Bo 3 şervanên Suryan yên ji Rojava cezayê heta hetayê hat dayîn

01-07-2021
Karwan Faidhi Dri @KarwanFaidhiDri
Nîşan Şervanên Suryan Tirkiye Dadgehkirin Encûmena Leşkerî ya Siryanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Sê endamên Encûmena Leşkerî ya Siryanî (MFS) ku di sala 2019an de ji aliyên grûpên çekdar yê  ser bi Tirkiyê ve li Rojava hatibûn girtin, ji aliyê dadgeha Tirkiyê ve cezayê heta hetayê hat dayîn. Parêzerê wan jî dibêje ku Her çend têkiliya wan bi Yekîtiya Parastina Gel (YPG) re tunebe jî, ew bi zorê radestî Tirkiyê tên kirin.

Di sala 2019 an de dema Tirkiyê dest bi êrişa dagirkirina Rojavayê Kurdistanê kir Encûmena Leşkerî ya Siryanî (MFS)  gundên xwe yên Suryanî diparastin. Di êrişê de  3 endamên MSFê ji aliyê gûpên çekdar yên ser bi Tirkiyê ve hatin girtin.

Endamên MSFê Cemîl Gerges, Emed Cesîm Suud, Muhasin Xerbî Ehlî yên ku hatibûn girtin, ji aliyê dadgeha Tirkiyê ve cezayê heta hetayê hat dayîn

Parêzerê Mustafa Vefa ji Rûdawê re got ku her çend têkiliya endamên MSFê bi Yekîtiya Parastina Gel (YPG) re tunebe jî, ew bi zorê radestî Tirkiyê tên kirin.

Herwiha Vefa dibêje “artêşa azad a Sûriyê ji endamên MSFê re gotiye ku eger hûn pere nedin me, em ê we radestî Tirkiyeyê bikin. Ji ber ku perê wan tune bu ew radesti Tirkiyê hatin kirin.”

Vefa di berdewamiya axavtina xwe de wiha dibêje “heya ku wan radestî leşkerên Tirk nekin, Ceyşl Hur li wan dixin. Piştê ku ew radest dikin, leşkerên li wan îşkence dikin û bi zorê ji wan daxuyaniyan distînin. Di daxuyaniya wan de bi îşkence bi wan didin gotin `em endamê YPGê ne`.”

Li gorî belgeyek dadgehê ya ku gihîşt destê Rûdawê, sê şervanan di parastina xwe de têkiliya bi YPG re red dikin û dibêjin ku "ew tenê Suryanî ne."

Di 11ê Berfenbara 2020an de 5emîn Dadgeha Cezatê Giran ya Rihayê bi tometa “endamên rêxitina terorîstî” 7 sal û 6 meh ceza dide her sê Suryanan. Lêbelê, dadgeha Bilind biryarê red kir, û cezayek girantir xwest.

Vefa ji Rûdawê re got ku dadgehê di 22ê Hezîranê de cezayê heta hetayê li her sê Suryanan biriye lê ew ê serlêdana îtîrazê bikin.

Li aliyê din Mustafa Vefa da zanîn ku ew tenê tevlî dozê bûye lê komeleya Suryaniyan li Mêrdîn û Ewrpoayê dozê dişopandin.

Rwanga Mafên Mirovan (HRW) di 3ê Sibatê de rapotek belav kir û tê de dibêje ku Tirkiyê û çekdarên ser bi wê ve herî kêm 63 welatiyê Sûrî bi awayekî ne yasayî bo Tirkiyê veguhestine.

Herwiha HRW di raportê de wiha destnîşan dike “Me heta niha 60 bûyer tomar kirin, lêbelê li gorî raporên rêxistinên din em pêşbînî dikin ku dora 200 kes hatine girtin û bo Tirkiyê hatine veguheztin û pêvajo heya niha berdewam e,”

Di raportê de xizmên Girtiyan diyar dikin ku grûpên çekdar yên ser bi Tirkiyê ji xizmên kesên ku girtine pere dixwazin daku ew serbest berdin lê heta niha tenê yek malbat karibûye 10 hezar dolar bide.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst