Yapicioglu: Di hevdîtinên me yên bi Erdogan re destûreke bingehîn a nû jî hat nîqaşkirin

30-04-2023
Abdulselam Akinci
Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu
Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu
Nîşan Zekeriya Yapicioglu HUDA PAR ‌Hilbijartin 2023 Tifaqa Cumhur Pirsa Kurd Erdogan AK Partî
A+ A-

Ji bo hilbijartinên parlemento û serokomariyê yên ku di 14ê Gulana 2023an de li Tirkiyê bên kirin, tenê çend roj man. Hin partî dê bi tena serê xwe beşdarî hilbijartinê bibin, hin partî jî dê bi tifaqekê beşdar bibin. Pêşbirka serokkomariyê dê di navbera namzedên hevpar ên tifaqan de pêk were.

Bi derbasbûna sîstema serokatiyê re, rêkeftinên yasayî hatin çêkirin ku tifaqa di navbera partiyan de bêyî ku lihevkirinek berfireh di sîstema berê ya hilbijartinan de were kirin, pêk anî. Benda ji %10 ya hilbijartinê daxiste %7. Di çarçoveya rêkeftina hevpeymaniyê de, partiyan bi destnîşankirina namzedên xwe yên li ser lîsteya partiyeke din, destûr dan ku beşdarî hilbijartinan bibin.

Partiya Doza Azad (HUDA PAR) ku di hilbijartinên Serokkomariyê de biryar da ku piştgiriyê bide namzedê Tifaqa Cumhur Recep Tayyip Erdogan, dê ji lîsteyeke din a AK Partiyê jî bikeve hilbijartinê. Biryara HUDA PARê ya piştgirîkirina Erdogan û ketina hilbijartinê ya ji lîsteyên AK Partiyê di heyama dawîn de yek ji wan mijaran e ku herî zêde di siyaseta Tirkiyê de tê nîqaşkirin.

Nûçegihanê Rûdawê Abdulselam Akincî li Navenda Giştî ya HUDA PARê ya Amedê bi Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapiciogluyê re derbarê mijarên di rojevê de hevpeyvînek kiriye.

 

Rûdaw: Pîroz be hûn bixêr hatin.

Zekeriya Yapicioglu: Hûn jî bi xêr hatin ser seran ser çavan.

Rûdaw: Dema ku we biryar da hûn dê piştgiriya Serokkomar Erdogan bikin, ev hate wê maneyê ku hûnê di hilbijartinên parlamenteriyê de jî dîsa di nav vê tifaqê de bin lê eşkere bû axirê. Ev yek li ser torên civakî gelek nîqaşan bi xwe re anîn. Hinekan got Hizbullah tê parlamentoya Tirkiyê, hinekan got pêwîstiya Erdogan bi Hizbullahê çêbûye gelek nîqaşên cuda cuda. Em ji vir ve dest pê bikin, wan nîqaşên ku di derbarê we û beşdarbûna wa ya tifaqê de hatin kirin çawa dinirxînin?

Zekeriya Yapicioglu: Berî ku em ragihînin ku emê piştgiriyê bidine Erdogan, em bêjin tifaqa opozîsyonê yanî Tifaqa Millet bi awayekî ji xwe bawer digotin emê ji sedî 65-65 dengan bigrin lê piştî ku me ragihand, derkete holê ku ew îdiayên wan pûç û wala ne. Ji ber çi? Hem ji aliyekî ve ji bo HUDA-PARê dibêjin 100 -150 hezar rayên wan hene, hem jî ji aliyê din ve dibêjin emê 10 milyon ray ji wan zêdetir bistînin lê piştî ku HUDA-PAR derkete holê ew mîzan hate guhertin, ji ber wî êrîşan anîn ser HUDA-PARê. Ji ber ku gotinên HUDA-PARê yan em bêjin bernameya HUDA-PARê tiştekî ku bêjin belkî miletê bawer nekin, çi gotin? Gotin Hizbullah dikeve meclîsê yan Hîzbullah kete nav tifaqê. Hîzbullah tevlî hilbijartinan nabe, Hîzbullah tevlî tifaqê jî nabe. Ê ku tevlî tifaqê bûye HUDA-PAR e. HUDA-PAR damezirandina wê sala 2011 e yanî 11 sal berê ye lê mesekeyê birin heta bûyerên 30-40 sal berê. Ji bo çi? Ji bo ku kes HUDA-PARê nebîne, heta îro em bêjin perdeyekî gelekî qalind û tarî bi ser HUDA-PARê de dikin ku milet HUDA-PARê nebîne.Gotinên HUDA-PARê çi ne, bernama wê çi ye, yanî pêşniyarên wê yên ji bo pirsên ku hene çi ye, çi çareseriyê dixwaze, ji bo ev ji teref miletê ve neyê bihîstin, neyê dîtin, dîsa em bibêjin propagandeyeke reş û qirêj meşandin, lê înşellah ez bawer dikim wan ti bandor li ser miletê nekir. Îşallah roja 14ê Gulanê di hilbijartinan de birêz Erdogan serokkomarê heyî careke din were hilbijartin û înşella wê HUDA-PAR jî têkeve meclîsê.

Rûdaw: Dirûşma we ya sereke ya vê hilbijartinê çi ye ya HUDA-PARê bixwe? bi çi armancê HUDA-PAR dixwaze di parlamentoya Tirkiyê de cih bigre?

Zekeriya Yapicioglu: Di mîtînga Diyarbekirê de jî me anî ziman, pirsên me hene, gelek pirsên me hene. Hinek jê çareser bûne, lê hinek jî hê lêviya çareseriyê ne. Lê em bawer dikin hemû pirs mimkûne bêne çareserkirin lê ne bi şer û pevçûn, bi awayekî aşitiyane, di bingeha edaletê de û bi biratî em bikaribin vê çareser bikin. Em diçi meclîsê înşellah wê bêhneke nû, rengekî nû têkeve meclîsê û ji bo çareseriyê şer û pevçûn ne pêwîst e, heta em bêjin belkî zirarê dide çareserkirina pirsên me. Înşellah em dibêjin wê edaleteke rasteqîn û siyaseteke dirust bê meşandin. Emê wê nîşanî dostan jî bidin, nîşanî neyaran jî bidin.

Rûdaw: Di mîtînga xwe ya Amedê de Serokkomar Erdogan careke din weke bangek hate xwendin li PKKê kir çekan berdin, ew kesên ku mafên Kurdan diparêzin divê di parlamentoyê de bin ango di siyaseta sivîl de cihê xwe bigrin. Vê banga Erdogan û dîsa herwiha di wir de behsa makezagoneke nû hate kirin, di vê derbarê pirsa Kurd de berî ku hûn tevlî tifaqê bibin rasterast bi Serokkomar Erdogan re ti axavtinek, danûstendinên devkî çêbûn?

Zekeriya Yapicioglu: Berî niha çend caran axavtinên me çêbûn, me serdana birêz Serokkomar Erdogan kir. Di wan serdanan de, di wan axavtinan de gelek caran makezagoneke nû hatiye rojevê. Ême ji roja ku em ketine qada siyasetê ji sala 2012an vir de em her tim dibêjin ev makezagona ku îro heye ya cuntaya leşkerî ya 12 Îlonê ye. Tirkiye ne hêjayî vê makezagona ku pê birêve biçe. Em bên makezagoneke nû ya sivîl, hinek mirovên ku em bêjin wê mîtîngê û axavtina Erdogan guhdarî kirin, ez bawer dikim belkî bandora bernameya HUDA-PARê yan jî ew bandora axavtinên me jî di axavtina birêz Serokkomar de bibînin. Em dibêjin pirsên me hene, çareserî jê re lazim e, muhaqaq dibê bêne çareserkirin ji bona çareserkirinê jî makezagoneke nû pêwîst e. Lê ev makezagon lazim e çawa be? Em dibêjin ne tenê aliyekî, ne bi tenê partiyekî ku metnekî binivîsîne bêje lazim e makezagon bi vî şeklî be. Madem em dibên pir alî ne yanî partiyên siyasî pir hene, ev karekî piralî ye. Kî eleqedarî vî karî be her kes li dora maseyeke glover bicive û her kes fikrên xwe ramanên xwe, daxwazên xwe deyne ser maseyê û li wî gorî makezagoneke bi wî şeklî bê çêkirin û her kes bêje ez jî tê de me.

Rûdaw: Min ji axavtina we ev fem kir, tevlîbûna wa ya tifaqê ew axavtina Erdogan a ku li Amedê kir, tu dibêjî tesîreke tevlîbûna me bû ku careke din behsa makezagonek kir. Pir wiha jî hate xwendin weke ku AK Partî dîsa dixwaze proseyeke çareseriyê piştî hilbijartinan yan jî berî weke nermahiyek çêbibe, em dikarin tam vê jê fêm bikin?

Zekeriya Yapicioglu: Ez dikarim bibêjim ev pêvajoya çareseriyê ku 8-9 sal berê wê çaxê jî baweriya min ev bû ku birêz Erdogan samîmî bû dixwest ji vê pirsê re çareseriyek bibîne, çareyek lî bike, kirasek lê bike lê mixabin têk çû. Aniha jî ez bawer dikim dibêm pirsên me hene, lazim e em çareser bikin lê belkî îro wek pirsa Kurd bi nav nake. Lê hebûna hinek pirsan qebûl dike di wan axavtinên me de ev jî derketin holê. Lê ez bawer dikim eger bi nermayî, bi dostane, bi niyeteke samîmî Erdogan bibîne gavên ku pêwîst e, wê bavêje. Ew baweriya me heye.

Rûdaw: Di serdema nû de eger ku Tifaqa Cumhur dîda bibe desthilat Erdogan weke serokkomar were hilbijartin serpereştê vê projeyê jî HUDA-PARe ? 

Zekeriya Yapicioglu: Ez wê nabêjim, ez wê îdia nakim lê eger rolek têkeve ser milên me eger barek têkeve ser milên me, emê wî barî hilgirin înşellah. Çi ji destê me bê ji bona çareserkirina vê meseleyê emê bikin bi samîmî, ciddî. Baweriya min ew e ew kesên ku sûd werdigrin ji vê pirsê, ew naxwazin çareser bibe daku ew sûda siyasî tim wergirin û li ser wê bimeşin, siyaseta xwe li ser wê bimeşînin. Lê ême samîmî ciddî em dixwazin ev pirs jî û çi pirsên din jî hene tev di bingeha edaletê de bêne çareserkirin. Ez bawer dikim ew samîmiyet ji teref hikûmetê ve jî bê dîtin, wê gavên ciddî bêne avêtin. Baweriya me ev e.

Rûdaw: We got Serokkomar Erdogan ku samîmiyetek bibîne dê dîsa berê xwe bide ser vê pirsê, lê pirsa Kurd weke pirsa Kurd bi nav nake, ew çawa dibe tu dikarî bi me bidî fêmkirin?

Zekeriya Yapicioglu: Pirsên me hene, pirsên birayên me yên Kurd hene, lê ji ber ku ew pêvajoya çareseriyê ku têk çû wê çaxê bi wî şeklî hate binavkirin û ew kesên ku muxatab hatibûn girtin belkî di wê pêvajoyê de bajarên me, kolanên me, her derên me, berê şer li çiya bû şer hat ket nava bajêr û gelek dilgiranî çêbûn, gelek mirov jiyana xwe ji dest dan, gelek bajarên me xerab bûn, ez dikarim bibêjim veciniqiye ji wî navî. Di nav tifaqekî de ye ne bi tenê ye, çend partiyên din jî li derdora wî hene, belkî bandorê wê jî hebe. Lê îro halê hazir bi wî şeklî bi nav nake lê ez bawer dikim çawa ku min got eger niyeke cidî niyeteke samîmî bibîne wê careke din gavan bavêje di vê meseleyê de.

Rûdaw: Em dizanin tifaq li ser hin şert û mercan tên danîn. Ji çar cihan berbijêrên HUDA-PARê hene, hûn be xwe jî ji Stenbolê ji Herêma Sêyemîn rêza çaremîn de ne ku ew navîeyên di Herêma Sêyemîn de ne piraniya nişteciyên wan Kurd in, Avcilar heye, Buyukçekmece heye, Beylîkduzu heye, Bagcilar heye ku ji çend navçeyên mezin ên Stenbolê pêk tên. Ev cihê meraqê ye ku HUDA-PAR biçe parlamentoyê bi çar kesan. Cihê we di hilbijartinên 24ê Hezîrana 2018an de AK Partiyê ji wir ez şaş nebim 15 parlamenter derxistibûn û hûn di rêza çaremîn de ne ji sedî sed hûnê biçin parlamentoyê. Weke Serokê HUDA-PARê bernama we jî diyar e, li ser navê pirsgirêkên Kurdan ên heyî, ev meseleya ziman ku hûn bixwe jî gelek caran tînin ziman, daxwazên we yên serekê dê çi bin? Zekeriya Yapicioglu li kursiya parlamentoyê li ser navê Kurdan çi daxwaz bike?

Zekeriya Yapicioglu: Berî niha çawa min got? Yanî em bi rêngê xwe diçin, em bi bernameya xwe diçin. Di bernameya me de çi heye me jê paş de gav neavêtiye. Ev daxwazên me ne, ev siyaseta me ye, ev bernama me ye. Emê dîsa wê bînin ziman.

Rûdaw: Dê encameke çawa derê ji hilbijartinan li gor nêrînên we? Li ser navê HUDA-PARê we qet rapirsî kirine? Rêjeya dengên HUDA-PARê di vê astê de çend e?

Zekeriya Yapicioglu: Hêviya me ew e, baweriya me jî ew e, em dibêjin dengên HUDA-PARê hinek dibêjin di hilbijartina borî de 150 hezar deng stendin ew jî ne rast e. bi rastê hilbijartina ku derbas bû belkî gelên ku di Tirkiyê de dengdêr in karim bibêjim ji sedî 85-90 navê HUDA-PARê nebihîstibûn. Ew kesên ku navê HUDA-PARê bihîstibûn jî belkî nîvê wan bêhtir ne ji HUDA-PARê bihîstibûn, ew kesê ku propagandaya qirêj li ser HUDA-PARê dikin ji wan bihîstibûn ka HUDA-PAR kî ye, çi kes e. HUDA-PARê nasnedikirin. Di wan şert û mercan de HUDA-PARê 209 hezar dengan stend. Ez bawer dikim îro kesên ku dengdêr in, ji sedê 80-90 navê HUDA-PARê bihîstine, ji wan jî nîvê wan ku haydar bin ka di bernama HUDA-PARê de çi heye wê rêjeya dengên HUDA-PARê ne wek hilbijartinên 2018an be. Baweriya me ew e eger em bi xwe bi ala xwe, bi logoya xwe, bi îşareta xwe tevlî hilbijartinan bibûna  hedefa ji sedî 3 bû. Lê ji ber ku îro em di nav tifaqê de ne û em di lîsteya AK Partiyê de ne mixabin ewê neyê xuyakirin. Lê ez bawer dik wê di ser milyonekî de dengên me hebin.

Rûdaw: Di serdana Serokkomar Erdogan a Amedê de Serokê MHP Devlet Bahçelî jî li vir bû, ew yek ji şirîkên tifaqa ku hûn tê de ne ye. Danûstendinên we rasterast ligel MHPê çêbûn?

Zekeriya Yapicioglu: Nexêr, rasterast ne ligel MHPê, ne jî li gel wan partiyên ku di nav tifaqê de ne. Yên ku dişopînin ez bawer dikim bi awayekî zelal dîtin. Tifaqa Milet serokên her şeş partiyan li ser maseyekê bi hev re rûdiniştin, nîqaş dikirin, biryaran didan û îlan dikirin. Lê di Tifaqa Cumhurê de birêz Serokkomar Erdogan bi her partiyekê re, bi her serokê partiyekê re cuda cuda yek bi yek rûdinişt bi wan re vê tifaqê rast kir. Ez bawer dikim ne bi tenê HUDA-PAR ew partiyên din jî van meseleyan di nav xwe de belkî rûniştine axivîne. Erdogan yeko yeko bi her partiyekê re rûnişt û axiviye.

Rûdaw: Di mîtînga Amedê de Serokkomar jî we jî hem rexne li Tifaqa Millet kir, herwiha axavtineke Serokkomar Erdogan li ser Hevserokê berê yê HDPê Selahattî Demîrtaş heye, ez meraq dikikm ji we bipirsim Serokkomar Erdogan dibêje Selahattîn Demîrtaş ne Kurd e ew Zaza ye, hûn çawa li vê meseleyê dinêrin?

Zekeriya Yapicioglu: Ew gotina wî ye.

Rûdaw: Zaza ne Kurd in?

Zekeriya Yapicioglu: Ême wexta ji me re dibêjin Zaza Kurd in an an? Ez dibêjim eger Zaza dibêje ez Kurd im, ser çavan Zaza Kurd in, eger Zaza bêje ez ne Kurd im ez dîsa bibêjim ser çavan. Tu çawa xwe tarîf dikî, ez te bi wî şeklî qebûl dikim. Lê ez dikarim vê bibêjim Kurman jî, Zaza jî, Soran jî, Goran jî, Lor jî tev yek miletek in û ji bilî vana belkî Faris jî, Belûc jî yên din ev tev miletê Îranî ne lê Kurd bi xwe miletekî û gelek şaxên wê hene. Di meseley din jî rexneyên ku me li Tifaqa miletê kir, lazim e ev yek bê qebulkirin îro lokomotîva sereke ya pêşkêşê wê tifaqê kî ye? CHP ye. CHP kî ye? zîhniyeta CHPê bi xwe sedema pirsa Kurd e. Berpirsê qetlîamên ku li ser Kurdan hatiye rastkirin e. Ew kesê ku sedem in îro her çiqas bêje em hatine guhertin jî, ez ji niyeta Serokê CHPê re tiştek nabêjim, mimkûne hatine guhertin, mimkûn e ku niyeteke wî ya xweş jî hebe lê her kes lazim e vê bibîne ku CHP partiyek e, siyaseteke wê heye, nasnameyeke wê heye û ew nasnameya CHPê, siyaseta CHPê nehatiye guhertin, naguhere jî. Yanî yê ku hebûna Kurdan înkar kirine, yê ku Kurdan qir kirine, yê ku qetlîaman li ser Kurdan rast kirine, yê ku sebiyên wan ên di pêçokê de hê 20 rojê ku qetl kirine ev zîhniyet e. Îro mirov hêviya çareseriyê ji wê zîhniyetê bike, ew tiştekî dûrî aqil e.

Rûdaw: Ev tişt tê gotin Tifaqa Millet dibêje dema em di hilbijartinê de bi ser ketin, dîsa daxuyaniyek di vê derbarê de Hevserokê berê yê HDPê Selahattîn Demîrtaş jî heye dibêje `bi awayekî em soz didin çi dibe bila bibe PKK dê çek berde û ew pirsa Kurd dê di serdema desthilatdariya Tifaqa Millet de were çareserkirin.` Kiliçdaroglu jî behsa hev helalkirinê dike, hûn gotinên wî samîmî nabînin?

Zekeriya Yapicioglu: Na ez samîmî nabînim. Çima ez samîmî nabînim? Wexta ku êrîşeke PKKê li Mêrsînê çêbû, Selahattîn Demîrtaş wê êrîşê rexne kir. Rêveberên PKK çi jê re gotin? Selahattîn Demîrtaş gelo ew erka wî, ew hêza wî, ew pozîsyona wî heye ku bandorê li ser PKKê bike yan jî ji PKKê re bibêje ka wê bi çi şeklî tevbigere? Ez jî zanim, hûn jî zanin û temamê Kurdan jî zanin, temamê alema dinê jî zanin ti bandora Selahattîn Demîrtaş li ser PKKê tine. Yanî wexta ku tiştekî ne di rêza PKKê de yan jî ne li gora axavtinên PKKê yan ne li gor siyasetam PKKê tiştekî bibêje, hûn zanin ku ji wan re çi dibêjin. Ji wan re dibêjin munafiq, ji wan re dibêjin emê devê we biçirînin, ji wan re dibêjin nizanim emê çi bikin, hedê xwe bizanibin, gelek caran ji Qendîlê ev peyam hatin ragihandin. Em tev dizanin. Lê îro li ber van hilbijartinan ku em bêjin çend hefte mane mimkûne peyamên bi vî şeklî gelek caran bêne gotin lê ez ne bawer im ku ew selahiyeta wî, erka wî hebe ku li ser navê PKKê biaxive.

Rûdaw: Niha sîstema Serokkomariyê li Tirkiyê gelek tê nîqaşkirin. Di serî de weke HUDA-PAR we piştevaniya xwe ji bo vê sîstemê ragihandibû. Tifaqa Millet dibêje eger em bên bibin desthilet, em dê vê pergalê dîsa biguherînin, biçin pergala berê ya parlamenteriyê. Di vî warî de li gor tecrûbeya we ya ji 2018an vir ve sîstema serokkomariyê çi astengiyên wê yan jî xalên wê yên divê bên revîzekirin li gor nêrîna we weke siyasetmedarekî heye yan nine? Hûn ev nêrîna Tifaqa Millet a li vê sîstema hanê û daxwaza anîna sîstema berê ya parlamenteriyê çawa şîrove dikin?

Zekeriya Yapicioglu: Sîstema berê ya parlamenteriyê nêzî 70 sal li vê erdê birêve çû. Her kesî jî dît ku çawa ku rîo dibêjin her wekî ku pergaeleke wisa ye ku wê hemû çiqas pirsên me hene çareser bike yanî hat xuyakirin ku ev sîstem ne sîstema bi wî şeklî ye. Îro rexne li vê pergala serokkomarî yan jî serokatiyê dikin, em jî hinek rexneyan dikin rast e. Em jî dibêjin lazim e ev sîstem bê îshlahkirin.

Rûdaw: Çi ye mesela?

Zekeriya Yapicioglu: Wek mînak em dikarin bibêjin mimkûn e sîstemeke bi vê şeklê bê ew kesên ku wek wezîr bêne hilbijartin ji teref serokkomar ve, lazim e piştgiriyê ji parlamentoyê jî bistînin. Mesela dikare tiştekî wisa bê.

Rûdaw: Yanî ne memûrê tayinkirî yê ku ji aliyê parlamentoyê ve hatiye hilbijartin.

Zekeriya Yapicioglu: Ji aliyê parlamentoyê ve hatibin pejirandin. Yanî mimkûn e ku hinek guhertin di vê sîstemê de çêbibin. Lê 70 sal ew sîstem dewam bike, gelek zirarên wê vî miletî dît. Lê ev pergala nû hê 5 salên wê neqediyan, hê 2 sal, 2 sal û nîvê wê qediyabûn, opozîsyon rabû piyan dest pê kir got lazim e ev pergal bê guhertin. Sedem çi ye? Sedem ew sîstema ku hebû nîzama mueses ya CHPê di vê pergalê de bi tena serê xwe n mimkûne ku bibe desthilat.

Rûdaw: Di vê sîstemê de jî wisa nîne ezbenî? Berê di sîstema parlamenteriyê de piştî hilbijartinê koalîsyon çêdibûn, niha jî ji berê de dest pê dikin.

Zekeriya Yapicioglu: Di vê sîstemê de ji berê de jî dest pk bike, CHP bi tena serê xwe yan jî em bêjin ew zîhniyeta damezrînerê ku îro sebebê gelekî pirsan e, di rêjeya navbeyna 20-25an de asê bûye nikare jê derbas bike. hadê em bêjin bila derkeve 30an lê ev pergal, ji sedî 50 zêdetir dixwaze, ev pergala serokatiyê. Ji ber wê îro hinek partiyên din jî xistiye nava tifaqê, lê dîsa jî milet pê ne bawer e. Ez bawer dikim wê di 14 Gulanê de wê ew tifaqa ku danîne jî têk biçe.

Rûdaw: Hûn ji Stenbolê berbijêr in, Serokbajarê HUDA-PARê yê Amedê Faruk Dinç ji Mêrsînê, Alîkarî Sekreterê Giştî  HUDA-PARê Şehzade Demir ji Dîlokê û Berdevkê HUDA-PARê Serkan Ramanli jî Êlihê, Hûn bawer in her çar berbijêr jî dê bikevin parlamentoyê?

Zekeriya Yapicioglu: Hedefa me ew e. Înşellah me niyet heye em van her çar namzedên xwe jî bişînin parlamentoyê.

Rûdaw: Dema hilbijartinê ji bo ku aramiyek berdewam çêbibe eger hebe peyameke we ji dengdêrên we re kerem bike!

Zekeriya Yapicioglu: Bi rastî em dikarin bibêjin nêzikî 10 sal e peyama me ji tememê miletê me re û ji temamê siyasetmedaran re ev e, em bên zimanekî tund, zimanekî tûj, zimanekî tehl bikar neynin. Erê emê rexneyan li hev bikin, lê em diçine hilbijartinan, em naçine şer. Zimanê şer di wexta asitiyê de divê neyê bikaranîn. Em bawerdikin înşellah ew kesên ku dixwazin hinek tevliheviyan derxin, hinek meydaneke kaotîk rast bikin, wê firsetê nebînin. Ji ji gelê me re jî peyama min ev e. Ew kesê ku zimanê tund, zimanê tûj bikar tînin firsetê nedin wan, rû nedin wan da ku înşellah ev ziman her biçe kêm bike qez bibe û aramî were welatê me jî weke her welatî.

Rûdaw: Spas û serkeftin ji we re.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst