûyên Zanîngeha me pêk hat.

Rêûresmê li zanîngehê dest pê kir. Paşî xwendekar derbasî Şehîdgeha Kobaniyê bûn û Şehîdên Şoreşê bi bîr anîn.

Çalakiyê li Lîstikgeha Kobaniyê bi tevlîbûna hezaran ji welatiyan berdewam kir.

Li vir li ser navê Rêveberiya Zanîngehê û Rêveberiya Xweser axaftin hatin kirin.

Di axaftinan de girîngiya pêwendiya zanîngeh û civak, zanist û civak hat ziman. Xwendekarên derçûyî hatin pîroz kirin. 

“Li hemberî gef û êrişên dijmin helwest hat nîşandan”

Her wiha li hemberî gef û êrişên dijmin helwest hat nîşandan.

Medya Osman Eliyê li ser navê Meclîsa Xwendekaran girîngiya xwendina bi zimanê dayikê û xwendina zanistê bi Zimanê Kurdî destnîşan kir.

Di heman demê de bal kişand ser dîrokîbûna vê rojê.

Di dawiyê de belgeyên derçûnê yên xwendekaran hatin belavkirin. Her wiha çalakiyên hunerî hatin nîşandan. 

Em ji xwendekarên xwe yê derçûyî re serkeftinê dixwazin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst