YPJyê zarokek û du jinên Êzidî rizgar kirin

01-08-2024
RÛDAW
Nîşan YPJ Kurdên Êzidî Rizgarkirin Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Yekîneyên Parastina Jinan (YPJ) a Rojavayê Kurdistanê ragihand ku zarokek û 2 jinên Kurd ên Êzidî rizgar kirine.

Li gorî daxuyaniya YPJyê her du jinên Kurd ên Êzidî 3yê Tebaxa 2014an ji aliyê çakdarên DAIŞê ve li Şengalê hatine revandin.

Kesên hatine rizgarkirin Ezîze Xalid Eliya 25 salî, Tewaf Dawûd Çetoya 24 salî û zaroka bi navê Xunav in.

Ezîze Xalida ji gundê Koçeyê yê Şingalê û Xunav li Kampa Holê hatine rizgarkirin.

Tawaf Çeto jî li ser sînorê Sûriye-Îraqê dema hewl dida xwe xilas bike, hatiye girtin.

Piştî lêpirsînê derketiye holê ku Tawaf Çeto Êzidî ye û ji gundê Til Izêrê yê Şingalê ye.

Zaroka Êzidî ya bi navê Xunav jî dema ku hatibû revandin 2 mehî bû li cem Ezîzeya mezin bûye.

Berpirsa Ofîsa Pêwendiyan a YPJyê Lena Hisên û Berdevka YPJyê ya Ragihandinê Rûken Cemal her du jinên Êzidî pêşwazî kirin û rizgarkirina wan li tevahî jinan pîroz kirin.

Lena Hisênê got:

“Yekîneyên me yên Parastina Jinan (YPJ) ji sala 2014an heta roja îro bi sedan jinên Êzidî rizgar kirin.

Gelê Şingalê bi dehan fermanan re rû bi rû hat û li ber xwe da. Êşa herî mezin a van fermanan bû para jinên Êzidî.

Di komkujiya DAÎŞê ya sala 2014an de ev hovîtî di asteke bilind de çêbû.

Çeteyên DAIŞê bi hezaran jinên Êzidî revandin, qetil kirin, destdirêjî li wan kirin û ew di bazaran de firotin.

Bêguman wekî YPJ me parastina Şingalê û rizgarkirina jinên Êzidî erka xwe ya sereke dît û bi salane ji bo em xwe bighînin jinên Êzidî yên çarenûsa wan ne diyar, em bi hesasiyeteke mezin kar û xebat didin meşandin.”

Di sala 2014an de 6 hezar û 417 keç û jinên Kurd ên Êzidî ketine destê DAIŞê, heta niha zêdeyî 3 hezar û 570 kesî hatine rizgarkirin û çarenivîsa yên din ne diyar e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst