'Bila 2023 bibe sala Yaşar Kemal'

01-10-2021
Abdulselam Akinci
Wêne: Rûdaw Grafîk
Wêne: Rûdaw Grafîk
Nîşan Yaşar Kemal Nivîskarê Kurd Şemsedîn Bozkûrt Xalid Sadinî 2023 Sala Yaşar Kemal Qahir Bateyî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Karsazê Wanî Şemsedîn Bozkûrt daxwaz û pêşnîyar kir ku sala 2023an weke sala nivîskarê Kurd Yaşar Kemal were ragihandin ku li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê di çarçoveya sala Yaşar Kemal de çalakî werin encamdan da ku Yaşar Kemal were bîranîn.

Yaşar Kemalê ku bi eslê xwe ji gundê Arnêsê yê bi ser navçeya Bêgira Wanê ya Bakurê Kurdistanê ye, li gundê girêdayî Osmanîyê Hemîteyê hatiye dinyayê. Yaşar Kemal her çend Kurd be jî hemû berhemên xwe bi Tirkî nivîsiye û ew çendîn car ji bo xelata nobelê weke namzed jî hatiye ragihandin lê komîte ya nobelê xelat nedan Yaşar Kemal.

Yaşar Kemal di 6ê Cotmeha 1923an de jidayîk bûye û di sala 2023an de sed salîya wî ye. Niviskarê navdar ê Kurd Yaşar Kemal di 28ê Sibata 2015an de canê xwe jidest dabû.

Gundê Arnêsê ya ser bi navçeya Bêgiriya Wanê ve gundê nivîskarê Kurd Yaşar Kemal e. Karsazê Wanî Şemsedîn Bozkûrt yê ji Arnêsê daxwaz dike ku sala 2023an weke sala nivîskar Yaşar Kemal were destnîşankirin û di sedsalî ya xwe de Yaşar Kemal li Wanê û li seranserê Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê bi çalakiyan were bibîranîn.

Karsazê Wanî Şemsedîn Bozkûrt got “Em dê bi daxwaznameyekî serî li Wezareta Çand û Tûrîzmê bixin ku ew bi fermî daxwaza me gotûbêj bikin da ku sala 2023an weke sala Yaşar Kemal were ragihandin.”

Yaşar Kemal her çendî bi eslê xwe ji gundê Arnêsê be jî ew di 6ê Cotmeha 1923an de li gundê Hemîte yê bi ser parêzgerîya Osmaniye ve ji dayîk bûye û 2023ê sed salîya wî ye. Biryar û cîbicîhkirina vê pêşniyazê di destê dethilatê û Wezareta Çand û Tûrîzmê de ye û hê ev daxwaz bi awayek fermî radestî saziyên pêwendîdar nehatîye kirin lê ev fikir ya bo sedsaliya Yaşar Kemal di nav rewşenbîr û nivîskarên Kurd de jî ji anha da bûye cîhê gotûbêjê.

Nivîskar Qahir Bateyî dibêje “Ez vê fikrê vê pêşniyazê di cîh de dibînim. Hewceye ku civak li Yaşar Kemal xwedî derkeve.”

Nivîskar Îhsan Colemêrgî got “Ez vê fikrê gelekî di cîh de dibînim. Li ber dilê min Yaşar Kemal rewşenbîr, hunermend û romannivîseke ku ne di nav tixûbê Tirkiyê de di nav tixûbê cîhanê de tê naskirin.”

Nivîskar Xalid Sadînî dibêje “Mixabin jiber ku Yaşar Kemal bi Kurdî nenivîsiye em nikarin wî weke nivîskarekî Kurd qebûl bikin. Lê dîsa jî bila sala 2023ê bibe sala Yaşar Kemal. Ji bo Kurdî jî ji bo kurdistanê jî ji bo Tirkiyê jî ji bo welatên navnetewî jî ev yek tiştekî derbasdar e. Lê heke li ser navê Kurdî çêbibe ez vê yekê dirust nabînim.”

Li gel nêrînên nivîskar û rewşenbîrên Kurd kes û karên Yaşar Kemal jî razî ne ku 2023ê weke sala Yaşar Kemal were ragihandin.

Bedredîn Încî kurapê Yaşar Kemal got “Em hemû pê kêfxweş dibin. Bila Wan jî bi Yaşar Kemal bizanibin bila Arnês jî bizanibin. Bila milletê me jî pê kêfxweş bibin û bila herkes pê bizanibin ku sala 2023an bibe sala Yaşar Kemal.”

Silhedîn Încî kurapê Yaşar Kemal dibêje “Yaşar Kemal lîderê dinyayê bû, nivîskarê dinyayê bû, hemû dinya vê yekê dizane. Xwezî herkes mîna Yaşar Kemal demokratîk bûna û li miletê xwe û şerefa xwe xwedî derketana.”

Yaşar Kemal yekem nivîskarê welat bû ku ji bo xelata nobelê çendîn car weke namzed hatibû ragihandin lê ewî xelat wernegirtîbû. Nivîskarê Kurd yê ku hemû berhemên xwe bi Tirkî nivîsîbû û berhemên wî ji bo bi dehan zimanên biyanî hatibûn wergerandin di 28ê Sibata 2015an de jiyana xwe ji dest da.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst