HPGyê amarên şerê Metînayê belav kirin

01-05-2024
Nîşan HPG Metîna Şer
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hêzên Parastina Gel (HPG) ragihand ku li Metînayê 13 leşkerên Tirkiyeyê hatine kuştin.

HPGyê ragihandibû ku êrişa Tirkiyeyê ya ku 16ê Nîsanê li herêma Metînayê dest pê kiriye, derbasî qonaxeke nû bûye.

HPGyê îro jî ragihand ku gerîlayan li Metînayê ji du milan ve li leşkerên Tirkiyeyê xistiye û di vê çalakiyê de 13 leşker hatine kuştin.

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPGyê bi vî rengî ye:

“Li herêma Metînayê, 30ê Nîsanê li Qada Berxwedanê ya Şêlazê, hêzên me dagirker xistin bin kontrola xwe.

Hêzên me saet 09:00an ji du baskan ve li dijî van dagirkeran çalakiyeke koordîneyî kir.

Baskê destpêkê yê çalakiyê bi çekên ferdî û nîvotomatîk li koma dagirker xist ku li hev kom bûbû û ji nêz ve derbên giran lê xistin. Li vê derê 12 dagirker hatin cezakirin.

Baskê duyemîn ê çalakiyê jî bi sekvaniyê li dagirkeran xist, di encamê de dagirkerek hat cezakirin.

Di vê çalakiyê de ku ji aliyê tîmên gerîla yên pispor ve hat kirin bi giştî 13 dagirker hatin cezakirin.”

Li hêla din, HPGyê diyar kir ku di bombebarana Tirkiyeyê ya li Xakurkê de 3 kesên sivîl ên ji Rojhilatê Kurdistanê canê xwe ji dest daye.

Heta niha Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê li ser vê daxuyaniya HPGyê tiştek negotiye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst