Mayin bi otomobîla fermandarekî pêşmerge ve teqiya

01-07-2017
Nîşan Xurmatû Kerkûk Dubiz Pêşmerge
A+ A-

Kerkûk (Rûdaw) – Li gundê Xeraberûtê ya rojavayê Kerkûkê bombeyeke vedayî bi otomobîla efserekî pêşmerge ve teqiya û di encamê de efser û pêşmergeyek birîndar bûn. Herwiha li navçeya Xurmatû jî di encama teqeya çekdarên DAIŞê de pêşmergeyek şehîd bû.

 

Rêvebirê Polîsên Qeza û Nahyeyên Kerkûkê Emîd Serhed Qadir ji Rûdawê re ragihand: “Demjimêr 11:10ê îro 01-07-2017, li gundê Xeraberûtê ya navçeya Dûbiza Kerkûkê, bombeyeke vedayî di bin otomobîla efserekî pêşmerge de teqiya.”

 

Serhed Qadir da zanîn, ku efserê navborî di Fewca 4 a Lîwaya 5 a Şarezûr de neqîb bûye û di encama teqînê de ew û pêşmergeyek bi sivikî birîndar bûne.

 

Ji aliyê din ve, Fermandarê Hêzên Pêşmerge yê Eniya Xurmatû Ebdullah Bor ji Rûdawê re ragihand: “Şevê din, li gundê Zerge ya Xurmatû, di encama teqeya nîşangirên DAIŞê de, pêşmergeyê Fewca 2 ya Lîwaya 11 a Hêzên Pêşmerge yê bi navê Ewnî Mexdîd Resûl şehîd bû.”

 

Pêşmerge Ewnî Mexdîd Resûl ê 30 salî xelkê devera Soranê ye û bavê 3 zarokan e.

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst