Artêşa Tirkiyê şaredariya Zirgan topbaran kir

01-01-2022
RÛDAW
Nîşan Zirgan Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Artêşa Tirkiyê û çekdarên opozisyona Sûriyê bajarokê Zirgan û gundên wê topbaran kirin û di encamê de ziyanên madî giheştin avahiyê Şaredariya Zirganê û otomobîlên derdorê wê.

Artêşa Tirkiyê û çekdarên opozisyona Sûriyê bajarokê Zirgan û hejmareke gundên wê topbaran kirin, ku ew dever di bin kontrola Hêzên Sûriya Demokratîk de ne.

Peyamnêrê Rûdawê li Rojavayê Kurdistanê ragihand, îro artêşa Tirkiyê û çekdarên girêdayî wê yên opozisyona Sûriyê navenda bajarokê Zirgan yê Til Temirê û gundên Esediye û Xidêre yên bakurê wê topbaran kirin.

Şaredariya bajarokê Zirganê hatiye topbaran kirin, di encam de ziyanên madî gihiştine avahiya şaredariyê û otombêlên wê.

Gundewarên Zirgan û Til Temirê, van rojên dawî ketin ber pêleke giran a êrişên Tirkiyê û çekdarên ser bi wî welatî ve

Di rojên 21 û 22 Kanûna 2021an de jî artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar bajarokê Zirganê û gundewarên Til Temir bi dijwarî topbaran kirin û şer li çend gundan derketibû, di encamê de li gor HSDê, 4 kesên sivîl  cane xwe jidest dan û 19 kesên din birîndar bûbûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst