Li Girê Spî TNT teqiya; kuştî û birîndar hene

01-04-2022
RÛDAW
Nîşan Girê Spî Kobanî Teqîn Rojava
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gundê Bexdikê yê Girê Spî ku gundekî Kurdan e, di teqîna TNT de du kesan canê xwe ji dest dan.

Li gundê Bexdikê yê li rojavayê Girê Spî dînamîta TNT bi çend kesan ve teqiya ku tunel dikolan, di encamê de du kesan canê xwe ji dest dan û 10 kesên din jî birîndar bûn.

Kesên ku di teqînê de canê xwe ji dest dane ciwan bûne û navê wan Ebdo Ismaîl Xelîl û Merwan Seîd Ehmed e.

Birîndarên bûyerê ji bo nexweşxaneya Kobanî hatine veguhastin.

Gundê Bexdikê dikeve navbera Girê Spî û Kobanî ku 20 kîlometran ji Girê Spî dûr e û 35 kîlometran dikeve rojhilatê bajarê Kobanî yê Rojavayê Kurdistanê û gundekî Kurdan e.

Gundê Bexdikê niha di kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk û Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê de ye.

Heta niha têkildarî bûyerê sazî û rayedarên Rêveberiya Xweser ti daxuyaniyek nedane.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst