Mahmut Akyureklî: Erdogan li ser pirtûkan min ji Dêrsimê lêborîn xwest

16-01-2023
Kawe Emîn
Bernameya Pencemor di beşa sêyemîn a hevpeyvîna bi Akyürekli  re de zêdetir li ser jiyana wî ya şexsî rawestiya.
Bernameya Pencemor di beşa sêyemîn a hevpeyvîna bi Akyürekli re de zêdetir li ser jiyana wî ya şexsî rawestiya.
Nîşan Pencemor Mahmût Akyureklî Kurd Kurdistan DÊRSIM-SES
A+ A-

Beşa Sêyem

Nivîskar û dîrokzanê Kurd Mahmût Akyureklî sala 1956an li Çewlîgê ji dayik bûye, sala 1976an bûye mamosta û dema 10 salan mamostetî kiriye. Di sala 1979an de li Zanîngeha Firatê di beşa Dîrokê de dest bi xwendinê kiriye û sala 1985an xwendina xwe qedandiye.

Di navbera salên 1987-1988 de serpireştiya weşandina kovareke heftane bi navê Gaya Gazetesî dike. Sala 2010an yekemîn pirtûka xwe ya bi navê Dersim Kurd Tedibi nivîsandiye.

Mahmût Akyureklî xwediyê çend pirtûkên dîrokî ye, her wiha arşîveke wî ya mezin heye, bi taybetî ji arşîvên Osmaniyan û çend pirtûk li ser Serhildana Şêx Seîd û Dêrsim û hwd nivîsandiye. Her wiha di xortaniya xwe de bûye endamê Partiya Neteweperest a Tirkiyê (MHP).

Mahmût Akyureklî niha li Stenbolê dijî û di nav arşîv û belgenameyên Osmaniyan de lêkolînê li ser rewşa Kurdan dike.

Bernameya Pencemor di beşa sêyemîn a hevpeyvîna bi Akyürekli  re de zêdetir li ser jiyana wî ya şexsî rawestiya.

Akyurekli behsa pêvajiya xwe ya ku di xortaniya xwe de di nav tevgereke neteweperest a Tirk de bû û paşe çawa ji wê veqetiya û çawa dest bi lêkolênên xwe yên Kurdan de kir dike.

Rûdaw: Temaşevan û guhdarên hêja, em di bernameyeke din a Pencemorê de bi we re ne. Di vê beşê de em hevpeyvîna xwe ya bi Kek Mahmût Akyureklî dîrokzanê ku li ser dîroka serhildanên Bakurê Kurdistanê çend pirtûkên girîng nivîsandine didomînin. Di vê beşê de em dixwazin bêhtir behsa jiyana wî bikin ku gelekî balkêş e, wek ciwanekî Kurd dibe endamê partiyeke neteweperest a Tirk ku ew jî MHP ye bû lê paşê vedigere û çend pirtûkên girîng li ser Kurdan dinivîse. Kek Mehmût, bi xêr hatî bernameya me.

Mahmût Akyureklî: Di nav xêrê de bî.

Rûdaw: Ez dixwazim pirsa Dêrsimê ji we bikim, carinan dibêjin destê Fransiyan di Serhildana Dêrsimê de hebûye, tiştekî wiha heye?

Mahmût Akyureklî: Neteweperestên Tirk di meseleya Şêx Seîd de dibêjin Îngilîzan piştgirî dan û di meseleya Dêrsimê de jî dibêjin Fransiyan piştgirî dan. Me hemû tezên wan pûç kirin, çima? Dema meseleya Dêrsimê çêbû, di navbera Fransî û Tirkan de meseleya Hatayê hebû. Guman dikirin ku di navbera Kurdan û biyaniyan de têkilî hebin, digotin xayîn in.

Rûdaw:  Dixwestin şeriyetê bidin ku Kurd xayîn in?

Mahmût Akyureklî: Belê, belê ku bêjin Kurd xayîn in û şerekî wiha çêbikin. Lê me derxist ku ti çekên Fransiyan nînin, tu belgeyeke Fransiyan tune. Çekên li Dêrsimê, tifing û cebilxaneyên ku li Dêrsimê hatine girtin, yên di meseleya Şêx Seîd de hatine girtin, hemû 20 hezar tifingên dema 1880 û 1890î de bavê Seyîd Ebdilqadir Şêx Taha - Seyîd Tahayê Nehrî li dijî Îranê serî hilda û li dijî Îranê şer kir, Osmaniyan wê demê piştgirî dane wî, ji ber ku Îran Şîe bû û di navbera Osmaniyan û Îranê de ji berê de rikeberiyeke mezin hebû, Ebdulhemîd 20 hezar tifingên Henry Martînî ku heta wê demê di cebilxaneya Osmanî de tunebû û 80 hezar tifing ji Amerîkayê anîbûn, 20 hezarê wê dane bavê Seyîd Ebdulqadir, Seyîd Taha.

Rûdaw: Yanî ew çek li Kurdistanê belav bibûn?

Mahmût Akyureklî: Ew çek di nav Kurdan de belav bibû, Ebdulhemîd ew xwestin û got bide min lê nekarîn kom bikin û ew di Kurdan de belav bûn, firotin, kete destê eşîran. Yanî di Serhildana Agiriyê de jî hemû çekên di destê Kurdan de ji sedî 70-90 yên Henry Martînî bûn. Yanî çekên Fransiyan tunebûn.

Rûdaw:  Wate tu peywendiya bi Fransiyan re tune ye?

Mahmût Akyureklî: Ji bilî wê jî girtî bû, Dêrsim wek gireberekê ye, derdora wê berî ye lê di naverasta Anatolyayê de bû, Fransiyan nikaribûn xwe bigihînin û piştgiriyê bidin. Tiştekî wiha nîne.

Rûdaw:  Mamoste, em behsa dîroka nûjen a Tirkiyeyê bikin, bi taybetî salên 1940î û piştî wê. Cara yekem partiyeke neteweperest, carinan Kurd dibêjin faşîst, wek MHP û yên wek wê hatin avakirin. MHP kengî hate damezrandin, çawa hate damezrandin? Kê ew damezrand? Bi çi armancê hate damezrandin?

Mahmût Akyureklî: Meseleya neteweperestiya Tirkiyeyê di dema MHPê de dest pê nekir. Berê di sala 1924an de di dema Ataturk de dest pê kir. Dibe ku em bikaribin bingeha wê bibine berî wê, heta serdema Îttîhat ve Terakkî. Wê demê dest pê kir û roj bi roj liqên nû hatin avakirin, ekolên nû çêbûn, heta sala 1940î. Di sala 1940î de Nîhal Adsiz, Alparslan Turkeş sîstematîka vê fikrê çêkir. Pîrê van jî Kurdekî bi navê Ziya Gokalp bû. Yanî teoriya Ziya Gokalp kirin sîstem û îdeolojî derxistine holê. MHP jî di dema Îsmet Înonû de ku Şerê Cîhanê yê Duyemîn dest pê kir, li Tirkiyeyê netewperestên ku em ji wan re dibêjin Tirkçî, neteweperestên Tirkiyê hemû piştgirî dane wan, dewletê piştgirî da wan, ji ber ku faşîstên cîhanê, Hîtler û Mussolînî her yek di ber xwe de geş bibûn, mezin bibûn û xwedî desthilat bûn. Desthilata Tirkiyeyê jî di vê çerçoveyê de tevgeriya, yanî paralelî wan tevgeriya, li ser xeta wan tevgeriya. Paşê gava ev têk çûn, Amerîka kete wir, Hîtler hate kuştin û faşîzma Ewropayê ji hev belav bû û vê carê jî Tirkiye vegeriya ser Tirkçiyan, ew xayîn îlan kirin ku berê qehremanên wan bûn, paşê ew xayîn îlan kirin. Ev Tirkçî demeke dirêj xwe veşartibûn, yanî çalakiyeke zêde eşkere û geş nebû, heta sala 1977-78an.

Rûdaw:  Lê partî di sala 1941an de wek MHP hat damezrandin?

Mahmût Akyureklî: Wek rêxistin. Ne wek partî, wek rêxistin. Piştî 1967-1968an dema ku meseleya azadiyê li cîhanê belav bû, xwendekarên cîhanê li Fransayê dest bi xwepêşandanan kirin û li seranserî cîhanê belav bû. 1967-1968an ji bo azadî û demokrasiya cîhanê guherînek çêbû. Di vê çarçoveyê de tevgerên sosyalîst ên li Tirkiyeyê pêş ketin û dest bi xwepêşandanan kirin, sosyalîstên li Tirkiyeyê hemû Komunîst û Marksîst bûn. Li hemberî vê yekê Tirkçiyan li wir derfetek dîtin, derfetek kete destê wan li dijî komunîzmê derketin û "Komeleya Têkoşîna Dijî Komunîzmê" ava kirin. Berê wan ev komele ava kirin.

Rûdaw:  Dewletê piştgirîya wan dikir?

Mahmût Akyureklî: Dewletê piştgirî da wan. Dewlet li dijî komunîzmê bû. Di serî de ev projeya Amerîkayê bû. Yanî dema ku Tirkiye bibûya komunîst dê rewşa Amerîkayê ne baş bûya. Amerîkayê piştgirî da wan, piştgiriya mezin Amerîkayê da. Bi rastî jî wisa ye. Teorîsyenê wan Enver Altayli, pirtûkek li ser wî, bi navê “Ruzî Nazar” nivîsiye. Ruzî Nazar efserekî CIA ye ku bi eslê xwe Ozbek e, hatiye li Tirkiyeyê xebitiye. Di salên 1940-1945-1950-1960î de bi berdewamî li Tirkiyeyê bûye û Alparslan Turkeş û Fuat Doğulu bi CIA û Pentagonê daye naskirin. Di rêxistina Tirkçiyan de wê demê ser Tirkçîtiyê girtin. Ji ber ku li dijî komunîzmê têkoşînek dest pê kirin. Ev beşeke jiyana min e jî. Ez di nav wan de bûm heta 1979an. Min wesiyetnameya Nîhal Adsiz di rûpela yekem de da. Ji kurê xwe re dibêje ku Rûs dijminên me yên kevnar in. Çîn û Rûsya dijminên me yên kevn in. Ew kevnar e, yanî dijminatiya wan berdewam dike. Dijminê me yê nû Amerîka ye, Japonya ye, ji niha û pê de dijminê me dê 10 welat û 10 biyanî li pey hev rêz dike, dibêje dijminên me yên îro ne. Ji niha û pê ve dijminê me kî ye? Kî pêş ketiye? Koreya Başûr li dinyayê pêşketî ye, ew jî dijminên me ne. Wate hemû cîhan.

Rûdaw:  Hemû cîhan dijminê wan e.

Mahmût Akyureklî: Dibêje dijminên me yên di hundir, Kurd, Çerkez, Ermenî, Cihû, Ozbek û Elewî jî dijminên hundir-navxweyî ne. Di sala 1941an de ev name ji kurê xwe re nivîsiye, wesiyet dike, navê kurê wî Yagmur e. Dibêje kurê min dema ku evqas dijminên te hebin, divê tu zêde bixebitî. Paşê gotineke wî heye dibêje, “Turkun Turkten Başka Dostu Yoktur, yanî ji Tirkan pê ve ti dostên Tirkan tunene. Min ew di pirtûka me de wiha weşand. Min got, ji xwe re girtîgehek çêkiriye, ji xwe re kelehek çêkiriye û ketiye nava wan bendan, niha jî dibêjin xortê ku ketiye wê girtîgehê bila neteweperest nebe. Ev absurd e û ne mimkûn e, ji ber ku bi vê zihniyetê te hemû cîhan kiriye dijminê wî. Ne cîhan tenê, te li welatê xwe miletê xwe, kesê xwe jî kiriye dijmin. Yanî ji xeynî Tirkan her kes kiriye dijmin. Çiqas Tirk hene di vî welatî de? Ji sedî sed nijada Tirk, tu li xwîna wî binêre, yanî testa genetîkî bike, dibe ku tenê ji sedî 20ê nifûsa Tirkiyeyê Tirk bin. Yên din Kurd, Ereb, Çerkez û Çeçen in. Mînak îro jî neteweperestên Tirkiyeyê yên pêşketî bi piranî Çerkez in. Umit Ozdag partiyeke nû damezrand, bi eslê xwe Çerkez e. Bavê wî jî cîgirê Turkeş (Alpaslan) bû. Ew bi xwe jî cîgirê Dewlet Bahçelî bû. Niha jê qetiya û bi Meralê (Akşener) re partiyek ava kir. Yanî neteweperestiya Tirkiyeyê jî di nav xwe de, beş bi beş bi hev ketin, belav bûne lê di wir de tiştek heye, ji 1985an vir ve tiştekî wan ê hevpar heye, jê heznekirina Kurdan.

Rûdaw: Ew hemû neteweperestên Tirkan bi hev ve girê dide?

Mahmût Akyureklî: Belê, di wê xalê de hevpar in. Ew jî sedema wê heye, divê meriv wê jî fem bike Ji ber ku, yanî divê ku mirov vê yekê jî fahm bike, ez ji bo rencîdekirina mirovan nabêjim. Divê mirov vê jî fêm bike. Te dewletek damezrandiye, Dewleta Osmanî 17 milyon û 500 kîlometre çargoşe bû, niha hat di nav 750 hezar kîlometre çargoşeyî de sekinî. Di Şerê Cîhanê yê Yekem de ewqas ax winda kir, ji dest xwe da. Tirsa wan ew e ku Kurd ji me veqetin. Dema Kurd veqetin dê nîvê Tirkiyeyê biçe. Tirsa wan a herî mezin ev e. Yanî ji bo pêşeroja xwe û dewleta xwe li dijî Kurdan in. Ne ku di esl de Tirk dijminê Kurdan e. Yanî tu Tirk yek bi yek ne dijminê Kurdan e. Ev felsefeyek e, divê mirov wan jî fêm bike. Em bibêjin îro li Kurdistanê hûn, li Kurdistanê hûn di hin tiştan de ji Tirkmenan ditirsin, hûn dibêjin dê ji me veqetin.

Rûdaw: Hemû mafên wan heye mamoste, hemû mafên Tirkmenan heye.

Mahmût Akyureklî: Ev mijareke din e. Ew tiştekî din e. Mafên wan hene, em dizanin mafên wan hene, mafên Cihûyan heye, Kurdistan di wî warî de gelekî balkêş e. Li cîhanê mînakeke kêm e. Ji ber vê yekê em ji xwe hez dikin. Mînakek kêm e. Mafê her kesî heye. Yanî mafê her kesî heye, çi olî û çi neteweyî. Li Tirkiyeyê ev tune ye.

Rûdaw: Partiya nijadperest an jî neteweperesta Tirkiyeyê çawa şaxên xwe li Kurdistanê damezrand? Yanî kî bûye endam? Li kîjan bajarî dest pê kirin? Kê dest pê kir?

Mahmût Akyureklî: Di sala 1967an de dema komunîzm...

Rûdaw: Yanî sala 1967an hatin Kurdistanê?

Mahmût Akyureklî: Di esasê xwe de wê demê hatin. Çawa hatin, di wê demê de komunîzm pêş ket. Di cîhanê de gelekî pêş ket. Kurdên Elewî hemû bûne çepgir, bûne komunîst, ji ber ku Elewî çîneke di rêza duyemîn de bûn, yanî wek çîn, Amerîkayê reşpêst çawa ne, li Tirkiyeyê jî Elewî wisa bûn. Sedema wê jî xort û kesayetên Elewî hemû bûne çepgit, bûne komunîst. Cihên ku Elewî û Sune bi hev re dijiyan, li bajarên ku bi hev re dijiyan, Erzirom, Erzingan, Elezîz, Çewlig, Meletî, Mereş, Sêwas li van bajaran ciwanên Sune ewqasî proveke kirin ku ew hemû kirin antîkomunîst. Ji ber ku di nav Kurdan de berê komunîzm tiştekî pir kirêt, ne xweş bû. Yanî dema yekî dijûn bida, xeber bida û tiştekî ne xweş jê re bigota digot, komunîst, File kurê Fileyan û Ermenîtî jî bi vî awayî bi kar anîn. Yan tiştekî din, tiştekî ne xweş bû, yanî gotineke ne xweş bû. Gava tu ji yekî hêrs dibî, tu jê aciz dibî, tu jê re dibêjî.

Rûdaw:  Digot komunîst!

Mahmût Akyureklî: Belê, dibêjin komunîst. Loma komunîzm ji bo me tiştekî pir xirab bû. Kurd jî hemû dîndar bûn. Ji ber vê yekê li dijî komunîzmê kê li ber xwe bida, em bi wan re bûn. Paşê ez jî tevlî wan bûm. Ciwanên Kurd xwe di eniya dijî komunîzmê de dîtin. Ulkucuyan wê demê digotin Kurd birayên me ne, wek mînak gotineke Turkeş (Alpaslan) heye, dibêje ew çiqas Kurd in, ez jî ewqas Kurd im, ez çiqas Tirk im, ew jî ewqas Tirk in. Yanî ti cudahî di navbera me de nîne dibêje. Pirtûk jî nivîsandin, bi hezaran pirtûk nivîsandin, weşanxane ava kirin, enstîtu ava dikirin, digotin Kurd Tirk in. Heta sala 1978an min jî Kurd wek Tirk dizanibûn. Gava meriv miletê xwe Tirk bizanibe, ne tiştekî ecêb e ku meriv neteweperest û Tirkçî be. Dema tu bizanibî miletê te Tirk e.

Rûdaw: Lê mamoste, hûn bi zimanê Kurdî diaxivîn, ne wisa?

Mahmût Akyureklî: Belê.

Rûdaw:  Zimanên Kurdî û Tirkî du tiştên cuda ne.

Mahmût Akyureklî: Na, me nedigot cuda ye. Em bi vî awayî nedihatin hînkirin. Ji bo me propaganda wiha dikirin ku Kurd berî Tirkan ji Asyaya Navîn derketin. Zimanê Farsî zêde kete nav. Ziman şaş bû. Yanî Tirkên resen Kurd in. Bi vî awayî propaganda dikirin. Li ser van pirtûk hatine nivîsandin “Kurt Turkleri” an jî “Zazaca Turkcesi” ango Tirkiya Zazakî, Tirkiya Kurdî hatin nivîsandin. Yanî Kurdî bi serê xwe ne zimanek bû. Tirkiya Kurdî bû.

Rûdaw: Tirkiya Kurdî bû, belê.

Mahmût Akyureklî: Belê, ji ber vê yekê her kesî, me jî wisa fêm dikir. Heta sala 1978an.

Rûdaw:  Belê. Min dixwest ez hin pirsên din li ser rêxistina Turkeş li Kurdistanê...

Mahmût Akyureklî: Ne rêxistina me, ya wê demê ye.

Rûdaw: Ya wan, ez nabêjim ya we mamoste, ez dibêjim Turkeşan. Dibêjin bi taybetî li wan bajarên ku Îslamîst, yên Îslamî lê bihêz bûn ew jî li wan deran bihêz bûn.

Mahmût Akyureklî: Belê.

Rûdaw:  Mînak Çewlig.

Mahmût Akyureklî: Belê, yên li dijî komunîzmê têkoşîneke mezin didan ew bûn.

Rûdaw:  Belê.

Mahmût Akyureklî: Yên ku herî zêde qala Xwedê, Allah, ol, bawerî û tiştên wiha dikirin ew bûn. Yên ku diçûn mizgeftê ew bûn. Yên ku nimêj dikirin ew bûn. Yên ku bi çek, bi deng, bi dest û lingên xwe têdikoşan ew bûn. Wê demê Nurciyên Tirkiyeyê, ango Suleymanciyên Tirkiyeyê, rastgirên Tirkiyeyê yên din hemû biçûk bûn, hemû feqîr bûn, nedikarîn têbikoşin. Li dibistanan, li zanîngehan yên li dijî komunîzmê têdikoşiyan Tirkeşçî bûn. Ji ber ku em li dijî komunîzmê bûn, kê li dijî komunîzmê têkoşîn kiriba, em li wir bûn.

Rûdaw:  Tu bi xwe kengî bûyî endamê wan? Kîjan sal e?

Mahmût Akyureklî: Ji 1968-1969 heta 1979an ez 10 salan di nav wan de bûm.

Rûdaw:  10 sal.

Mahmût Akyureklî: 10 sal e, belê.

Rûdaw:  Mamoste, karê we çi bû, wek rêxistin we çi dikir?

Mehmûd Akyureklî: Wê demê karekî me hebû, li dijî komunîzmê mirovan perwerde bikin. Ew karê me yê yekem bû. Ew karê mezin bû. Ji xeynî vê, tiştek tune bû. Tiştekî din tunebû ku em bikin.

Rûdaw:  Çekên we hebûn mamoste? Kesên çekdar hebûn?

Mahmût Akyureklî: Çekdarekî bi rêkûpêk tunebû. Wek mînak çeka te hebû, li zanîngehê pirsgirêkek çêdibû, du komên çep û rast bi hev dîketin. Wê demê heger çepan çek bikişanda, te jî çekê xwe dikişand, du gule berdida, yek dihate kuştin û tu diçûyî hundir lê piştî wê bernameyeke komandoyî hat çêkirin. Yanî kontr-gerîla. Ew li dijî me bû, em vê yekê nizanin, rêxistineke dizî bû.

Rûdaw:  Ew veşartî bû?

Mahmût Akyureklî: Belê haya me jê tunebû.

Rûdaw: Ev piştî salên 1980an bû, di salên 1970an de bû?

Mahmût Akyureklî: Na, na, berê hebû.

Rûdaw:  Di salên 1970 de hebû?

Mahmût Akyureklî: Dibe ku hebû, di dema me de jî hebû lê em ne di wê rêxistinê de bûn. Çima em tê de nebûn? Ez bawer dikim ku ji Kurdan vedişartin, nedikirin nava wê rêxistinê. Di wê beşê de, yanî di wê sîstemê de Kurd tunebûn.

Rûdaw: Di aliyê xwendekaran de, xwendekarên Kurd, we çawa bi xwendekaran re, bi zarokan re, bi jinan re kar dikir, plana wê ya cûda hebû? Mebesta min Turkeşan. Yanî ji bo xwendekaran, ji bo zarokan, ji bo mêran û oldaran planên wan hebûn?

Mahmût Akyureklî: Na, ne ewqas, ne ewqas, ne karekî ewqas mezin bû. Yanî propaganda li ser du tiştan dihatin çêkirin. Yekem dij-komunîzm, ya din jî ol.

Rûdaw:  Ol?

Mahmût Akyureklî: Divê tu dîndar bî, dînê xwe bizanibî, rojiya xwe bigirî, li Rojhilat wisa bû. Turkeşçiyan, herêm bi herêm ne xwediyê heman politikayê bûn, yanî li seranserî Tirkiyeyê jî ne xwediyê heman politikayê bûn. Li Çewligê...

Rûdaw:  Yanî li her derê sîstemek hebû?

Mahmût Akyureklî: Belê, belê, li her derê sîstemek hebû. Li her herêmê, li gorî civaknasiya herêmê diguherî, wek mînak li herêmekê Turkeşçî li ser Kurdîtiyê disekinîn, Sune hemû dikişandin, Elewî dikir dijmin. Li herêma Qersê ku li wir jî Kurd hebûn, Sune bûn lê Tirkmenên wê derê Elewî bûn wê demê xwe dida aliyê Elewiyan Sune dikirin dijmin. Polîtîkaya wan a herî mezin li parêzgeh û navçeyekê de li gorî wir dimeşandin. Wek mînak pirtûka Nihal Atsiz heta sala 1980an li parêzgehên Kurdan qedexe bû, di nav Turkeşçiyan de nedihat xwendin, qedexe bû.

Rûdaw:  Çima?

Mahmût Akyureklî: Digotin wî nexwînin, ew mirovekî nebaş e. Li cem me wisa bû, dema em hatin Rojava li Stenbolê me fêm kir ku pirtûkên Nîhal Atsiz têne xwendin. Weke mînak li wir me pirtûkên Hesen El-Benna, Ebû Ala Mefdunî û Seyîd Qutib bi me didan xwendin. Siyaseta wan li wir li ser Îslamê bû lê dema ji welatê Kurdan derket û hat vir, siyaseta wan li ser Tirkan bû. Dawiya dawî jî piştî darbeya 1980î dewlet xwedî li Turkeşçiyan derket, dema PKK bi pêş ket, hat damezrandin, mezin bû, çek hilgirt û bi çekan şer kir, Turkeşçî li dijî Kurdan berê li ser dijmintiya PKKê bû, bi wê birêve diçû. Piştî wê û heta îro, ango dema em tê de ne, 10 sal in ew fikr jî PKKê jî derbas kir li dijî Kurdan e niha.

Rûdaw: Rêveberên we ango berpirsên we yên li Kurdistanê kî bûn? Tirk bûn ku dihatin û li wir dixebitîn?

Mahmût Akyureklî: Na, na, piraniya wan Kurd bûn. Piraniya wan Kurd bûn. Rêveberên herêmê Kurd bûn. Lê piştî wê dema ku eza li ser vê pirtûkê xebitîm, min hin tiştên ku min wê demê nedîtibûn dîtin. Em wê demê ciwan bûn, em xort bûn, me ew nedîtibûn.

Rûdaw:  Te çi dît mamoste?

Mahmût Akyureklî: Mînak me dît ku her parêzgehek efserek, çar efser, pênc efserên ciwan û li ser xwe dişînin. Ango gava ku hûn lê temaşe dikin hûn jê bawer dikin.

Rûdaw:  Spor, spehî û bedew.

Mahmût Akyureklî: Belê. Bi vî awayî wan dişînin. Çar pênc kes, 10 mamosteyên dîrok û wêjeyê dişînin. Van li ser wan ciwanan propaganda dikirn. Paşê wan dibin cem efserên Tirk. Ji wan re çayê tîn. Niha kalikê min ji tirsa cendirme newêre ji gundê xwe derkeve, ez neviyê wî me, efserên cendirme ji min re çayê tînin. Ev yek ji bo Kurdan pir mezin bû. Dîsa jî bi taybetî di meseleya Şêx Seîd de, rêberên meseleya Şêx Seîd em dibînin ên mezin wan kî bin, li ser zarokên wan xebitîne, niha em dibînin. Mînak neviyê parêzgarê Gencê yê Şêx Seîd ew tayîn kiriye rêberê wan bûn.

Rûdaw: Yê Turkeşan?

Mahmût Akyureklî: Yê Turkeşan bû, erê 37 kesên hatine darvekirin, li ser zarok û neviyên wan xebitîne. Li ser wan xebitîn û ew kişandin cem xwe. Mînak Yado heye ku jê re dibêjin Qertelê Kurdistanê, piştî meseleya Şêx Seîd, demekê fîrarekî mezin bû, wek hûn jî dizanin Îsmaîl Beşîkçî jî di Zanîngeha Erziromê de bû, neviyê Yado serokê Zanîngeha Erziromê yê çepgir kuşt. Hîn jî fîrar e li derve ye, nehatiye Tirkiyeyê, Cezayîr Baysal (Cezayîr Baysal kurê Filît Baysal e û ji neviyên Yado ye.) Yanî ev mal, ev kes hatine hilbijartin. Ew yek bi yek hatine hilbijartin û li ser wan xebitîne, niha em vê yekê fêm dikin.

Rûdaw: Kek Mehmûd, me behs kir ku hûn di xortaniya xwe de bûne endamê wê partiyê. We çawa xwe îqna kiribû ku hûn Tirk in?

Mahmût Akyureklî: Di dibistanan de her tim digotin Kurd Tirk in.

Rûdaw:  Kurd Tirk in?

Mahmût Akyureklî: Niha ji we re ecêb tê lê ê me mêjiyê me hatibû şuştin. Mejiyê me şuştin, Ziya Gokalp, digotin Tirk e lê Kurd e lê Pîrê Turkçiyan ew e. Teorîsyenê wan Kurd e. Yanî Kurd Tirk in. Li Asyaya Navîn kevirek heye, jê re dibêjin Gokturk, nivîsên Gokturkî, ew ji me re wergerandin, digotin Kurd Hakani, ez ku Kurd Hakan nizanim kî. Yanî Hakanê wan ê herî mezin jî Kurd e. (Hakan an jî Kaxan têgeheke dîrokî ye ku ji bo Xanên Tirk, Mongolî û Tatar tê bikaranîn). Me dizanibû ku Kurd Tirk in. Heta sala 1978an Ansîklopediya Îslamê hat belavkirin, di sala 1977-1978an de xala Kurdî hate weşandin. Li wir min cara yekem xwend. Min dît ku em ne Tirk in, Minorsky dibêje. Paşê min carekê xwend, min 10 caran xwend, min not kir, min xêz kir. Ez her carê vedigerîm û min dixwend. Hevalekî ji min re got Minorsky Ûris e, derewan dike. Got ku bi mebest nivîsiye. Min got, eger bi qestî nivîsandibe, ev hikûmeta Tirk, Eniya Neteweyî, hikûmeta rast, wê demê ew desthilatdar in. Hikûmet di destê rastgiran de bû, partiyên rastgir, Partiya Tevgera Milî, yanî partiya me, partiya Tirkçî jî di hikûmetê de ye. Baş e, madem ew derewan dike, gotinên wî xelet in, çima hikûmeta rast, hikûmeta ku em tê de ne, ev yek belav kir? Hişê me li ser vê yekê nav hev ket. Ev ji bo me tiştekî nû bû. Ez bi xwe mamoste bûm, min li dibistanê mamostetî dikir. Min got, baş e, Kurd ne Tirk in lê Kurd kî ne? Ji ber vê yekê ez çûm û min dîrok xwend, dîroknasiya min, lêkolîneriya min li ser wê meseleyê bû. Yanî min got ez Kurd im, Kurd ne Tirk in, Kurd kî ne? Ez li dû wê pirsê ketim heta îro ez hatim.

Rûdaw:  Te piştî çend salan zanî ku Kurd kî ne?

Mahmût Akyureklî: Piştî çend salan?

Rûdaw:  Belê.

Mahmût Akyureklî: Ji sala 1980î vir ve ez dizanim Kurd kî ne. Dema min dîrok xwend, min hem zanîngeh dixwend û hem jî min pirtûkên Kurdî dîtin. Mînak min Ereb Şemo peyda kir lê ji xwe di nav me de hişmendiyeke Kurdî hebû. Dema em di nav wan de bûn jî di nav me de hişmendiyeke Kurdî hebû, çawa hebû? Mînak Xarpêt %90 Kurd bû lê keleha Turkeşçiyan Xarpêt bû li Tirkiyê. Ew keleha Turkeşçiyan bû. Li tu devereke ku bi qasî Xarpêtê lê mezin bibûn tunebû. Ewqas mezin bûbûn, hemû jî Kurd bûn. Hemû Kurd bûn. Zarokên Kurd dihatin cem min, ji Agiriyê dihatin, ji Wanê dihatin. Dihatin li Zanîngeha Elezîzê, Xarpêtê dixwendin. Dihatin cem min, em ji wir bûn, ew mêvan bûn. Ji min hez dikirin, ez Kurd bûm û bi Kurdî diaxivîm lewma ji min hez dikirin. Em rûdiniştin û me li Şakiro guhdarî dikir. Me li Şakiro guhdarî kir, em diçûn şahiyan û direqisîn. Me bi Kurdî govend digerand. Yanî kesî ji me re nedigot hûn tiştekî xerab dikin, hûn miletekî din in, digotin hûn baş dikin, Kurd jî Tirk in, bi zimanê xwe bêjin. Di sala 1979an de bi zimanê Kurdî kovara Kon derxistin yê ku derxist jî Serokê Ocaxên Ulkuyê Diyarbekirê bû Vedat Guldogan.

Rûdaw:  Bi Kurdî?

Mahmût Akyureklî: Bi Kurdî erê Turkeş (Alpaslan) jî destûr da. Siyaset wê demê ne ewqas cuda bû. Zihniyeta wan, di wê demê de, di têgihiştina min de ew bû ku qayil nebûn Kurd veqetin, Kurdan asîmîle nekin. 100 sal e asîmîlasyona Kurdan di bernameya dewletê de heye. Gotin bila dewlet vî tiştî hal bike, em tiştên din hal bikin.

Pêşkeşkar: Mamoste, ew partiyên din ên ku li Kurdistanê hebûn û di parlamentoyê de nûnerên wan hebûn, wek SHP, CHP û yên din, navên wan baş nizanim, rola wan li Kurdistanê çi bû? Çima hûn nebûn endamê wan? Qet nebe wan eşkere nedigotin em Tirkçî ne.

Mahmût Akyureklî: Baş e, ez tiştekî ji te re bibêjim. Di dema desthilatdariya MHPê de li ser Kurdan qetlîam çênebû, di dema rejîma CHP û SHPê de Kurd hatin qetilkirin. Di sala 1925an de MHP ne desthilatdar bû. Dema ku sosyalîst û çepgir desthilatdar bûn di sala 1925an de ew bûn. Di sala 1937an de Îsmet Înonu serokwezîr bû û Partiya Gel a Komarî (CHP) bû. Partiyên ku em îro jê re dibêjin çep hemûyan di qetlîama Kurdan de destê wan hebûn. Heger tu Kurd bî û vê bizanibî, rast ji te re ji çep çêtir e, ji ber ku çep qesabê te ye. Te dîtiye ku çepên Tirk 40 salan qesabî ji te re kiriye. Tu yê heyranê qesabê xwe bî? Yanî tifaq du caran, li du cihan mecbûrî bû. Yekem li dijî Partiya Gel a Komarî (CHP) ku qesabê te ye, bi îdeolojiya dewletê, bi îdeolojiya fermî qetla te daniye, tu asîmîle kiriye, nehîştiye ku etarê hatiye gundê te bi Kurdî biaxive. Gotine Kurdan perwerde nekin, berê Tirkan perwerde bikin, gotiye bila li gundekî sê malên Kurdan nemînin. Di bajarekî de bila 100 xanî neyên cem hev, asîmîle bikin. Heger tu dijmin dixwazî ev dijminê te ye.

Rûdaw:  Wate wek ku tu dibêjî, ew hemû wek hev in?

Mahmût Akyureklî: Di eslê xwe de ti partiyên Tirkiyeyê ji yê din ne çêtir e. Ha Turkeşçî ha çepgir, ji bo min tu ferq nîne. Dema mesele Kurd be, nêrîna hemûyan yek e. Yanî dê di wir de digihêjin hev.

Rûdaw: Jinên Kurd ên Turkeşçî hebûn?

Mahmût Akyureklî: Belê hebûn, hebûn, gelek bûn. Çend xortên wan hebûn ewqas jinên Kurd jî bûn.

Rûdaw:  Belê ciwan.

Mahmût Akyureklî: Belê, di nav ciwanan de hebûn.

Rûdaw:  Belê.

Mahmût Akyureklî: Cudahiya jin û mêran nebû.

Rûdaw: Kesekî Kurd ê naskirî û bê zanîn û Turkeşçî be hebû?

Mahmût Akyureklî: Kî? Wê demê?

Rûdaw: Mamoste weke nav, kesên li Kurdistanê diyar kî hebûn?

Mahmût Akyureklî: Wê demê torînê (neviyê) Hecî Sadiq heye. Ew bo heyama sê xulan bûye parlamenter û heta ku niha jî di nav partiya neteweperst a Merak Akşener, ÎYÎ Partiyê de ye. Tirkiye welatke eceb e, tu dizanî Meral xanim kî ye? Ew bi eslê xwe Çerkez e, lê di nav partiya Turkeşçiyan de têkoşîna serokatiyê da, lê ji ber ku serokatî nedan wê, ew ji partiyê veqetiya û çû partiyeke din a neteweperest ava kir.

Rûdaw: Mamoste hûn li malê bi Kurdî diaxivin?

Mahmût Akyureklî: Kî?

Rûdaw: Malbata we bi Kurdî diaxive?

Mahmût Akyureklî: Belê, belê malbata me û hevalên me bi Kurdî diaxivin. Ez jî te re behsa tişteke balkêş bikim. Di Zanîngeha Elezîzê de reîsê Turkeşçiyan hebû, navê wî Rauf bû, li ser odeya xwe bi Kurdî “Odeyan Mêran” nivîsandibû. Ev reîsê Turkeşçiyan bû.

Rûdaw: Bi Kurdî nivîsandibû?

Mahmût Akyureklî: Belê, di sala 1974-1975an de bi Kurdî nivîsandibû. Bav û dayîka wî zimanê Tirkî nedizanîn. Damezrînerê ewil ê Ulkucû Ocaxlariyê li Xarpêtê Fetih Namliogullarî bû -ew hevalê min e, bi wî re jî min hevpeyvînek kiriye- kalîkê wî di meseleya Şêx Seîd de hatibû bidarvekirin. Ewil wî li Elezîzê teşkîlata Ulkucû Ocaxlariyê ava kir.

Rûdaw: Ew niha jî Turkeşçî ye?

Mahmût Yureklî: Na, ew niha ne Turkeşçî ye, lê piraniya yên din hêj berdewam dikin.

Rûdaw: Mamoste, te bixwe ji kengê ve dest ji wan berda ye û biryar daye ligel wan kar nekî?

Mahmût Akyureklî: Min, ji sala 1980an ve ligel wan kar nekiriye.

Rûdaw: Ji sala 1980an ve?

Mahmût Akyureklî: Belê, min ji wir pê ve dîrok xwend û li ser dîroka Kurdan xebat kirin. Di sala 1985an de jî meseleya Dêrsimê mijara teza min a masterê bû. Ez du salan li ser xebitîm, min belgeyên xwe amade kirin û da Zanîngeha Enqerê. Komîsyon li ser teza min kom bû û nasnameya min di destê wan de bû. Nasnameya min xwendin û ji min pirs kirin; Tu lêkolîner û dîroknas î? Min jî got belê. Paşê ji min re gotin ku navê kurê te Bedirxan e. Min got belê, lê min tiştek ji bîr kiriye, ez Kurd im, eger destûra we hebe ez dixwazim wê jî li ser nasnameya xwe zêde bikim. Wê demê min teza xwe paşde vekişand û min ji wan re got ku ez dizanim hûn teza min qebûl nakin û hûn dê dîplomayê nadin min, lê ez jî li hemberî we xwe biçûk naxim û we aciz nakim. Min teza xwe vekişand û ez hatim malê û min ji xwe re got ku îro ev kar qediya, îlm jî ji bo min bes e. Bi saya xwendinê min êdî fêm kir ku Kurd kî ne û min zanî êdî ez kî me. Min got ev yek ji min re bes e, û min dest jê ber da û 25 salan karê bazirganiyê kir.

Piştî 25 salan efûyek di sala 2010an de derket û min ev teza xwe dîsa da û piştî 3 mehên din min weke pirtûk bi navê “Dêrsim Kurd Tedibî” derxist. Heta wê demê jî te nedikarî peyva “Dêrsim” bikar bînî, ev peyv qedexe bûn. Di akademiya Tirkiyê de, bi navê Dêrsim ne Tuncelî, pirtûka ewil hatiye derxistin ev e. Piştî 2010an vê carê min dest ji karê bazirganiyê berda û min emrê xwe da çand, dîrok û kultura Kurdan. Heta niha 11 berhemên min hene. Derbarê meseleya Koçgiriyê de, heta niha çi belge nebûn. Bi saya bazirganiyê perên min çêbûn û min karî bi tenê serê xwe bêyî piştevaniya kesekî din lêkolînan bikim. Min bi kêfxweşî lêkolînên xwe kirin.

Rûdaw: Te ew hemû belge çawa peyda kirin?

Mahmût Akyureklî: Ez ewil ketim arşîva Dadgeha Şark a Îstiklalê ya derbarê meseleya Şêx Seîd de. Ev arşîv di binê meclîsê de ye û taybet bi meclîsê ye. Wê demê cihên min li Enqerê hebû, peywendiyên min bi mirovan re gelek baş bûn û baweriya wan bi min dihat. Min hevalek peyda kir, hinek din jî hebûn - ev 20 sal in ez navê wan nadim- bi rêya wan min ev kar kir. Ew heval Çerkez bû, ne Kurd. Min jê re got ez niha li ser dîrokê lêkolîna dikim û belgeyên pêwîst jî li cem we hene, ez û tu jî hev baş nas dikin, gelo alîkariya te dê bigihêje min an na. Wî jî got; li ser seran alîkariya min dê bigihêje te.

Li ser meseleya Dêrsimê ez rojekê derketim li ser televîzyoneke Tirkî. Wê demê meseleya Dêrsimê gelek populer û di rojevê de bû. Erdogan li ser pirtûkan min lêborîn xwest, pirtûkan min jê re hat şandin û min du caran ligel wî sohbet kir û paşê jî li ser Dêrsimê daxwaza lêborînê kir. Taha Akyol di CNN TURK de heye ew jî weke te moderatorek û rojnamevanekî baş e, wî gazî min kir, got were beşdarî bernameya min bibe. Ez jî çûm beşdar bûm. Di bernameya duyem de efserekî malnişîn hinek belgeyên leşkerî ligel xwe anîbûn. Piştî bernameya wê şevê jineke bi temen, li Taha Akyol digere û jê re dibêje; mêvanê te yê îşev kesekî xwedî exlaq bû û di meseleya Dêrsimê de bêalî bû û min gelek ji wî hez kir û tu dikarî telefona wî bidî min. Taha Akyol jî jê dipirse çima, ew jî dibêje hinek belgeyên kalkên min hene, ez dixwazim bidim wî. Kalîkê wê jî serokê Komîsyona Lêpirsînê ya ji aliyê Meclîsê ve der meseleya Koçgiriyê de hatibû avakirin bû. Dema ew komîsyona lêpirsînê hate avakirin reîsê wê Yûsif Îzet Paşa bûye û ew mirovê Ataturk e. Komîsyona Lêpirsînê diçe li gel her kesê guftogoyan dike û belgeyan berhev dikin tînin Enqerê û belgeyan didin Yûsif Îzet Paşa û ji rê dibêjin raporekê amade bike. Piştî 2 mehan ji ber nexweşiya veremê koça dawî dike. Dema dimire belgeyên fermî yên dewletê di mala wî de dimînin. Ew belge 70-80 salan wisa mane.

Rûdaw: Ew belge dan te?

Mahmût Akyureklî: Belê neviya wî ew belge dan min. Wê bixwe telefonê min kir û got belgeyên kalikên min cem min in, ez dizanim tu mirovekî rast î, û dê belgeyan tehrîb neke û ez dixwazim bidim te. Ez sibê saet 4 rabûm çûm Edeneyê û min xwe gihand wê. Min 6 hezar û 300 rûpel hemû bi skenirê kirin dijîtal.

Rûdaw: 6 hezar rûpel li ser meseleya Koçgiriyê bûn.

Mahmût Akyureklî: Belê, 6 hezar rûpel hemû derbarê meseleya Koçgirî de bûn. Hemû bi zimanê Osmanî bûn.

Rûdaw: Tu çawa fêrî Osmanî bû?

Mahmût Akyureklî: Dema min li zanîngehê dîrok dixwend, ez fêrî Osmanî bûm. Li Tirkiyê eger tu beşa dîrokê bixwînî divê tu fêrî Osmanî jî bibî. Piştî wê jî tu dikarî zimanê xwe yê Osmanî pêş bixî û tu dikarî li wir bisekinî jî, lê ez li ser xebitim û min zimanê xwe yê Osmanî pêş xist. Destxeta Osmanî zehmet e, ne tîpên matbayê, lê destxet zehmet e.

Rûdaw: Di wan destxet û belgeyên ku te peyda kirine de peyva Kurdistanê derbas dibe?

Mahmût Akyureklî: Belê, debas dibe. Heta salên 1924 û 1925an di biryarên meclîsa Tirkiyê de jî derbas dibe. Dibêje mebûsên Kurdistanê. Tişteke qedexe nîne, dibêje mebûsên Lazîstan û mebûsên Kurdistanê. Qedexebûna van karan ji sala 1967-70an ve destpê kir. Yanî dema Tirkiyatî ket nav nifûza dewletê, destpê kir. Qedexeyên mezin jî ji sala 1980an ve destpê kirin. Heta sala 1980an Kurdî qedexe nebû. Em bi Kurdî diaxivin û me guhdariya stranên Kurdî dikir, me guhdariya Şakiro dikir. Şakiro diçû her derê û stranan digot. Ew dengbêj bû û diçû dawetan û stranên xwe digot.

Rûdaw:Te behsa Şakiro kir, ev hevalekî te yê nêzîk bû? Tu dixwazî behsa wî bikî?

Mahmût Akyureklî: Belê, ez dixwazim behsa wî bikim.

Rûdaw: Şakiro bo Kurdan çi bû?

Mahmût Akyureklî: Şakiro ji bo Kurdan çi bû? Ev pirseke zehmet e. Ez nizanim çawa bibêjim, yekem Şakiro bo Kurdan mêjû bû. Duyem din hîs bû. Yanî te dema Şakiro guhdar dikir, te dizanî tu Kurd î. Kurdayetî enjekteyê te dikir. Şakiro bi zimanê xwe û bi bikaranîna peyvan, hîsiyata Kurdan tehrîk dikir. Ji ber wê yekê kesên guhdariya Şakiro bikin, nikarin ji miletê xwe hez nekin.

Rûdaw: Ew qasî girîng e?

Mahmût Akyureklî: Belê, ew qasî girîng e. Çima? Ji ber ku tu geşbûn û mezinbûna ziman di klamên Şakiro de dibînî. Tu ji klamên wî vê yekê dizanî. Tu kulture xwe, ji wê derê fêr dibî. Dema hîsiyata te jî derbikeve holê ev dibe belayeke mezin. Xwedê rehma xwe lê bike. Min ji zarokatiya xwe ve guhdariya wî dikir. Dema ez 17 salî bûm dihat mala me. Navbeyna wî û apê min gelek xweş bû. Bavê min jî gelek jê hez dikir. Li mala me bû mêvan, min cara ewil wê demê dît. Me ji berê ve ji wî hez dikir, lê niha hemû Kurd jê hez dikin. Min ew qasî ji wî hez dikir ku heta di nav kesên Tirkperest de jî guhdariya wî dikir. Min carna ji wan re şîrove dikir. Şakiro gelek caran peyvan bi hev re girê dide û Kurdên me yên din fêm nedkirin û min jî ji wan re şîrove dikir. Her klamên wî yên li ser evînê û niştimanî hatine gotin, tê de kultura Kurdan weke derziyê yek bi yek hatiye honandin. Divê klamên wî ji bo çand û niştimaniya Kurdan bêne şîrovekirin. Cihê Ehmedê Xanî cuda ye û piştî wî jî divê Şakiro danîn cihekê.

Rûdaw: Tu weke kesekî dîroknas û te bo heyamekê jî ji bo Tirkan kar kiriye, tu dixwazî ji bo xortên Kurd ên niha di nav Turkeşçiyan de çi bibêjî?

Mahmût Akyureklî: Niha di nav Turkeşçiyan de xortên Kurd zêde nemane. Lê ez dixwazim bo hemû xortên Kurd ne tenê yên li Tirkiyê tiştekê bibêjim; yek divê dîroka xwe nas bikin, divê li çanda, muzik û zimanê xwe xwedî derbikevin. Milet bi ziman tê naskirin, eger miletekê zimanê xwe nebe ew milet nîne. Alman bi Almanî, Fransiz bi Fransî, Faris bi Farsî û Ereb bi Erebî têne naskirin. Milet mileteke din li gor zimanê wî binav dike. Sedem ejî ew e ku ziman bingeha her tiştî ye. Di nav malbatên Kurdan de divê biçûk û mezin hemû bi Kurdî biaxivin. Divê em Kurdî bizanin û bi Kurdî biaxivin, bi Kurdî birûnin, bi Kurdî rabin û bi Kurdî binivisînin. Divê berî her tişt ziman bê û paşê jî dîroka xwe bizane.

Rûdaw: Gelek spas dikim ku tu beşdarî bernameya Pencemor bû.

Mehmût Akyureklî: Ez jî gelek spas dikim.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst