Li Semsûr û Mereşê erdhej çêbûn

01-03-2023
RÛDAW
Nîşan Erdheja Mereşê Mereş Semsûr Erdhej
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez (AFAD) ragihand ku îro Çarşembê serê sibehê demjimêr 05:23 deqe bi hêza 4.4 pile li navçeya Çelaxa ser bi parêzgeha Mereşê ya Bakurê Kurdistanê erdhejek çêbûye. Herwiha her îro li navçeya Tûtê ser bi parêzgeha Semsûrê ve bi hêza 4.2 pile erdhejek çêbû.

Piştî erdheja 6ê Sibatê ya Mereşê, li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê erdhejên paşekî berdewam in.

Êvara roja Sêşembê jî çend erdhej li parêzgehên Osmaniye, Mereş û Kayseriyê çêbûn. Bi taybetî xelkê hest bi çar erdhejan ji wan kiriye.

Doh êvarê demjimêr 3:42 deqe erdhejek bi hêza 4.1 pile li bajarokê Kadirli ser bi parêzgeha Osmaniye ya Tirkiyê çêbû. Kurahiya erdhejê 12.93 kîlometre bin erdê bû.

Herwiha demjimêr 5:39ê êvarê, erdheje bi hêza 4.5 pile li bajarokê 12ê Sibatê ser bi parêzgeha Mereşê ya Bakurê Kurdistanê çêbû. Kurahiya erdhejê 13.61 kîlometre bû. Tenê 10 deqe piştre erdhejeke din bi hêza 4.1 pile li heman cihî çêbû. Li bajarokê Încesu ser bi parêzgeha Kayseriyê jî demjimêr 6:16 deqeyên êvarê bi hêza 4.4 pile erdhejek çêbû, kurahiya erdhejê 7 kîlometre bin erdê bû.

Li Semsûrê erdhej

AFADê ragihand ku li navçeya Tûtê ya Semsûrê, roja 1ê Sibatê demjimêr 07:15 deqe bi hêza 4.2 pile erdhejek çêbûye ku kûrahiya wê 6.4 kîlometre bû.

Roja 6ê Sibata 2023an du erdhejên bi hêzên 7.7 û 7.6 pile ku navenda wan Mereşa Bakurê Kurdistanê bû, 11 parêzgehên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê hejandin.

Li gor amarên fermî, heta niha zêdeyî 45 hezar kesan li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê canê xwe ji dest dane û zêdeyî 115 hezar kes jî birîndar bûn. Erdhejan bandor li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê jî kirin û nêzîka 6 hezar kesan canê xwe ji dest dane.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst