Li Derkar a Zaxoyê di navbera PKKê û leşkerên Tirkiyê de şer derket

02-11-2020
RÛDAW
Gerîlayên PKKê li gundekî sînorî yê bajarokê Derkarê bi roketan êrîşî xaleke artêşa Tirkiyê kirine.
Gerîlayên PKKê li gundekî sînorî yê bajarokê Derkarê bi roketan êrîşî xaleke artêşa Tirkiyê kirine.
Nîşan Derkar Zaxo PKK Artêşa Tirkiyê Şer
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li bajarokê Derkarê yê ser bi qezaya Zaxoyê li parêzgeha Duhokê, di navbera gerîlayên PKKê û hêzên Tirkiyê de şerekî giran derket.

Li gor agahiyan, gerîlayên PKKê li gundê Dudankê yê ser bi bajarokê Derkar ve bi roketan êrîşî xaleke leşkerî ya artêşa Tirkiyê li sînorê bajarokê Derkarê kirine û hêzên Tirkiyê jî bersiva wan dane û di navbera herdu aliyan de şer derketiye.

Peyamnêrê Rûdawê yê li Zaxoyê, Yûsif Mûsa ragihand, li gor agahiyên ji deverê, piştî ku gerîlayên PKKê bi roketan êrîşî xala artêşa Tirkiyê kirine, hêzên Tirkiyê di bersivê de 36 gulleyên topê avêtine derdora binkeyê û cihê ku bi gumana wan êrîş ji wê derê ve hatiye kirin.

Di encama pevçûnên herdu aliyan û herwiha topbarankirina deverê ji aliyê artêşa Tirkiyê ve agireke mezin bi daristanên deverê ketiye.

Peyamnêrê Rûdawê diyar kir, derbarê zirarên şer û pevçûnên îşev de hêj ti agahî nehatine ragihandin.

Ne artêşa Tirkiyê û ne jî PKKê bi fermî tiştek li ser şerê îşev li Derkar a Zaxoyê belav nekirine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst