Li ser sînor bûyereke trajîk: Dayikeke Efxanî ji serma canê xwe ji dest da

02-01-2022
RÛDAW
Nîşan Wan Bakurê Kurdistanê Rojhilatê Kurdistanê Efxanî Dayika Efxanî Koçberên Efxanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li ser sînorê navbera Rojhilat û Bakurê Kurdistanê jineke koçber a Efxanistanî ji ber sir û sermayê canê xwe ji dest da û destên du zarokên wê jî ji serma şewitîn. Li gor zanyariyan wê dayika Efxanistanî berî ku ji serma canê xwe ji dest bide goreyên xwe ji lingên xwe derxistine û xistine destên zarokên xwe.

Piştî kontrolkirina Efxanistanê ji aliyê Talîbanê ve bi hezaran koçber ji wî welatî derdikevin û li ser sînorên Îran,  Rojhilat û Bakurê Kurdistanê berê xwe didin welatên din. Di dema derbaskirina sînoran de rojane bûyerên trajîk diqewimin û beşek ji wan koçberan li ser sînor canê xwe ji dest didin.

Destên du zarokên wê ji ber sermayê şewitîn

Herî dawî yek ji wan bûyerên trajîk li ser sînorê navbera Rojhilat û Bakurê Kurdistanê qewimî ku dayikeke koçber a Efxanistanî canê xwe ji dest da û destê du zarokên wê jî ji ber sermayê şewitîn.

Li gor zanyariyên di medyaya Tirkiyê de belav, bûne dayikeke koçber a Efxanistanî dema hewil dida li ser sînorê di navbera Bakur û Rojhilatê Kurdistanê de ji sînor derbas bibe rûbirûyî şert û mercên giran ên zivistana navçeyê bûne û di encam de wê dayika Efxanistanî canê xwe ji dest daye û sermayê bandor li destên herdu zarokên wê kiriye û destên wan zarokan ji ber sermayê şewitî ne.

Li gor agahiyan wê dayika koçber a Efxanistanî berî ku canê xwe ji dest bide herdu goreyên xwe ji lingên xwe derxistine û xistine destên zarokên xwe daku serma bandorê li wan neke, lê piştî demekê ew bixwe canê xwe ji dest dide.

Termê wê birin gundekî Rojhilat

Medyaya Tirkiyê dibêje herdu zarokên wê koçbera Efxanistanî piştî ku dayika wan canê xwe ji dest dide dimeşin û xwe digehînin gundekî navçeya Qerqeliya Wanê. Xelkê wî gundî demildest diçin cihê  bûyerê, lê ji ber termê wê dayika Efxanistanî li ser sînorê Rojhilatê Kurdistanê bûye neçar dimînin termê wê bibin gundekî Rojhilatê Kurdistanê.

Canjidestdana wê dayika Efxanî li ser torên civakî gelek deng veda. Gelek kesan dîmenên wê dayika koçber û herdu zarokên wê li ser hesabên xwe belav kirine. Di dîmenan de termê kesekê xuya dike ku poşet xistine lingê xwe. Herwiha di dîmenan de xuya dike ku sermayê gelek bandor li destên wan herdu zarokan kiriye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst