Serkan Ramanli: Em Kurd li çar parçeyên dewletan jî bijîn hestên me yek in

16-02-2025
RÛDAW
Serkan Ramanli û Hêvîdar Zana / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Serkan Ramanli û Hêvîdar Zana / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan HUDA PAR Serkan Ramanli
A+ A-

Parlamenterê HUDA PARê yê Êlihê Serkan Ramanli got, “Her çi qasî beriya 100 sal berê Sykes–Picotê ev sînor di nabeyna Kurdan de danîn û wan sînorê dewleta Tirkî û Îraqê û Sûrî nîşan kiribîn jî wijdanê me, hiqûqa me û hezkirina me ne bi van sînora girêdayî ye.

Em gelê Kurd li çar parçeyên dewletan jî bijîn, hestên me yek in û hişmendiya me yek e, lazim e em bi kêrî hev bên li xêra hevdû bigerin.”

Komeleya Înîsiyatîfa Mafan û Partiya Doza Azad (HUDA PAR) li Amedê li ser Pirsgirêka Kurdan bi awayekî hevdem du konferansên cuda li dar xistin.

Serkan Ramanli ji konferansa partiya xwe beşdarî bultena Rûdawê bû û mijarên li rojevê nirxandin.

Ramanli li ser mijara “PKK û çekdanîn”ê wiha axivî:

“Em li gel van xebatan in, em piştgiriyê didin wan lê em dibêjin meseleye Kurd ne tenê meseleya destberdane çekan ji PKKyê ye, meseleye Kurd, mesele heq û mafên gelê Kurd e û zêdeyî 100 salî ew dewam dike, beriya PKK hebû jî ev pirsgirêk hebû, ger îro PKK dev ji çekan berde jî nayê wê wateyê ku meseleye Kurd çareser bûye, Kurd gihîştine heqê xwe.”

Parlamenterê HUDA PARê yê Êlihê Serkan Ramanli pirsên Hêvîdar Zanayê bersivandin:

Rûdaw: Mebesta we ji vê komxebatê çi bû? Di demeke ku behsa peyvajoyeke aştî û çareseriyê tê kirin de we xwest û gotûbêjeke çawa bikin?

Serkan Ramanli: Bi rastî ez dixwazim vêya bibêjim beriya ve pêvajoya ku Devlet Bahçelî bang li Ocalan kiribû, beriya vêga bi salekê me niyet kiribû lê encex vê demê bû qismetê me. Di vî warî de belkî îsabet jî çêbû her çi qasî me ji berê de niyet kiribû em vê komxebatê li dar bixin jî ev dem bû qismet, belkî xêr di vî îşî de jî bi awayekî heye lê em dixwazin meseleya Kurd ne tenê bi aliyê çekan ve bi aliyê rêxistinan ve bê nîqaşkirin.

Meseleye Kurd meseleyeke girîng e, kûr e, lazim e bê çareserkirin, bi her awayî heq û mafên gelê Kurd lazim e bên îadekirin û di dewleta Tirkî de jî Kurd jî wek ku Kurd bin bên naskirin.

Rûdaw: Belê, Birêz Ramanli, me got pêvajoyek niha bi rê ve diçe, dan û standin hene, HUDA PAR di vê derbarê de çi difikire? Hûn li gel vê pêvajoyê ne û hêvî û daxwazên we ji vê pêvajoyê çi ne? Hûn dixwazin di encamê de Kurd bigihîjin kîjan mafan bigihîjin kû derê?

Serkan Ramanli: Bi rastî îro ya ku gotûbêj tê kirin, li serê mizakere û hevdîtin tê kirin ew e ku PKK dev ji sîlehan, dev ji çekan berde lê em dibêjin meseleye Kurd ne tenê bi vî awayî ve girêdayî ye.

Rast e, di vê dema paşî de vêca hewce nake ku çek û sîleh bên bikaranîn û kuştin têkeve rojeva gelê Kurd, lazim e ew bi awayekî aştiyane bi dawî bibe.

Em li gel van xebatan in, em piştgiriyê didin wan lê em dibêjin meseleye Kurd ne tenê meseleya destberdane çekan ji PKKyê ye, meseleye Kurd, mesele heq û mafên gelê Kurd e û zêdeyî 100 salî ew dewam dike, beriya PKK hebû jî ev pirsgirêk hebû, ger îro PKK dev ji çekan berde jî nayê wê wateyê ku meseleye Kurd çareser bûye, Kurd gihîştine heqê xwe.

Erê be awayekî aştiyane, be awayekî siyasetê be rêyeke sivîl lazim e em heq û mafên xwe biparêzin lê dewlet jî lazim e gavan di vî warî de biavêje lewra ew dawa heq û mafê gelê Kurd e ji aliyê ziman ve, ji alîyê nasnameyê ve, cur bi cur gelek mijarên me hene ku em çareser bikin.

Rûdaw: Birêz Ramanli ew mafên ku hûn behsa wan dikin ku divê dewlet gava biavêje û bi cih bîne çi ne bi dîtina HUDA PARê?

Serkan Ramanli: Di serî de lazim e em vêya bibêjin, dewleta Tirkî ne tenê dewleta Tirkan bi xwe ye, dewleta Tirkî dewleta Kurdan e jî.

Tirk û Kurdan bi hev re ev dewlet ava kiriye, çi heq û mafên Tirkan hebin, heqê Kurdan jî lazîm e ew hebin. Di warê perwerdeya bi zimanê me, di warê ku zimanê me bibe zimanekî fermî, bê naskirin û hebûna Kurdan di makezagonê de di destûra bingehîn de bê binavkirin, naskirin û di her warî de mexdûriyetên ku di derheqê nasnameya Kurdî de heta îro li gel Kurd hatiye kirin ji holê rabin.

Rûdaw: Birêz Ramanli, dê encamnameyeke wê hebe, mesele hûn dê xal bi xal binivîsin û ji raya giştî re eşkere bikin?

Serkan Ramanli: Belê belê, îro roja duyemîn e piştî dora saet çaran ew komxebat dê bi dawî bibe û encamnameyê jî em dê dîyar bikin. Niha komîsyona me li ser vê nivîsê dixebite û li gor axaftin û gotinên hevbeşên me îro dê bi dawî bibe û dê bê nivîsandin û em dê dîyar jî bikin îşala.

Rûdaw: Belê, ez dixwazim pirsa dawî jî derbarê çûna şandeya Îmralîyê ya Herêma Kurdistanê be. Vê sibehê li gel Serok Barzanî kom bûn. Bi dîtina we Serok Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û aliyên din ên sîyasî dikarin roleke çawa di vê peyvajoyê de bileyîzin?

Serkan Ramanli: Her çi qasî beriya 100 sal berê Sykes–Picotê ev sînor di nabeyna Kurdan de danîn û wan sînorê dewleta Tirkî û Îraqê û Sûrî nîşan kiribîn jî wijdanê me, hiqûqa me û hezkirina me ne bi van sînoran girêdayî ye. Em gelê Kurd li çar parçeyên dewletan jî bijîn, hestên me yek in û hişmendiya me yek e, lazim e em bi kêrî hev bên li xêra hevdû bigerin û di vî cenabê Mesûd Barzanî û her wiha rêveberên Herêma Kurdistanê, Hikûmeta Herêma Kurdistanê di vî warî de heta niha tiştê ku ji destê wa hatiye kirine.

Ji bona aştiyeke mayînde ji bona çekberdayîna PKKyê destberdayîna di vî warî de ez bawer dikim çi rol bistînin dê bi heqî bi cî bînin û ez dibêjim dê piştgiriyeke mezin di vî warî de ji Herêma Kurdistanê çêbibe înşala.

Rûdaw: Kek Serkan, gelo piştî ku êdî armanca dewletê pêk hat yanî PKKyê çek danîn, tê çaverêkirin, Serokê PKKyê jî bangeke bi wî rengî bike ji xwe. Piştî çek hatin danîn bi dîtina we dê dewleta Tirkîyeyê gavên pêwîst biavêje ji bo Kurd di aliyê destûrî de li vî welatî bên naskirin, hebûna wan bi awayekî fermî bê naskirin, perwerdeya bi zimanê Kurdî û gavên din yên ku daxwazên Kurdan yên her demê ne, dê gav bên avêtin bi rastî? Yanî mirov dikare bawerîyê pê bîne?

Serkan Ramanli: Bi rastî vêga ev li ser çareseriya pirsgirêkê nehatiye nîqaşkirin, her wekî ku hûn jî dizanin û dişopînin ev pêvajoya hanê ku PKK xwe fesix bike yan dev ji çekan berde, bi rastî jî li Tirkî tiştê ku em dibînin û me tecrube kiriye, çi qas çek bên teqandin, kuştin hebe gotûbêjkirina vê meseleyê jî astengî dikeviyê de.

Piştî ku PKK dest ji çekan berde dê bi rehetî bi dengekî bilind belkî bi her awayî ev mesele bê gotûbêjkirin û dewlet jî ez hêvî dikim ku ji dîrokê tecrube standibin, îbret standibin û heq û mafên gelê Kurd îade bikin ne di demeke dirêj de.

Rûdaw: Gelekî spas Birêz Serkan Ramanli, Parlamenterê HUDA PARê yê Êlihê, tu ji Amedê li gel me bûyî, zor spas.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst