Li Rojavayê Kurdistanê rêxistineke xêrxwaz dibistanan nûjen dike

01-10-2022
Xalid Cemîl Mihemed
Li Rojavayê Kurdistanê rêxistina Demos dibistanan nûjen dike.
Li Rojavayê Kurdistanê rêxistina Demos dibistanan nûjen dike.
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Rojavayê Kurdistanê gelek caran rexne li Rêxistinên mirovî tê girtin ku zêdetir alîkariya navçeyên Dêrazorê û Reqayê tê kirin, li Qamişlo rêxistinekê bi karê çaksazkirina 2 dibistanan rabû ku têde nêzîkî 1000 xwendevan dixwînin.

Di demekê de ku xwendekarên Rojavayê Kurdistanê, ji bo berdewamiya xwendina xwe li dibistanan, gelek zehmetiyan dibînin, rêxistina sivîl a bi navê “Demos” ku binkeya wê li bajarê Qamişlo ye, bi çend projeyên xizmetguzariyê radibe. Ji wan jî, li gorî zanyarî û girteyên vîdyoyî ku ji Tora Medyayî ya Rûdawê re hatine şandin, projeya amadekirin û çaksazkirina du dibistanên Taxa Hilêliyê li bajarê Qamişlo, ku, bi gotina nişteciyekî wê taxê, derdora hezar xwendekarî sûdê jê werdigirin.

Ji xelkê Taxa Hilêliyê Ebdulhekîm Şukrî Holê dibêje: “Rêxistinê henefî guhertin û kursî û mase anîn, lêxelkên weke mamoste Faroq Ibrahîm, bîreke ertîwazî li nav dibistanekê kola, jibo ku herdu dibistan sûdê jê bibînin. Di paşerojê de, sûda karên Ku ew rêxistin ûxelk pê rabûn, êdî welatî, xwendekar û mamoste wê sûdê jê bibînin.”

Ev proje di çarçoveya planekê de ne, li jêr navnîşana “EM HEMÛ BEŞEK IN JI TEVAHIYÊ”, ku wê rêxistinê daye ber xwe. Ev yek bi hevahengî ligel Komîna Taxa Hilêliyê hate kirin.

Hevterîpî wê yekê jî, mamosteyekî ji xelkên wê taxê, du bîr li dibistanan û yek li dawiya Taxa Hilêliyê kolan, ji bo ku xelk sûdê jê bibînin.

Welatiyekî Ji Komîna Taxa Hilêliyê yê bi navê Ebdulkerîm Kozî jî, wê rêxistinê kursî û maseyên nû ji bo dibistana taxa wan anîn, û wê xwendekar û mamoste sûdê jê bibînin.

Rêxistina Demos, 1ê Cotmeha 2019yan hate damezrandin, û ji wê demê ve, weke ku ji ragihandiye, bi hejmarekê ji çalakiyên xizmetguzariyê li navçeyên Rojavayê Kurdistanê û Bakur Rojhilatê Sûriyê radibe, û hêj di vî warî de berdewam be.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst