Sezgîn Tanrikulu li Amedê: Ji bo Pirsa Kurd pêşniyar û planên CHPê hene

18-04-2023
Wêne: Rûdaw
Wêne: Rûdaw
Nîşan CHP Amed Sezgîn Tanrikulu Kurd Pirsa Kurd Hilbijartin 2023
A+ A-

Hilbijartinên parlamento û serokatiyê li Tirkiyê nêzîk dibin ku biryar e di 14ê Gulana îsal de bên lidarxistin û rojeva siyaseta Tirkiyê bi mijarên girêdayî hilbiajrtinê re germ e.

Yek ji aliyên sereke yên di hilbiajrtinên vê carê de Hevpeymaniya Millet e ku CHP stûna wê ya sereke ye û ji partiyên opozisyona desthilatê pêk tê.

Hevpeymaniya Millet û CHPê bajar bi bajar dest bi çalakî û xebatên xwe yên hilbijartinê kirine û li Amedê jî piştî nasandina berbijêrên xwe dest bi çalakiyê kirine.

CHP nêzîkî 30 salan e ku ti parlamenterek li Amedê dernexistiye, lê vê carê wiha xuya dike ku balansa hêza partiyan guherîbe û CHP dixwaze ji Amedê parlamenter bişîne Enqerê û parlamentoya Tirkiyê.

Berbijêrê CHPê yê Amedê Sezgîn Tanrikulu di derbarê siyaseta partiya xwe û karnameya dema pêş de bersiva pirsên nûçegihanê Rûdawê yê li Amedê Abdulselam Akincî daye.

Naveroka hevpeyvîna Rûdawê bi Berbijêrê CHPê yê Amedê Sezgîn Tanrikulu re ev e:

Rûdaw: 30 sal in CHP li Amedê tune, 30 sal bûn çima tunebû, hûn dibêjin îcar em dê hebin, gelo hûn dê çima hebin?

Berbijêrê CHPê yê Amedê, Sezgîn Tanrikulu: Ez dikarim wiha bibêjim Partiya Gel a Komarî li Tirkiyê ji pirsa Kurd dûr ketibû. Piştî ku Kemal beg bû serok û şûn de, bi hemû aliyên ku di aliyê sosyolujîk de ji wan dûr ketî bi wan re ket nava pêwendiyê û me bo çareserkirina pirsgirêkên bingehîn yên Tirkiyê dest bi xebateke bi biryar kiriye. Me berî 11 salan di dema serokatiya Kemal bey de li Diyarbekirê %1, %2ê denga distand. Di hilbijartinên berî vê de li Diyarbekirê dengên me gihiştin nêzîka %3ê. Lê niha em bi biryarin ku emê Tirkiye biguherin û pêşvebibin. Serokê Me berbijê Serokkomariyê ye, partiya me jî sitûna Tifaqa Millete, di egera guhertina hikûmetê de jî dê Partiya Gel a Komarê sitûna bingehîn ya hikûmetê be. Niha serokê me serokkomar be, partiya me deshilat be û li Amedê me parlementer tunebe tiştek wiha nabe. Her wiha li Tirkiyê di pirsa Kurd de û di pirsên din de  ew îdiaya ku me danî holê û pêşniyarên me yên çareseriyê em ji nûve kirin xwediyê îdiayên bihêztir. Ne tenê jibo Diyarbekirê li hemû navçeyê û Tirkiyê em bi welatiyên xwe re ji nêz ve di nava danûstandinê de ne û pêwendiyên me başin û li hemberî me jî xweşbînin.

Min li Diyarbekirê bi salan parêzerî kir, Serokê Baroyê bûm, Berpirsê Komeleya Mafê mirov bûm. Min li vir tekoşîna maf meşand û ez li dijî hemû kiryarên mafê mirov binpêdikin rawestiyam û xwedî seknek bûm, bi hemû hevalên xwe re.

Rûdaw: Di hilbijartinên 2018an de li Amedê 9 parlamenter ji HDPê û 3 parlamenter ji AK Partiyê ketin parlamentoyê. Weke hûn dibêjin ku êdî balans dê biguhere, CHP û Kemal Kiliçdaroglu derbarê pirsgirêkên ku tên ziman, wek mijara Hîcabê û Pirsa Kurd, sozên Kiliçdaroglu yên derbarê aboriyê de samîmî nayên dîtin ji aliyê Tifaqa Cumhur û ji aliyê hin welatiyan ve. Hûn wêya çawa dinirxînin, gelo CHP samîmî ye?

Sezgîn Tanrikulu: “Ez êdî van pirsan qebûl nakim. Di mijara hîcabê de, di mijara pirsa Kurd de jibo ku em xwe îspat bikin hîn divê em çibikin?, ma divê em biçin meydana Daxkapî xwe bişewîtinîn? Belgeyên ku me nivîsandîn hene, Pêşniyarnameyên ku me pêşkêşî serokatiya parlementoya Tirkiyê kirîn hene, axaftinên me kirîn hene. Di 39 mîn kongreya partiya me de metna bangewaziya dûsedsaliya Tikriyê heye. Xala dûwem ya wê metnê bi îmzeya hemû delegeyên kongreyê hatiye qebûlkirin, ew jî aştiya civakî û çareserkirina Pirsa Kurde bi rêyên aştiyane, ev belgeya kongereya me ye. Em hîn çawa bêjin? Serokê me di videoya xwe ya dohî de zimanê ku dijayetiya Kurdan dike û dijminatiya wan dike şermezar kir, heta sergotara videoyê bi Kurdî bûn. Em hîn çi îspat bikin? Ewên ku ji me re dibêjin ne samîmîne ew bi xwe ne samîmî ne. Pîvana me ya samîmyetê sindoqe emê di sindoqan de bibînin.”

Rûdaw: Lihevkirinek di nava pêkhateya Tiqafa Millet de heye, amade bi made hatiye nivîsîn jî lê di nava raya giştî de nêrînek wiha heye, dibêje ku eger ÎYÎ Partî ku partiyeke netewperest e û di nava wê tifaqê de ye, piştî hilbijartinê ÎYÎ Partî dê rê nede ku CHP gavên ku dixwaze bavêje. Di vî warî de nêrîna we çî ye?

Sezgîn Tanrikulu: Hevalno binêrin siyaset bi belgeyên heyî tê xwendin. Her partiyê pêşekiyên xwe hene, lê me dev ji hinek pêşekiyên xwe berdane û ÎYÎ Partiyê jî dev ji hinek pêşekiyên xwe berdaye û em di metneke hevbeş de hatine ba hev. Metneke me ya hevbeş ya me li ser lihev kirî heye 2.400 xalên wê belgeyê hene û li jêr jî îmzeya serokê 6 partiyan. Gelek xalên vê belgeyê ji xwe bi belgeya helwesta HDPê re hev digre. Jibo wê divê hûn li wan binêrin. Bo wê kî çi dibêje ne giringe, hûnê li metna ku 6 partiyan îmzekirî binêrin.

Rûdaw: Ji bo çareserkirina pirsgirêkên bi welatên cîran re, peywendî demekê xirab bûbûn, niha di asteke din de bûn. Eger hûn werin ser desthilatê, bi Herêma Kurdisranê re danûstandinên we dê çibin, nêrîna we derbarê Herêma Kurdistanê de?

Sezgîn Tanrikulu: Niha mijara me ya sereke ev hilbijartinin û guhertina vê hikûmetê ye. Dema ev hikûmet hat guhertin li ser bingeha metna hevbeş siyaseta derve û navxwe û aştiya civakî emê gav bi gav avabikin. Ya ku me bi xwe ve girê dide ew metne. Ew metin pirsgirêkên serekî yên Tirkiyê, di serî de pirsa Kurd bo gavavêtinê metneke têrkere. Ez ji hemû welatiyên me, xelkê me yê Amedê û dostên me yên ku li me temaşedikin daxwaz dikim wê metnê bixwînin û li ser bingeha wê metnê ger rexneyeke wan hebe li me bikin û rexnedana xwe bidin. Ez gelek sipas dikim.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst