Li Amedê Şahiya Hevselê hat lidarxistin

01-10-2023
RÛDAW
Nîşan Şahiya Hevselê Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Amedê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Şahiya Baxçeyên Hevselê yê ku di Lîsteya Mîratên Cîhanî ya UNESCOyê de cih digire hat lidarxistin.

Şahiya Hevselê ji aliyê Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Amedê ve hat organîzekirin.

Armanca şahiyê ew e ku xelk li xwarin û berhemên wê parêzgehê xwedî derkeve û balê bikşînin ser parastina Baxçeyên Hevselê.

Serokê Odeya Pîşesazî û Bazirganî ya Amedê (DTSO) Mehmet Kaya anî ziman:

“Em nîşanên erdnîgariyê werdigrin. Ji bo gastroînovasyonê em şefan tînin.

Hefteya borî me li nav rezan danasîna Tiriyê Reşmîrî yê li ser navê parêzgehê tomar bûye, kir û me behsa rêwîtiya tirî û penîr kir.

Şahiya Hevselê jî ji bo wê yekê ye ku em balê bikşînin ser Baxçeyên Hevselê.

Ew keskahiyên li vir çêdibin, ên ku bûne sembolên erdnîgariya vir û yên em dixwazin bikin sembolên erdnîgariyê di vê şahiyê de pêşkêşî beşdaran hatin kirin.”

Xwarinên ku şefên pispor amade kirin li beşdaran hatin belavkirin.

Piştî xwarinê beşdaran li ber dengê hunermendê navdar Mehmet Atli govend gerandin. Carna jî ligel wî stran gotin.

“Her nifş dikare mîraseke baştir ji nifşê piştî xwe re bihêle”

Serokê Odeya Pîşesazî û Bazirganî ya Amedê (DTSO) Mehmet Kaya herwiha got:

“Her nifş çiqas bixebite dikare mîraseke baştir ji nifşê piştî xwe re bihêle.

Ya ku em jî dixwazin bikin ew e, daku em bikarin çalakiyên bi vî awayî hêdî hêdî zêde bikin.”

Tebaxa 2023yan UNESCOyê biryar da ku Keleha Amedê û Qada Peysaja Çandî ya Baxçeyên Hevselê bikevin Lîsteya Mîratên Cîhanî yên di metirsiyê de û bên parastin.

Ew biryar di civîna Îlona 2023yan a UNESCOyê de ku li Riyaza paytexta Erebistana Siûdiyê hat kirin nehat qebûlkirin.

Di salên dawî de Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Amedê wek sembolên erdnîgariyê 48 xwarin, şêrînî, keskahî û fêkî li ser navê wî bajarî tomar kirine.

Gelek ji wan berhemên ku di xwarinan de tên bikaranîn ên Baxçeyên Hevselê ne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst