Tirkiyê gundekî Amêdiyê topbaran kir

02-06-2022
RÛDAW
Nîşan Amêdî Tirkiye Topbarana Tirkiyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Îro Pêncşemê 10 top li nêzikî gundê Ravîna ya ser bi navçeya Amêdîyê ya Duhok a Herêma Kurdistanê ketine xwarê.

Mixtarê gundê Ravîna Refat Salih ji Rûdawê re ragihand, top di saet 15:30an de hatine avêtin  û got, “Top ji aliyê artêşa Tirkiyê ve hatine avêtin, ti ziyanên canî çênebûne lê tirs di nav xelkê de çêkiriye.”

Refat Salih diyar kir, top ji aliyê artêşa Tirkiyê ve ji nuqteyên leşkerî yên li ser sînor hatine avêtin û li bax û zeviyên gundiyan ketine.

Ji sala 2020an ve Tirkiyê 4 operasyon li dijî PKKê li Herêma Kurdistanê pêk anîne. Operasyona herî dawî ya bi navê “Pence-Kilîl”, di 18ê Nîsanê de dest pê kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst