HSD ji bo vekişîna ji Helebê danûstandinan dike

02-12-2024
RÛDAW
Nîşan HSD Heleb Şêx Meqsûd Esrefiye Ferhad Şamî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Sûriyeya Demokratîk 9HSD)  ji bo xwe ji du taxên Kurdan ên li Helebê vekişînin danûstandinan dike.

Li gorî zanyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê, HSD ji bo vekişandina ji taxên Eşrefiye û Şêx Meqsûdê yên Helebê di nava danûstandinan de ye ew vekişîn dê di bin çavdêriya hêzên Amerîkiyan de be.

Çekdarên Heyeta Tehrîr El Şamê bêyî ku rastî berxwedana hêzên hikumeta Sûriyeyê bên piraniya bajarê Helebê kontrol kirin.

Çekdaran xwest bikevin her du taxên Kurdan Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên li Helebê.

Her wiha Heyeta Tehrîr El Şamê ji HSDyê xwestiye ku li gel çekên xwe ji Helebê derkevin.

Lê heta niha her du taxên Kurdan ên navborî di bin kontrola HSDyê de ne.

Berpirsê Navenda Ragihandinê ya HSDyê Ferhad Şamî ev îdia red kir.

Ferhat Şamî ji televîzyona El Arabiye re axivî û got, “Em dê rêzê li biryara Hêzên Rizgariya Efrînê û gelê Efrînê yê koçberkirî yên derbarê herêma Şehba de bigirin.

Gotinên ku dibêjin vekişîna ji Şêx Meqsûd û Eşrefiye hatiye qebûlkirin ti rastiya wê nîne.

Em dê piştgiriyê bidin her biryareke li dijî rêxistinên terorê.”

Çi dibe?

27ê Çiriya Paşîn komên girêdayî Heyeta Tehrîr El Şamê (HTŞ) êrişî parêzgehên Heleb û Îdlibê kir.

Di encama wan êrişan de HTŞyê gelek deverên Heleb û Îdlibê kontrol kirine.

Piştî kontrolkirina wan deveran HTŞyê berê xwe da bajarê Hemayê ku çaremîn bajarê mezin ê Sûriyeyê ye.

Li gorî çavkaniyên xwecihî, artêşa Sûriyeyê û hêzên Rûsyayê xwe ji Hemayê vekişandiye Himsê.

Her wiha HTŞyê ragihand ku artêşa Sûriyeyê ji bajarê Hemayê “reviyaye”.

Lê belê artêşa Sûriyeyê jî ragihand ku ew ji Hemayê venekişiyane û li bakur û rojhilatê bajêr xwe ji êrişan re amade dikin.

Li aliyê din, li gorî çavkaniyên xwecihî balafirên şer ên Rûsya û Sûriyeyê komên çekdar bombebaran dikin.

Çavkaniyên xwecihî dibêjin ku heta niha herî kêm 14 gund û bajarokên Hemayê ketine bin kontrola HTŞ û komên girêdayê wê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst