Dana Gas plana xwe ya bo berhemanîna gaza sirûştî li Kurdistanê aşkere kir

25-03-2020
RÛDAW
Nîşan Şakir Şakir Dana Gas Herêma Kurdistanê
A+ A-

Berpirsê Dana Gasê li Iraq û Herêma Kurdistanê Şakir Şakir, ragihand ku şewba Koronayê û daketina nirxê petrolê li bazarên cîhanê, karîgerî li ser berhemanîna gaza sirûştî li Herêma Kurdistanê nekiriye.

Şakir Şakir tekez dike ku armanca wan ew e, rojane 1 milyar TFC gaza sirûştî berhem bînin li Herêma Kurdistanê û diyar kir, “Ev rêjeyeke gelek mezin e û dê Kurdistanê li nexşeya aborî ya cîhanê veguhêze cihekî nû.”

Şakir amaje bi wê dike ku ev 12 sal in li gel Hikûmeta Herêma Kurdistanê kar dikin û dibêje jî ew vê xebatê ji bo xwe weke erkeke exlaqî dibînin.

Rêveberê Dana Gasê li Iraq û Herêma Kurdistanê Şakir Şakir, pirsên Rûdawê bersivandin.

Vîrusa Koronayê (COVID-19) ti karîgeriyek li ser xebatên we yên li Iraq û Herêma Kurdistanê kiriye?

Helbet vîrusa Koronayê bi rêjeyeke mezin karîgerî li ser aboriya cîhanê kiriye. Xebatên me jî, ya rastî berhemanîna gaza xwezayî weke berê berdewam dike. Em rojane 400 milyon pê kup (TFC) gaza xwezayî vediguhêzin bo 3 santralên li Hewlêr û Silêmaniyê. Lewma berhemanîna gaza sirûştî bi ti awayî kêm nebûye. Em rojane tonek gaza şil ango LPG berhem tînin. Li gel ku berhemanîn berdewam dike, me li gor rewşa nû plan jî amade kiriye. Ya rastî ne rewşeke hêsan e. Di warê lojîstîkî de ji bo me rewşeke derasayî ye. Weke hûn dizanin sînor girtî ne. Lewma em jî bi amadekirina planek bilez, ji bo berdewamkirina berhemanînê, xwe li gor şert û mercên nû diguncînin. Ji ber ku ev projeya ku bi berdewamî gaz vediguhêze santralên elektîrîkê û berhemanîna elektîrîkê dabîn dike, di heman demê de projeyeke asayişa niştimanî ye.

Ji ber vîrusa Koronayê û herwiha rikaberiya di navbera Erebistana Siûdî û Rûsyayê de, nirxê petrol û gaza sirûştî, gelek ket. Vê rewşê taybet li Iraq û Herêma Kurdistanê ti bandor li ser karên we kir?

Nirxê petrolê ku serobin bûye û nirxê bermîlekê daketibû bo 20 dolaran, helbet karîgeriyê li ser pîşesaziya petrol û gaza sirûştî dike. Dana Gas û Crescent Petroleum jî beşek in ji kompaniyên din ên petrolê. Lê weke min got, em xwe li gor şert û mercên nû diguncînin. Ev nayê wateya rawestandina xebatan, berevajî wê divê berdewam bike. Bi giştî, belê, ev rewş karîgeriyê li ser berhemanîna petrol û gazê dike. Hûn dibînin, îro nirxê bermîlek petrolê daketiye bo 27 dolaran.

Ew plana we ya bilez bo ku xebatên we ranewestin çi ye?

Di rewşa heyî de, tişta ku sereke bo me, tendirustiya xebatkar û civaka li derdora me ye. Niha xebatkarên me yên li ofîsa Khor Mor û ofîsên din, di çarçova planeke demdirêj de, hewl didin pabendî tedbîrên tendirustiyê bibin. Em hewl didin pabendî hemû rêkar û hişyariyên Wezareta Navxwe, Çavkaniyên Sirûştî û Hikûmeta Herêma Kurdistanê bibin. Ji bo ku xebatên me bêyî qutbûn û bi awayekî rêkûpêk berdewam bikin, me hemahengiya xwe ya li gel hikûmetê derxistiye asta herî jor.

Ji ber qedexeya derketina derve, we hatin û çûna xebatkarên xwe li nava bajar û derveyî bajaran, çawa saz kiriye?

Xebatkarên me hemû li vê derê û Khor Morê xebatên xwe berdewam dikin. Ew ên li ofîsên Hewlêr û Silêmaniyê jî bi heman awayî li malên xwe, kar û xebatên xwe berdewam dikin, ez jî bi heman awayî li malê kar dikim. Eger civîneke gelek girîng nebe, em ji malê dernakevin. Bi heman awayî Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî ji bo karkirina me hemû hêsankarî pêk anîne. Em karên xwe bi rêya telefonê jî pêk tînin. Xebatkarên me yên li zeviya Khor Mor 24 demjimêran bi awayekî veguherîner, xebatên xwe berdewam dikin.

We berî niha aşkere kiribû ku planek we heye berhemanîna gaza sirûştî di salên 2022 û 2023an de bigihînin 900 milyon TFC, gelo daketina nirxê petrolê bandorek li ser vê plana we kiriye?

Di rewşa niha de em rojane 400 milyon TFC gaza sirûştî berhem tînin ku ev gaz ji bo Herêma Kurdistanê 2 hezar Megawatt elektîrîkê dabîn dike. Em dixwazin berhemanîna gaza sirûştî di sala 2022an de, 250 milyon TFC zêde bikin. Em li ser vê planê xebatên xwe berdewam dikin. Em plan dikin li zeviyên li Çemçemalê jî berhemanîna gaza sirûştî 100 milyon TFC zêdetir bikin. Di vê mijarê de em li benda erêkirina Wezareta Çavkaniyên Sirûştî û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ne. Em plan dikin li Herêma Kurdistanê rojane 1 milyar TFC gaza sirûştî berhem bînin. Ev rêjeyeke mezin e û dê Kurdistanê li nexşeya aborî ya cîhanê veguhêze cihekî nû.

Li zeviyên nû ti planên we yên karkirinê hene?

Me li Çemçemalê dest bi xebatên bîran kirine. Em dixwazin di nava salekê de berhemanîna gaza sirûştî li vê derê 100 milyon pê kup zêde bikin. Weke min got, em di vê mijarê de li gel Hikûmeta Herêma Kurdistanê di peywendiyê de ne, ji ber ku divê hikûmet erê bike. Ya rastî ev yek di heman demê de girêdayî pişka me ya berhemanînê ye jî. Ji ber ku berhemhêner, dixwaze di pişka berhemanînê de garantiyekê werbigire.

Rewşa aborî ya Iraq û Herêma Kurdistanê li holê ye. Li gor şarezayên aboriyê, di vê rewşê de pêwîst e kompaniyên berhemhêner jî di pişka xwe de kêmkirinekê bikin an jî deynên xwe paş bixin. Di vê çarçovê de, Dana Gas, dikare bo Hikûmeta Herêma Kurdistanê çi bike?

Di warê berhemanîna gaza sirûştî de ev 12 sal in em li gel Hikûmeta Herêma Kurdistanê kar dikin. Di vê çarçovê de şirîkatiya me ya li gel Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo me cihê şanaziyê ye. Heta niha jî me bi rêk û pêkî pişka xwe wergirtiye. Me ji bo heyama 3 salên bê, 1 milyar 300 milyon dolar veqetandiye. Me ev fon ji bo berfirehkirina çarçoveya xebatên xwe veqetandiye û em girêdayî plana xwe ne.

Hûn gaza sirûştî ku li Herêma Kurdistanê berhem tînin, bi kîjan mebestan bikar tînin, bikiran çawa peyda dikin?

Em 400 pê kupên gaza ku berhem tînin, vediguhêzin santarelek li Hewlêrê û 2 santralên li Silêmaniyê. Bi vê yekê jî 2 hezar Megawatt elektîrîk tê berhemanîn.

Daketina nirxê petrol û gaza sirûştî, çi bandor li ser xebatên we kir?

Helbet daketina her dolarekê di nirx de, sedî sed karîgeriyê li ser paşeroja kompaniyan dike. Bilindbûna nirxê petrolê jî di aliyekê de seqamgiriyeke aborî dabîn dike.

Tê pêşbînikirin şewba Koronayê, çend mehên din karîgeriyê li ser aboriya cîhanê bike. Hûn derbarê berdewamkirina xebatên xwe de Hikûmeta Herêman Kurdistanê û xelkê piştrast dikin?

Mijareke gelek girîng heyE ku dixwazim behs bikim. Di 12 salên derbasbûyî de, em rastî krîzên gelek kur hatin. Sala 2014an, DAIŞ tenê 40 kîlometre dûr bû ji zeviya Khor Mor, lê xebatên me ranewastiyan û me berhemanîn berdewam kir. Ya rastî erka ku Dana Gas û Crescent Petroleum li xwe girtiye, di heman demê de erkeke exlaqî ye. Di her rewşê de divê berhemanîna gaza sirûştî berdewam bike ku bigihije santralên elektîrîkê. Ji ber ku mijar bi berhemanîna elektîrîkê ve girêdayî ye. Em bi piştevaniya bê sînor a Hikûmeta Herêma Kurdistanê berhemanînê berdewam dikin û di heman demê de jî em plan dikin çarçoveya xebatên xwe berfirehtir bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst