Tendirustiya Hewlêrê banga alîkariyê kir: Nexweşxane tijî bûne ji birîndaran

01-12-2016
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Hewlêr Tendirustiya Hewlêrê Nexweşxane Birîndar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Rêveberiya Tendirustiya Hewlêrê daxwaza alîkariyê ji rêxistin û saziyên navdewletî û civaka navdewletî kir û ragihand: "Nexweşxaneyên me tijî birîndaran şerê Mûsilê bûne."

 

Rêvebirê Giştî yê Tendirustiya Hewlêrê Dr. Saman Berzincî îro pênşemî 1ê Kanûna 2016ê li bajarê Hewlêrê li gel Alîakrê Wezareta Tendirustiya Iraqê Hazim Cumeylî û Nûnerê Rêxistina Tendirustiya Cîhanî Mihemed Hemaşe konfranseke hevbeş a rojnamevanî da.

 

Di vê konfransa rojnamevanî de, Dr. Saman Berzincî ragihand: “Em rastî rewşeke dijwar hatine ji ber hatina hejmara zêde ya aware û birîndaran sivîl û serbazên birîndar ên Artêşa Iraqê, ku di encama operasyona Mûsilê de birîndar bûne û bo nexweşxaneyên bajarê Hewlêrê hatine veguhastin.”

 

Dr. Saman Berzincî daxwaza alîkariyê ji Netewên Yekbûyî, Tendirustiya Cîhanî û Hikûmeta Iraqê kir, ku alîkariyan bidin û piştevaniya nexweşxaneyên sînorê parêzgeha Hewlêrê bikin.

 

Dr. Berzincî got: “Li wan sê nexweşxaneyên Hewlêrê ku ji bo birîndaran hatine dabînkirin, heta hinek caran her 3 nexweşxane tijî dibin ji birîndaran.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst