Çewlig: Karkerên firneyan dijî şert û mercên xirab dest ji kar berdan

01-02-2023
RÛDAW
Nîşan Çewlig Karker Firne
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Çewligê ya Bakurê Kurdistanê karkerên firneyan li dijî mûçeyê kêm, şert û mercên kar ên xirab û nebûna sîgortayê bi daxuyaniyekê dest ji kar berdana xwe ragihandin.

Karkerên firneyan roja Çarşemê 1ê Sibatê 2023ê kar baykot kirin û dest ji kar berdan. Heştê karkerên ku dest ji kar berdan li Meydana Beşyolê destpêkê li qahwexaneyekê kom bûn û piştre derbarê çalakiya xwe de daxuyaniyek dan û gotin ku êdî di jêr van şert û mercan de bi mûçeyî heyî kar nakin.

Li ser navê karkeran Berpirsê Gida-İş Senê ya Çewlîgê Murat Bulut axivî got: "Berê jî me derbarê şert û mercên kar ên xirab de daxuyanî dabû lê pirsgirêk nehatin çareser kirin."

Bulut got: "Nêzîka çar mehan e em bi xwediyên kar re hevdîtinan dikin. Lê pirsgirêkên me nehatin çareser kirin, daxwazên me nehatin cîbicîhkirin. Ji ber vê yekê me biryar da bi awayekî berdewam dest ji kar berdin."

Roja 21ê Çileya 2023ê jî karkerên firneyan ên Çewlîgê li meydana bajêr civîneke çapemeniyê saz kiribûn û daxwaz kiribûn ku pirsgirêkên wan bên çareserkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst