Partiya Pêşverû derbarê gefên bo ser Rojavayê Kurdistanê hişyarî da

01-02-2022
Xalid Cemîl Mihemed
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serkirdeyekî Partiya Demokrat a Pêşverû ya Kurdî li Sûriyê haydariyê dide, derbarê gef û metirsiyên li ser navçeyê.

Endamê Polîtbîroya Partiya Demokrat a Pêşverû ya Kurdî li Sûriyê Ehmed Silêman, derbarê rewşa Rojavayê Kurdistanê, ji Rûdawê re ragihand, “Encamdana êrîşa çekdarên DAIŞê li ser Zindana Xiwêran, nîşana metirsiyê ye, li ser navçeyên Bakur - Rojhilatê Sûriyê bi giştî û li ser Kurdan bi taybetî.”

Ehmed Silêman nîşan bi wê yekê da ku, “Bi sedema rewşa navdewletî, gefa encamdana êrîşa Tirkiyê li dijî wan navçeyan, hate paşketin, lê tiştê ku li Hesekê bûye, tekez dike ku êdî metirsiyê arasteyeke din standiye, ew jî plandanîn e ji bo pêkanîna operasyonan li hundirê navçeyê, bi mebesta têkdana ewlehî û seqamgîriya wê, ku ew yek jî, encama hevkariya hejmarekê ji aliyên navxwe û herêmî ye, ligel çavgirtineke navdewletî ku hemû li ser dirustkirina gefê li ser Rêveberiya Xweser kok in.”

Serkirdeyê Partiya Pêşverû herwiha ji Rûdawê re got, “Ev rewş pêwîst dike hêzên siyasî yên Kurdî pêşhateyan gotûbêj bikin û bigihêjin hevtêgihiştinekê derbarê arastebûna siyaseteke hevbeş û karekî ligel hemû pêkhateyên navçeyê, ji bo rêgirîkirinê li ber metirsiyên ku gef in li ser vê navçeyê.”

Di heman çarçoveyê de got, “Mixabin, keşûhewaya siyasî ji bo gihiştina bi wê arasteyê ne alîkar e, lê belê rewşa dûrbûn û dijberiyê li ser pêwendiyên hêzên siyasî yên Kurdî, serdest e, herwiha di navbera pêkaheyên deverê de jî.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst