Beşa Kurdî li ser asta doktorayê yekem derçûyê xwe da

02-01-2020
Mihemed Emîn Demir
Nîşan Zafer Açar Kurd Beşa Kurdî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Beşa Ziman û Wêjeya Kurdî li Enstîtuya Zimanên Zindî ya Zanîngeha Çewligê li Bakurê Kurdistanê, li ser asta doktorayê yekem derçûyê xwe da.

Zafer Açar li Beşa Ziman û Wêjeya Kurdî li Enstîtuya Zimanên Zindî ya Zanîngeha Çewlîgê, doktoraya xwe birêve dibir û bi şêwirmendiya Dr. M. Zahir Ertekîn tezeke bi navê ‘Reftarên Diyarker li ser Tercîhkirina Ziman di Jiyana Kurdîzanan de’ amade kir û pêşkêşî jûriya zanîngehê kir.

Açar di wê teza xwe de lêkolîn li ser wê kir ka dema kurdîzan dikevine pêwendiyê  bi kesên din re, ew ji herdu zimanan bêtir kîjan zimanî tercîh dikin û sedemên vê tercîhê çi ne?

Zafer Açar ji bo lêkolîna xwe bike li bajarê Wanê li kolanan, bi 316 kesan re anket û bi 16 kesan re jî hevpeyvîn pêk anîne ku helwesta kurdîzanan a raber zimanê wan ê pêwendiyê hîn bibe.

Ew xwendekarê Kurd piştî ku xebata xwe amade kir, pêşkêşî jûriyê kir ku ji zanîngeha Artukluyê jî akademîsyen di wê tîma jûriyê de amade bûn.

Di encama wê merasîma pêşkêşkirina tezê de Zafer Açar bi awayekî serkevtî teza xwe parast û bû yekem derçûyê wê beşê li ser asta doktariyê ku teza xwe bi Kurdî amade kiriye.

Zafer Açar derbarê vê serkevtina xwe de ji Rûdawê re ragihand, “Ez gelekî bextewar im ku min xebata xwe qedand û jûriyê ew pejirand.”

Di dewama gotinên xwe de Zafer Açar dibêje, “Eger ev serkevtinek be, ew bêtir serkevtina zimanê Kurdî, Beşa Ziman û Wêjeya Kurdî ya Zanîngeha Çewlîgê û şêwirmendê min M. Zahir Ertekin e.”

Şêwirmendê Zafer Açar, Doç. Dr. M. Zahir Ertekin, ji Rûdawê re axivî û diyar kir ku li zanîngeha Çewlîgê niha 26 xwendekar di beşa Kurdî de doktoraya xwe dikin û got ku Zafer Açar yekem derçûyê wê beşê ye di nav 9 xwendekarên ku ew şêwirmendiya wan dike d.

Tez û lêkolîna Zafer Açar yekem tez e ku di asta doktorayê de bi zimanê Kurdî tê qebûlkirin. Berî niha li zanîngeha Dîcleyê li Amedê xwendekarên ku li Beşa Ziman û Wêjeya Kurdî doktora dikirin, ji aliyê rêveberiya wê zanîngehê ve daxwaz ji wan hatibû kirin ku tezên xwe bi zimanê Tirkî amade bikin.

Di jûriya ku Zafer Açar li ber berevanî li teza xwe kir, jibilî akademîsyenên ji Zanîngeha Çewligê û Zanîngeha Artukluyê, hejmareke xelkê jî tê de beşdar bûn û pîrozbahiyên xwe pêşkêşî Zafer Açar kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst