Li Yunanê koçber ji apartman, hotel û malan tên derxistin

02-06-2020
RÛDAW
Rewşa penaberan li Yunanê xirabtir dibe.
Rewşa penaberan li Yunanê xirabtir dibe.
Nîşan Yunan Penaber
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Êdî rewşa penaberan li Yunanê xirab dibe, hikûmeta wî welatî biryar daye ku koçberan ji apartman û cihên mana wan derxîne.

Li Yunanê biryar hate dan, ku koçberên li apartmanan dimînin divê bar bikin. Ebdulqadir yek ji wan 11 hezar û 200 koçberên Yunanê ye ku jê re hatiye gotin, heta dawiya Hezîranê divê cihekî din bo xwe bibîne.

Ew koçberê temen 44 salî dibêje, eger her ew bi xwe bûya dikarî debara xwe bike, lê ji xeynî zarokên wî erkê bixwedîkirina dayîk û bavekî bi temen jî li ser e.

Penaberê Sûrî Ebdulqadir Rehman wiha dibêje: “Heta 30ê Gulanê dem dane me ku li vê derê bimînin û gotin piştgiriya darayî ji ser te dibirin. Eger em ji vê apartmanê derkevin kesekî me nîne hevkariya me bike û cihekî din bo me bigre û li ser cadeyan dimînin. Deh sal bû me li Sûriyê êş kişand, ji niha û şûn de li Yunanê jî êşê dikşînin.”

Hikûmeta Yunanê wan apartman, hotel û xaniyan bi koçberan dide valakirin ku demeke lê dijîn û heta astekî rewşa jiyana xwe baş kirine, wan cihan dide wan koçberên ku vê dawiyê gehiştine graven Yunanê û di jêr dar û li ser cadeyan dirazin. Koçber dibêjin, ev biryara hikûmeta Yunanê hewqasî ji nişka ve bû, xwe jê re amade nekiribûn.”

Penaberê Iraqî Mistefa Nedawî jî dibêje: “Dayîk û bavên min gelekî westiyayî ne, belgenameyên min jî ne amade ne, nizanim ber bi ku derê diçin. Biçin derve? Mala min nîne û bê pere me.”

Ji ber 10 sal bû Yunanê ji ber krîza deynan dinaland, UNHCR û Komisyona Ewropayê hevkariya koçber û penaberan dikin. Vê projeyê fêde gihandiye Yunanê jî, her çiqas hotel, motel û malên vala hebûn bi koçberan hatine tejîkirin û pereyan jî herdu rêxistin didin. Derbarê çarenivîsa wan koçberan de jî ku tên derxistin, Wezîrê Koçberan ê Yunanê dibêje, divê kar bikin, fêrî ziman bibin û xwe bixwedî bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst