Nêçîrvan Barzanî: Werin em bi yekrêzî û tifaqê xizmeta Kurdistanê bikin

01-02-2023
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê di salvegera teqînên 1ê Sibatê de daxwaz kir, hemû alî “bi yekrêzî, tifaq û qebûlkirina hevdu xizmeta Kurdistanê bikin.”

Îro Çarşemê 1ê Sibata 2023, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di bîranîna 19mîn salvegera teqînên 1ê Sibatê de peyamek li ser twîterê belav kir.

Berî 19 salan di 1ê Sibata 2004 de du teqînên mezin baregehên PDKê û YNKê yên li Hewlêrê çê bûn û di encam de 103 kes şehîd bûn û 246 kes jî birîndar bûn.

Kesên xwekuj karîbûn xwe bigihînin nav xelkê ku ji bo pîrozbahiyên cejnê berê xwe dabûn baregehên wan her du partiyan.

Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de dibêje: “Em şehîdên 1’ê Sibatê yên ku bê cudahî bûne qurbaniyên terorê bi serbilindî bi bîr tînin. Silav li giyanê wan û malbatên wan ên serbilind.”

Serokê Herêma Kurdistanê herwiha dibêje, “Werin em bi yekrêzî, tifaq û qebûlkirina hevdu xewn û armancên şehîdan pêk bînin û em bi hev re xizmeta Kurdistanê bikin.”

Îro li monomênta şehîdên 1ê Sibatê li Parka Samî Ebdulrehman a Hewlêrê, merasimek ji bo bîranîna şehîdên herdu teqînên sala 2004 hat lidarxistin.

Di merasimê de, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, Seroka Parlamentoya Kurdistanê Rêwaz Fayeq, Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê Mistefa Seyid Qadir, malbat û xizmên şehîdan, berpirsên hikûmetê û partiyan amade bûn.

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst